Hemleyên jinên Tunisê li hemberî tecawîza di wesayîtên veguhestinê de

Xebatên Komeleya Jinên Tunisê bi hamleyên cihêreng hewil dide pêşiya tacîz û tecawîza tayîbetî jin di wesayîtên veguhestinê de pêre ru bi ru dimîne bigire. Heta niha gelek hamleyên weke "Tacawîzkar bi me re siwar nabe”, “Cihê tecawîzkar zindan e” û “Tacawizkar li ser me jinan xeter e” dane despêkirin û heta cihekê encamgîr jî bûne.

ZIHÛR EL-MEŞIRQÎ
Tûnis – Komeleya Jinên Tunisê li hemberî şidet û êrîşên zayendiyên li ser jinan her roja diçe zêde dibe bi navên weke "Tacawîzkar bi me re siwar nabe”, “Cihê tecawîzkar zindan e” û “Tacawizkar li ser me jinan xeter e" hemeleyên hişyariyê daye despêkirin. Ev xebat hemû ji bo jin bikarin bi rehetî bigerin taybetî jî di wesayîtên veguhestinê de çun û hatina wan hêsan bibe. Li gor komxebatên dawiyê di aliyê rewşa aborî û civakî de li Tûnisê hatîn lidarxistin ji sedî 60 jin rastî şidet û êrîşan tên. Ev diyarde êdî aramiya jina Tûnisî ya derûnî û civakî tehdîd dike. Girêdayî mijarê jinên Tûnisê nirxandin kirin.
Elfe H. a 30 salî diyar kir ku di veguhestina giştî de ew bi xwe jî rastî tacawîzê hatiye û wiha domand: “Ji bo tewanbar bê darezandin min hewil da wî bir dozgeriyê, bi hinceta delîlên heyî ne têrkerin ew berda û di rewşa heyî de zagon piştevaniya mêran dike.” 
Elfe destnîşan kir ku piştî tewanbar nehat darezandin wê qeyîrana derunî derbaskir û dît ku bêdengî ne çareseriye, ji ber vê çîroka xwe li ser malperên tora civakî ku li hember sûcên tacawizê li Tûnisê şer dike belav kir. Elfe bilêv kir ku çîroka wê ji aliyê Komeleya Jinên Tûnsî ve hat qebûlkirin û wan ji Elfa re parêzerek peyda kir da ku parastina doza wê bike, ta niha jî doza wê li dadgehane. Elfe anî ziman ku ew ne ya yekem e ku di veguhestinê de rastî tacawîzê hatiye, ji bilî wê jî gelek jin bi heman rewşê re dijîn. 
Emne. M a 50 salî jî di veguhestinê de rastî tecawîzê hat û doza wê li Tûnisê belavbû û di raya giştî de hat bihîstin. Ji ber ew bêdeng nema derket tevlî bernameyek telvizonê bû û behsa bûyera bi serê wê hatî kir. Ji ber wê jî doza wê di salên borî de gengeşeyek mezin da çêkirin. Bi vî awayî wekî encamek, rêxistinên mafên mirovan ketin navberê da ku wan biparêzin û tawanbar dadgeh bikin.
Remle E. ya 25 salî ku xwendekara zanîngehê ye, ji me re çîroka xwe vegot û anî ziman ku ji ber ku di rêwîtiya xwe ya di navbera mal û zanîngehê de rastî tacîzê hat, neçar am dev ji alavên veguhestinê berde û erebeyên bikirê yên taybet siwar bibe tevî ku kiriya wan pir buhaye jî.
Malîha S. a 30 salî ji ber ku di otobusê de rastî tacawîzê hat, dev ji xwendina xwe ya li Tûnis berda û vegeriya wargeha xwe û wiha qala bûyerên bi serê wê hatine dike: "Di sala 2016’an de bi kêfxweşî ez hatim da ku xwendina xwe berdewam bikim, lê tiştê ku bi min re qewimî di dema veguhestina di navber mal û zanîngehê de hişt ku ez kirîzeke derûnî a mezin bijîm û dev ji xwendina xwe berdim."  
Xuyaye ku hemû hemelyên ku Wezareta jin, komelyên jinan û rêxistinên parastina mafê mirovan nikaribû diyardeya tacawîzê di alavên veguestinê de kêm bikin, berovajî wê hejmar her diçe bilind dibe. Jin vê yekê weke karesat binav dikin. Bi belevbûna nexweşiya corona re, nexweşiya tundiyê jî hîn zêde bû. Li gorî jimarên fermî rojane 9-10 zarokên keçik di wesayîtên veguehstinê de rastî tacawîzê tên.
Seroka navenda lêkolîn, belgekirin û agahdariya tiştên li ser jinan tên kirin Nejla El-Alanî, ji ajansa me re qala xebata wan a li hemberî tundiya li dijî jinan bi her awayî xwe bi salan e berdewam dike. Nejla bilêv kir ku navend bi kampanyayên xwe yên hişmendiyê yên ji bo piştgirîkirina zagona jimare 58 a 2017’an, a piştî lêkolînek têde nîşan dabû ji sedî 53,5 jin rastî tundiyê hatine dest pê kir.  
Nejla da zanîn ku li gorî lêkolînên wan weke sazî yên girêdayî rêjeya tundiyê di alavên veguhhestinê de pir zêde bûye û wiha domand: "Em dibînin ji sedî 89.5 jin rastî şîdeta fîzîkî hatine û ji sedî 91 jî rastî şîdeta derunî hatine, vê yekê hişt ku em hamleyên cuda bidin despêkirin. Yek ji wan jî hamleya bi navê “Tacawîzkar bi me re siwar nabe" ye. Ev hamle bi piştevaniya fîrmayek veguhestinê ya Tûnisî hat destpêkirin.”
Najla El-Alanî tekez kir ku tekane piştgiriya bilindbûna vê rêjeyê bêdengî ye, ji ber ku tenê ji sedî 3 ji wan kesên ku tûşî tacawîzê hatine, tişta jiyayî radigihînin ên mayî ji tirsa bertekên neyînî yên civakê bêdeng dimînin. 
Nejla diyar kir ku navenda lêkolîn, belgekirin û agahdariya li ser jinan di sala 2018’an de li parêzgeha başûrê Sfaqis kampanyayek da destpê kirin, ji ber ku ew parêzgeh e ku tacawîz di veguhastina giştî de herî zêde lê heye. Nejla da zanîn ku di sala 2019’an de jî kampanyayek dîjîtal dubare bû û ew di wê baweriyê de ne ku malperên medyaya civakî wekî rêbazek bibandor e ji bo parêzvaniya jinan û şerkirina li hember her cûre tundûtûjiyê. Nejla da zanîn ku ev hewildanên wan hemû derfetek bû ji bo danasîna Zagona 58’an û sepana madeya "chatbot" nemaze beşa 19’an a ku êrişker darezîne û bi 500 heta 1000 dînarên Tûnisî cezabikin.
Hiquqnas Rabab Hadad jî girêdayî mijarê van nirxandinan dike di dîroka Tûnisê de bi vî awayî rabûna rêxistinên jinan a li hemberî tacîz û tecawîzê giring û encamgire, di encama xebatên wan de tecawîzkar tên darezandin û wiha dom kir: “Madeya 226’an a zagonê li dijî tundiya ser jinan e û tecawîzkar bi cezayê du salan girtîgehê tê cezakirin û ser de jî cezayê pere dide. Hewceye cezayê êrîşkarên zarokan zêdetir be.”  
Rabab Hadad ji bo zarokên keç ên rastî şîdetê tên wiha dibêje: “Divê zarokên keç li ser bûyerê xwe bêdeng nekin û serî li navenda polîsan bidin da ku tacawîzkar derxînin holê. Teqez dê zagona Tûnisê mexduran biparêze. 
Civaknas, Sabrîn Acrûdî jî bilêv kir ku her diçe madeyên hişbir dinava ciwanan tayîbetî jî ji temenê 14 heta 30 salî de belav dibe û bi wê re di salên dawî de bûyerên tecawîzê jî zêde bûne. Sabrîn Acrûdî yek ji jinên sereke ya zêdebûna rêjeyê lawazbûna pêkanîna zagonê ye û tekez kir ku rûbirûbûna bi vê diyardeyê re hewce dike ku malbat, perwerde û medyaya civakî bi sazkirina mufredatên perwerdehiyê re bikaribe jinan û zarokên keç ji êrişên dubare di veguhastina giştî de biparêze.