Her vegereke Şengalê çîrokek jî bi xwe re tîne
Dayîka Emşê ya ku piştî ferman û koçberiya sala 2014’an a li Şengalê vedegere ser xaka xwe. Tevî hemû êş û windahiyên giran, bi hêviya avakirina jiyaneke aram û aştiyane, dawî li salên koçberî û tundiyê tîne.
GULISTAN EZÎZ
Şengal – “Dema ez hatim min derî maç kir. Min got, ‘ez hatim axa weten. Axa bav û kalan.’ Dibêjin, ‘marê ji wê marî, badî hezar salî, her wê biçe qula wî dîwarî.’ Her ev der dîwarê me ye. Min digot, ‘xwedê, tu min li tu der û cihan nekujî heta biçim ser axa bav û kalan, axa Şengalê.’ Belê Şengal xweş e, gelekî.” Bila ev gotinên Dayê Emşê li cihekî dilê we bin. Parvekirin êşê kêm dike. Êşa Dayê Emşê parve bikin.
Her vegerek bi xwe re çîrokek tîne Şengalê. Her vegerek li ser êşê, êşê zêde dike, li ser hêrsê hêrs, li ser hêviyê hêviyê zêde dike. Demeke xelkê Êzidî ku ji ber fermana 2014’an reviyabûn careke din berê xwe daye Şengalê, warê bav û kalan, dayîk û xwişkan. Li seranserî Şengalê, ji bo hemû gundan ev veger bi awayekî jêveneger destpê kiriye. Dayê Emşê Mirad jî hatiye gundê xwe Digurê.
‘Dema fermanê ez bi tenê bûm’
Dema em li nav gund digerin ji bo wan kesan nas bikin em rastî Dayê Emşê tên. Bi qasî temenê xw dilê xwe jî mezin e. Bi dilgermiyek me pêşwazî dike. Li derdora wê neviyên wê ji vî serê malê diçin wî serî. Piştî gelek duayên ji bo me kirî niha em bêdeng in. Zarok jî wisa. Mafê axaftinê yê dayikê ye. Hûn jî kerem bikin beşdar bibin.
Dema ferman radibe Dayê Emşê li Şengalê bi tena serê xwe ye. Kesek li derdora wê nîn e. Di fermanê de mala tiyê wê tên wê digrin û bi zor û zehmetiyên mezin digihîjînin Kurdistanê. Dayê Emşê dibêje: “Beriya fermanê em çûbûn Silêmaniyê. Li wê derê zarokên me dişuxulîn, jiyana wan li wir bû. Dema hevjînê min çû rehmetê, me terka hemû tiştan kir û em hatin Şêxan.”
Dayê Emşê diyar dike ku dema bi malbata xwe re hatine Şêxan tu tiştê wan tune bûye û wiha dibêje: “Bi xwedê warek tınebû em tê de bimînin. Me digot, ‘xwedêyo bila parçeyek kon bidin me da ku em bikaribin xêra hevjînê min bidin.’ Bi erd û esmanê xwedê cihek tunebû em bikevinê.”
Dayê bûka xwe îşaret dike û dibêje ev jî şahid e û berdewam dike: “Em çûn ba mala tiyê min. Tiyê min xêra birayê xwe di mala xwe de kir. Deh rojan ez, hewiya xwe û bûka xwe li ba wê man. Ciyê wan jî teng bû, çadirek bû. Ba û baran bû, halê me rezîl bû.” Dayê ji bo hewiya xwe dibêje, ji xwişkek çêtir e. Hevala herî baş a jinê dîsa bûye jinek.
‘Li kampê nivîn tunebû em serê xwe deynin ser’
Dayê Emşê dibêje: “Bira û jinbira bûka min jî ji bo kar bikin çûn Silêmaniyê. Gotin, werin çadira Qasim vala ye, bikevinê. Kesek ji xwedê mezintir nîn e, me di telîsek de xiradên xwe birin, nivînek tunebû em serê xwe deynin ser. Li gel bûka xwe û hewiya xwe em ketin wê çadirê. Di çadirê de tenê hesîrek hebû. Lîhêfeke biçûk hebû min davêt ser xwe. Me pêlavên xwe dikirin bin serê xwe. Çilê hevjînê min nêz dibû. Em nizanibûn em ê di nava wî xelkê xerîb de çi bikin.”
Ji bo çadirek peyda bike Dayê Emşê bi meş diçe û tê, bi berpirsan re dipeyîve da ku alîkarî bidin. Di dawî de ji bo xwe û malbata xwe bi darê zorê çadiran peyde dike, di bin baran, hewaya cemidî ya zivistanê de.
Dema Dayê Emşê û kurê tiyê wî diçin gel berpirsan da ku çadirên xwe bigrin, kurê tiyê wî ji berpirsan dixwaze çadira Dayê Emşê li ba xwe vekin lê rastî bersiveke dijwar tê û berpirs dibêje, ‘ger tu wisa bikî ez ê çadirên wan deynim û berdim we.’ Dayê Emşê wê rojê bi van gotinan vedibêje: “Em nizanibûn li ku çadirê vekin. Heman kesî got, ‘bi xwedê ger heta du rojan hûn venekin, ez ê wan çadiran bigrim û tiştekî ji we re nahêlim.’ Wê rojê heta êvarê baran barî. Me jî çadira xwe veşart. Hemû çadiran difirotin û pereyê wê dikirin berîka xwe. Yên belengaz jî wisa diman.”
‘Di wê zivistana dijwar de çadira me li ber bayê diçû dihat’
Di wê sermaya ku tiliyên mirovan qeşa digirtin Dayê Emşê li derveyî kampê çadirek vedike da ku xêra çileya hevjînê xwe bide. Dayê Emşê dibêje: “Me çadirek vekir û ser tije kevir kirin heta sibê em pê ve bûn. Em çûn ciyê xwe. Me mêze dikir, çadira me li ber bayê diçe û tê. Xwişkê tu hisa(dengê) min dibihîzî?” Erê dayê dengê te baş tê.
Dayê Emşê dibêje: “Di çadira me de du betanî, du balgiyên me hebûn. Doşekek tunebû em li bin xwe deynin. Hinek firaqên me jî hebûn. Em di wê çadirê de diman. Xwişka min jî li kampê dima, hat ba me. Ji kurê xwe re got, ‘min du sê betanî bi hev re dirûtine, here bîne, nexwe wê ev zarok bimre.’” Zahmetî pir in lê jinek jî xwe bi jiyanê ve girê daye û bernade. Dayê Emşê digihîje mirazê xwe. Çileya hevjînê xwe çêdike. Navekî jî li ciyê xwe dikin, dibêjin, ‘kampa me çi jê.’ Yanî me çi ji van e. Şeş salan di wan çadiran de têkoşîna jiyanê didin. Dayê Emşê dibêje: “Havînê em dişewitîn, zivistanê jî em ji serma diricifîn. Mala xwedê ava, em heta niha man.”
‘Dema hatim Şengalê min derî maç kir’
Heta wê demê xemgînî li ser çar û lêvên dayê ye. Wê heta dawiya temenê xwe jî vê xemgîniyê bi xwe re bigerîne lê dema mijar dibe Şengal kenek li ser hestên wê zêde dibe. Kenekî nîvcomayî, tije hesret, tije bêrîkirin... Dayê Emşê dibêje: “Dema ez hatim min derî maç kir. Min got, ‘ez hatim axa weten. Axa bav û kalan.’ Dibêjin, ‘marê ji wê marî, badî hezar salî, her wê biçe qula wî dîwarî.’ Her ev der dîwarê me ye. Min digot, ‘xwedê, tu min li tu der û cihan nekujî heta biçim ser axa bav û kalan, axa Şengalê.’ Der û cih xweş e, weten xweş e. Belê Şengal gelek xweş e.”
Dayê Emşê ji me re dibêje: “Xwedê bike hûn jî di nav xêr û xweşiyê de bin, tu zirarê nebînin. Rebil Alemîn tifaqeke xêr di dinyayê de çêbike. Dinya bi xwe dinyayeke paqij û nezîf û bi xêr bû. Ne beşer ewqas bêxêr bû ne jî ev ferman bi serê beşer de nedihatin. Çû, hemû çû. Xwedê qewetê bide ciwanan temenê wan dirêj bike.”
Dayê Emşê bi eslê xwe ji Gundê Barê ye. Dema wan hemûyan bi zorê tînin Digurê dayîka sê zarokan e. Dayê Emşê dibêje: “Em li Barê bûn, bav, kal, dayik, xwişkên me li Barê bûn. Em rakirin anîn vê ax û ava tahl. Kuştin tê de tunebû lê wê demê ji fermana DAIŞ’ê pîstir ev ferman bi serê me de anîn. Li ser ava şêrîn, kaniya Barê, milkên me, rezên me... Anîn me li vî cihê danîn. Keda dest û tiliyên me hemû çû. Xwedê wan fermanan bibe û venegerîne. Hemû çû... Însan zû bimre çêtir e, hemû bû kul û ket nav dilê me. Ka kur, ka bira, ka dayîk, ka xwişk. Hemû çûn. Em bûn hevalên kûl û xeman. Agir ket bedena me.”
Ez bawer nakim li ser rûyê vê dinyayê kesek bi qasî Êzidiyan aştîxwaz û xêrxwaz be. Ruxmê hemû zilm û zordariyê, Dayê Emşê dibêje: “Daxwaza min a mezin e Êzidî li ser Êzidayetiya xwe bin. Êzidî riya xwe bizanibin qenc e. Mesîhî jî riya xwe bizanibin qenc e. Misilman riya xwe bizanibin qenc e. Rêûresm hemû qenc in. Her yek li ser riya xwe bimeşe wê jiyan çêtir û xweşiktir bibe.”