"Guhertina demografîk tunekirina nasnameya Efrîniyan e"

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Parêzer Roşîn Hido rewşa Efrînê û guherînên demografîk ên dixwazin li ser bidin çêkirin nirxand û got: "Li Efrîna dagirkirî rojane guhertinên demografîk pêk tên. Li şûna gundên resen bi dehan yekîneyên niştecihbûnê ava kirine da ku nasname û hebûna Kurdan were tunekirin."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Ev 4 sal in dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê guhertina demografîk bi riya qutkirina daran, talana cihê dîrokî, guhertina navê gundan, ferzkirina hînbûna bi zimanê tirkî li dibistanan û herî dawî jî li şûna gundên resen avakirina yekîneyên niştecihbûnê, li Efrînê pêk tîne. Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan, 16 yekîneyên niştecihbûnê yên nû li gorî xwe avakirine. Li cihek ji wan ê nêzî gundê Basûfanê 255 kon, li gundê Xalidiyê yê navçeya Şêrewa jî 225 vekirine. Li şûna Çiyayê Şêx Mihemed ku bi navê Qazilqî tê nasîn jî 2 yekîneyên ku hejmara yekê ji wan digihîje 447 û yê dinê jî digihêje 100 konan li gundê Tetera, 200 li gundê Til Silorê yê girêdayî navçeya Cindirêsê, 25 li navenda bajêr, 100 li gundê Kefer Şîlê yê girêdayî navenda bajêr, 125 li gundê Barafa, 100 li gundê Bafilûnê yê girêdayî navçeya Şerayê, 135 li gundê Xilalka, 250 li gundê Miqdat, 140 li gundê Qestal ê navçeya Bilbilê, 225 li gundê Ekbez Meydana, 100 li gundê Etmana vedane. Her wiha li gundê Qermîtiliq ê navçeya Şiyê jî 3 yekîneyê ku hejmara wan digihîje 260 konî vekirine. Ji bilî van gelek yekîneyên din jî hene lê hejmara wan heta vê kêliyê nehatiye zelalkirin. Armanc ji avakirina van deveran tunekirina nasnameya Kurdan e ku ev yek ji xewnên Osmaniyan e. Têkildarî mijarê endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê parêzer Roşîn Hido nirxandinên giring kir.
"Dewleta tirk siyaseta tunekirina nasnameya Kurdan dide meşandin"
Endama Rêxistan Mafên Mirovan a Efrînê û parêzer Roşîn Hido di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kiryar û guhertina demografîk a ku niha ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve li herêma Efrînê tê pêkanîn û wiha got: "Siyaseta qirêj a dewleta tirk li hemberî gelê Efrînê berdewam dike. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve heya vê kêliyê armanca wan ew e ku Kurdan ji warê wan koçber bikin û di heman demê de guhertina demografîk pêk bînin. Dewleta tirk siyaseta tunekirina nasnameya Kurdan dide meşandin û li şûna gelê resen, xelkên ji pêkhateyên din û ne ji reseniyên Efrînê li Efrînê bi cih dike. Zêdetirî 400 hezar kes ji pêkhateyên Ereb, Tirkman û Filistînê li Efrînê bi cih bûne."
"Pêwîst e hemû kesên sûcdar di dadgehên navneteweyî de werin darizandin" 
Roşîn diyar kir ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan yekîneyên nişetecihbûnê li Efrînê ava kirine û wiha berdewam kir: "Çeteyên bi navê Emşat ku girêdayî îstxbarata Tirkiyeyê ne, li navçeya Şiyê cihên wekî kampan ava kirine. Di heman demê de li gundê Avrazê yê navçeya Mebetayê yekîneyê niştecihbûnê li cihê ku Newroz lê dihat pîrozkirin ava kirine. Li gundê Şadirê yê navçeya Şêrewa ku hemû gelê wê Êzidî bûn, yekîneyên niştecihbûnê yên bi navê Besme û Rehmê ava kirine.  Her wiha li gundê Bafilûnê ku ew jî hemû Êzidî bûn, çeteyan malbatên Êzidî ji gund derxistin û dest danîn ser mal û milkên wan. Ev hemû kiryar li pêş çavên cîhanê û di nav bêdengiyeke navneteweyî de tên qewimandin. Pêwîst e hemû kesên sûcdar, di serî de Erdogan di dadgehên navneteweyî de werin darizandin û hesab ji wan were xwestin."
Roşîn di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên navneteweyî kir û wiha got: "Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku ev kiryarên hovane û guhertina demografîk a li Efrînê pêk tê rawestînin ji ber ku guhertina demografîk tunekirina nasnameya Efrîniyan dide nîşan. Her wiha divê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê werin derxistin da ku gelên resen ên li warê zeytûnan vegerin cih û warên xwe."