Hedel Mehmûd Ebdulwase bi hêvî û îrade xwe li jiyanê digre

Li Yemenê di şerê navxweyî yê 10 salan de 377 hezar kes ku zêdeyî 13 hezar jê sivîl bûn jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes birîndar bûn. Têkoşîna Hedel Mehmûd Ebdulwase ya ku di encama teqîna topeke hawanê de destên xwe winda kir, astengî derbas kir.

HELA EL-HAŞÎDÎ

Yemen- Ev 10 sal in şerê navxweyî yê li Yemenê di navbera Hûsiyan û hêzên hikûmetê de didome. Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ya Yemenê Hîçam Nahro ragihand ku hejmara kesên ku ji ber şerê navxweyî koçber bûne 4 milyon û 500 hezarî derbas kiriye û ji sedî 80’ê ji wan jin û zarok in. Li gorî raporên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê navxweyî ji sedî 73 ê gelê Yemenê (nêzîkî 23,4 mîlyon) hewcedarê alîkariyên mirovî ne; Ji ber pevçûnan 4,3 milyon kes ji cih û warên xwe bûn û li welêt 377 hezar kes ku zêdeyî 13 hezar jê sivîl bûn jiyana xwe ji dest dan. Derbarê birîndarên Yemenê de amareke rast nîne.

Yek ji birîndarên şer ku di amaran de cih nagire, Hedel Mehmûd Ebdulwase ye. Jiyana Hadel Mahmûd Abdulwase ya 23 salî, çîroka berxwedaniya li dijî desthilatdaran ne. Hedel Mehmûd Ebdulwase di sala 2017’an de li Taxa Kadra ya Cebel Hebaşî ya bajarê Taîzê ji ber guleya topên Hûsiyan bi giranî birîndar bû, destên xwe winda kir. Piştî tedawiyeke dûr û dirêj xwendina xwe berdewam kir û mezûn bû. Piştî qedandina dibistana navîn, çû Saziya Pîşeyî ya Rehabîlîtasyona Birîndarên Şer, da ku alîkariya birîndarên şer bike.

Îradeya derbaskirina zehmetiyan yek bi yek nîşan da

Hedel Mehmûd Ebdulwase da zanîn ku li derdora wê kesên ku her tim rewşa wê ya tenduristiyê tînin bîra wê û dema ku ew bixwaze tiştekî bike jê re dibêjin ku nikare bike û wiha got: “Gelek kesan digotin ji ber ku tiliyên min tunebûn ez nikarim kompîturê bi kar bînim. Min dev jê berneda û ji bo ku ez destûrnameyek navneteweyî bistînim xwe di beşa kompîturê de qeyd kir. Ez fêrî bikaranîna komputerê bûm. Min ji xwe bawer kir û ez bi ser ketim. Dema ez ji nexweşxaneyê derketim û vegeriyam gundê xwe, ez rastî gelek zehmetiyan hatim. Lê bi demê re min ew zhmetî derbas kir û fêrî girtina pênûsê bûm. Dema ez diçûm dibistanê, di destpêkê de ji xwendinê hez nedikir. Lê cesareta mamoste û hevalên min bandorek mezin li min kir. Malbata min piştgirî bû. Tiştê herî dijwar pirsên der barê rewşa min bûn. Bi demê re min vê tiştê jî derbas kir.”

Hedel Mehmûd Ebdulwase, anî ziman ku dayika wê di qonaxên ewil ên birîndariya wê de alîkariya wê kiriye lê  piştî demekê ew bi tena serê xwe karê xwe bi xwe kiriye û wiha got:

“Min xwe pir bêçare hîs dikir. Paşê min bi tena serê xwe dest bi hin tiştan kir. Her çend ez di hin tiştan de dereng bim jî, ez hest dikim ku ez niha jiyana xwe ya normal bi xebata domdar derbas dikim. Ez êdî xwe wek mirovekî astengdar hîs nakim, di her warî de ez fêrî jiyanê bûm. Dema ku gule yekem car li milê min ket, şok derbas kir. Gundiyan û apê min ez rakirim nexweşxaneyê. Dema ez seet 3’ê sibê ji xew şiyar bûm serê min tevlîhev bû û mixabin doktor tu agahî neda min. Ez heta 10’ê sibê li bendê mam. Dema ez ji xew rabûm, min dît ku destên min bi paçên tibî hatine girêdan. Ez difikirîm 'çi hat serê min?'. Min ji apê xwe pirsî û ew bêdeng ma. Dema min dît ku diya min digirî min fêm kir. Berxwedayîn pir zehmet bû."

'Ez jî jinek im ku di her alî de bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû ma me’

Hedel Mehmûd Ebdulwase wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Ti dermankirin tune ku dê destên min vegerîne, lê ez dikarim jiyanek bi hewldanan bijîm bêyî ku qedera xwe qebûl bikim. Bê guman, dema mirov perçeyek ji laşê xwe winda dike jiyan te hemû diguhere. Min protez bikar anîn lê bi karanîna wan rehet nebû. Astengdarî ne tenê bedenî ye. Ez di heman demê de jinek im ku bi hemû zehmetiyên jiyanê re rû bi rû mame. Min xwend û ez bi ser ketim, bi baweriya min divê kesên xwedî pêwîstiyên taybet dev ji kar û xwendinê bernedin. Di jiyanê de bêhêvîbûn tune, bi bêhêvîtiyê jiyan nabe. Divê ew xwedî azwerî, biryardarî û xwestek bin ku ji bo pêşerojê afirîner bin. Divê zarokên keç û jin çi dibe bila bibe bila dev ji xeyalên xwe bernedin û armanca min li zanîngehê xwendina ragihandinê ye.”