"Gundê ku me civat lê digerandin hest û bûyerên qewimî parve dikirin niha bûye çol"

Ayîşa Xidir di encama topbarana dewleta tirk a dagirker li ser gundê Gozeliyê ku bi 16 km dikeve rojavayê navçeya Til Temirê, mala wê tê hilweşandin dibêje ku ruxmî dagirkerî û êrîşan jiyan didome û ew li hember dagirkeran li ber xwe didin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Sûcên ku dewleta tirk a dagirker li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2018'an ve dike, hemû welat ji nedîtî ve tên ku ev yek jî dibe sedema fikaran. Li gorî çavkaniyên leşkerî dane diyarkirin 19879 car ji destpêka sala 2021'ê heya Hezîrana 2022'an herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine topbarankirin û bombebarankirin. Ji navçeya Til Temirê, Zirgan, Eyn Îsa, gundewarên Girê Spî, Minbic, Şehba heya Kobanê. Her wiha di van êrîşan de stasyona kehrebê, av, dibistan, dêr û mizgeft tevî dehan mal zirar dîtine û hatine hilweşandin. Her wiha di van êrîşan de 94 sivîl jiyana xwe ji dest dane, 186 jî birîndar bûne. Yek ji van gundên ku rastî êrîşên dagirkeriya tirk hatine gundê Gozeliyê ye ku yekser başûrê riya M4 û bi 16 km. rojavayî navçeya Til Temirê dikeve. Gozeliyê dibin du beş, gozeliya Kurdan û Gozeliya Ereban. Sivîlên her du aliyan jî ji ber topbaran û êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên wê ji Cotmeha 2019'an ve heya niha pêk tên, ji dijwariya topbaranê neçar man ku derkevin û xwe bispêrin gundên derdorê. Ji bo ku em bêtir rewşa gund, zehmetiyên ku sivîlên wê dikşînin nas bikin me berê xwe da gundê Mehil ê ku 2 km. başûrê Gozeliyê dikeve û hevdîtin bi dapîra Ayîşa Xidir a 60 salî re kir.

"Em bi hesreta wan rojên aram û bêtirs dijîn"

Ayîşa Xidir di destpêka axaftina xwe de behsa bîranînên xwe yên gund dike û wiha got: "Ez dizanim, ji roja ku min çavên xwe li dunyayê vekiriye ez li Gozeliyê me, min zaroktî û ciwantiya xwe li vir jiyan kir heya ku ez zewicîm û zarokên min çêbûn û dane zewicandin jî. Wate min hemû kêliyên xwe yê jiyanê, bi xweşî û nexweşiya wê li ser vê axê di nava gund de ku bêhna rojên dapîr û bapîrên me jê tê, derbas kiriye. 4 keç û 3 lawên min hene lawê min ê çaran jî şehîd bûye. Lê piştî êrîşên 2019'an de gundê me ket xeta agir, ji dijwarbûna topbaranê em neçar man ku jê derkevin. Niha gund bûye wekî çolekê, malên me hatin hilweşandin. Berovajî rojên berî dagirkeriyê. Em bi hesreta wan rojên aram in. Berî kîjan kêliyê ba bê tirs em derdiketin, heya saetên êvarê jî me bê tirs dijîn. Ê niha ev hemû jî li me bûye hesret."

"Warê bîranînên me niha bûye çol"

Ayîşa Xidir da payin ku berê di nava malan de civat dihat gerandin û wiha domand: "Berê êvaran me li cem cîran û gundiyên xwe civat digerandin, serdana wan dikirin û me hev didît. Lê niha tu lê dinêrî, her yek li cihekî ye. Ew kombûyîn û ravekirina hest û bûyeran bi hev re hema bibêje ji holê rabûye. Aniha ez dixwazim keça xwe bibînim êdî li min bûye hesret. Ji ber ku ew li Çiyayê Kizwanan e û ez jî li nêzî gundê xwe me. Kanê berê em li gund, li cem cîranên xwe û bihev re bûn kanê niha her yek ji me li gundekî û bajarekî ye, çûyîn û hatina bi ser hev de jî tune ye. Berê nexweşek hebûya, saet 03:00 şevê jî bûya me dibir cem bijîşkan lê niha rewş ne wiha ye, em newêrin derkevin ji ber em ê werin gulebarankirin. Gelek kes ez wan nas dikim, ji ber ku nikaribûn xwe bigihîjînin nexweşxaneyan mirin. Ji ber ku di navbera me û çeteyan de tenê rê heye."

"Rê me û çeteyan ji hev qut dike, em wan bi çavan dibînin"

Ayîşa Xidir anî ziman ku rê wan û çeteyan ji hev qut dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Tenê ya ku me û çeteyan ji hev qut dike, rê ye. Em bi çavan wan û ew jî me dibînin, tirsek didin avakirin ku îhtîmal heye kîjan kêliyê gundê me bidin ber topan. Mala min ji ber topbaranê beşek jê hatiye hilweşandin û alavên malê hatine şikandin. Qaşo ez kêfxweş bûm ku di mala xwe de bijîm. Kêfxweşiya min a ku temam nebûyî. Ez neçar mam derkevim û li gundê Mehel bi cih bibim. Carekê ez derbasî gund bûm û min çû li mala xwe nihêrî. Dema ku çavên min bi mala min ket, ez pir xemgîn bûm. Mala mirov wekî kozika mirîşkê jî be, wê li ser aciz bibe ji ber ku kedek pê re daye. Wekî rêzefîlmekê hemû salên me di vê malê de jiyabûn û bîranînên me di ber çavên min re derbas bûn."

"Ruxmî topbaranê jiyan didome"

Ayîşa Xidir bal kişand ser cotkirina erd û hilanîna genim û wiha pêl da gotina xwe: "Ruxmî rewşa ku herêma me tê re derbas dibe, jiyan berdewam dike. Me tovên genim çand û cot jî kir û piştî cotkirinê genim hilanî da ku pê nan çêbikin. Patos ji tirsa topbaranê nediwêrîn derbasî nava zeviyan bibin. Dema ku nanê me jî tunebe, em li tenûrê dixin, qirşik jî tune ne em tepik û pûş tînin û pê agirê tenûrê dikin. Em çiwalan jî li dora depoyê avê digerînin, da ku ba lê bixe û ava me bicemide. Ji ber li vir kehrebe tune ye û hewaya gund pir germ e."

"Daxwaza min ji bo hemû gelê Sûriyeyê ye"

Ayîşa Xidir bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Ne tenê em, daxwaza min hemû gelê Sûriyeyê bi aramî bijî, ma ji wê zêdetir em ê çi bixwazin. Em bi aramî bûn lê ev bela bi ser me de hat her tişt tevli hev kir.