Hatîce Toraman 30 salin li kurê xwe digere

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 866’an de mexduriyeta malbata Toraman a 30 salan li peyî windabûna kurê xwe dîtî vegotin.

 
Navenda Nûçeyan– Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 866’an de aqubeta windayan pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de lorînên dayîka Hatîce Torama ya têkoşîna dîtina hestiyê Huseyînê xwe yê berî 30 salan ji aliyê polîsan ve hatibû girtin û êdî agahî jê nehatî girtin hebû. 
Hatîce bilêv kir ku 30 salin êşa wê venemiriye, ji ber ku “êşa cigerê ye” û daxwaz kir ku qatîl bên dîtin û li pêş dadgehê hesab bidin. Hatîce Toraman got: “Kê zarokê me kuştin û avêtin kîjan deverê? Teqez divê qatîl bên cezakirin. Hê nemirî dixwazim vê bibînim. Bila qatîl bên dîtin û hesab ji wan bê pirsîn. Ma ez bi vê êşê bikevim bin axê.” Dayîka Hatîce da zanîn ku heya mirinê dê têkoşîna xwe bidomîne.
“Emê ticarî dest ji têkoşîna xwe bernedin”
Xwişka Huseyîn Toraman Sakîne Toraman jî destnîşan kir ku bi hinceta dem derbasbûye dosya girtin û wiha domand: “Têkoşîna me ya hemû salan bê encamp bimîne jî emê dev ji lêgerîna windayên xwe bernedin.”
Parêzera dozê Gulseren Yoleri jî da zanîn ku dosya Huseyin Toraman jî weke dosya ya windayên dinê bûye.
Daxuyaniya çapemeniyê jî ji laiyê Çagla Seven a di Komkujiya Pirsusê de birîndarbûyî ve hat xwendin.Çagla got: “Em di 30 saliya windabûna Huseyîn de carekdin daxwaza edaletê dikin.
Bila lêkolîn li ser bûyera windabûna Huseyîn bê kirin û sucdar bên darezandin.”