“Hene çermê serî qayîm dike û ji roniya çavan re jî baş e”

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene ji bo xweşikbûnê bi kar tînin. Reda ya 65 salî diyar kir ku dema zarok bûn di cejnan de diviyabû teqez dest û porê wan bi hene bûya.

HÊVA MIHEMED
Hesekê – Heneya ku li gelek deveran weke çandek qedîm jin li dest, ling û porê xwe didin ji çi çêdibe û çawa hatiye ketiye jiyana me. Li gorî ku li ser destê mûmyayan tê dîtin, xwiyaye dîrokek wê ya domdar heye ku bi demê re wekî çand hatiye ferzkirin û piraniya dapîrên me dema li serê xwe nedin serê wan diêşe û porê wan diweşe. 
Dara hinê li gorî rengê kulîlkên xwe wekî du beşan ji hev tê cudakirin. Alba kulîlkên wê spî ne û cureya Miniata jî kulîlkên wê binefşî ne. Hewcedariya wê bi jîngeheke germ heye, ji ber wê jî herî zêde li Mexrib, Misir, Sûdan, Çîn û Hindistanê şîn dibe. Destpêkê jinên van herêman ceribandine û jê sud dîtine paşê jî li gelek deverên cîhanê belav bûye. 
Hene bi destên mumyayan ve hatiye dîtin
Dîroka bikaranîna wê li gorî henek çavkaniyan 9 hezar sal berî zayinê ye. Berê li gelek deverên weke Misirê, beriya ku mirî bihatana veşartin dest û lingên wan dihatin henekirin. Li gorî baweriya wan hene wan ji xerabiyê diparêze ji bo wê jî teqez divê dest û lingên wan bihatina henekirin. Wekî mînakek şênber ev li ser destên mûmyayên Misrê hatiye dîtin. 
Ji zarokatiyê de li porê zarokên keç didin
Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê û li herêma Serhedê zarokên keç ji biçukanî de hînî heneyê dikin û li serê wan didin. Ev weke kevneşopiyek berdewam dike, dema serê wan hînî heneyê dibe êdî nikarin dev jê berdin. Her ku dema henekirina porê wan tê yan serê wan dixurê yan jî diweşe, ji ber wê jî neçar dibin lêbidin. 
Di şîn û xemgîniyan de kes xwe hene nake
Di şîn û xemgîniyan de hene nayê bikaranîn, heta ku demek dirêj derbas bibe dûre bi kar tînin. Dema li van deveran we dayikek porspî dît bizanin xembar e ji lewre porê wê yê spî bê hene maye. Li Taxa Miftî ya bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me der barê çîroka heneyê de, li vê herêmê çawa bûye çandek qedîm ji Reda Ehmed a 65 salî guhdarî kir. Li gorî ku Redayê anî ziman hene di şîn û xeman de nayê stran û ev pêvajo carna çend mehan jî dirêj dike.
“Hene ji bo qeweta çermê serî û çav baş e”
Reda Ehmed a ji dayika xwe hînî çêkirina heneyê bûye û heta niha jî her porê wê sor e got: "Temenê min 10 salî bû dayika min hene di serê min da. Dema ku hene di serê me didan digotin ji bo çermê serî û çav bi qewet bibe baş e. Em jî wisa hîn bûn û me jî li ser û destên zarokên xwe da. Şeva cejnê hene destên me hene dikirin. Dema em roja cejnê digeriyan dest û serê me bi hene bû em kêfxweş dibûn. Ji ber wê tu dayikê ser û destên zarokên xwe bê hene nedihişt, ji bo ji zarokên din kêm nemîne. Ev edet û kevneşopiyên berê bûn. Di dawetan de jî teqez divê ji bo xweşikbûnê porê bûkê hene bikirana. Niha êdî wekî berê zêde nayê bikaranîn. Tenê jinên di temenê min de bi kar tînin.”
Reda da zanîn ku serê wê bê hene be weke ku tiştek jê kêm be û wiha domand: “Niha jî her çend rojan ez serê xwe hene nekim nabe, pê dihesim ku tiştek kêm e. Ez nahêlim ne zarokên min ne jî neviyên min henaya serê min vestirin. Ez bi xwe avê germ dikim xweşik vedistirim û dinixêmim heta çend saetan baş nerm dibe û rengê xwe dide paşê tînim li por û destên xwe didim.”