Girtiyên Serêkaniyê tiştên ku jiyane û veşartî mane eşkere kirin

Piştî ku bajarê Serêkaniyê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hat dagirkirin; jiyan bû dojeh. Bi taybetî ji bo jinên li wî bajarî yên ku bi çandên dewlemend re jiyana xwe didomandin. Hinek ji wan di bendên kontrolê de hinek ji wan jî ji bo pirsgirêkên xwe biaxivin çûn cihên têkildar lê ketin kemînê û bi mehan di zindanan de bi her cure xirabiyê re rûbirû man.

Serêkaniyê – Bi hincet û sedemên ku tu eleqeya wan bi rastiyê re tune ye, gelek jinên Serêkaniyê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dagirkeriya tirk ve hatin girtin û ketin zindanan û li wir rastî kiryarên herî xirab ên psîkolojîk û fîzîkî hatin. Ew li bajarekî ku edalet û hiqûq lê nemaye, rastî xirabtirîn şêweyên binpêkirinan hatin… Ew bajarê ku êdî bûye cihê revandin û îşkenceyê 
Di vê çarçoveyê de, ajansa me sohbeteke dirêj bi jina bi nave B N. a 35 salî ku dayika sê zarokan e re kir. Ew yek ji wan jinên ku di girtîgehên çeteyan de girtî maye ye. B N. di axaftina xwe de ev agahî dan; "Piştî ku Tirkiye û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê û herêmên girêdayî wê dagir kirin û hemû deriyên wê girtin, jiyana me gelekî xirab bû. Yên ku di hundirê bajêr de man, ji birçîbûn û nexweşiyan mirin. Ji ber ku ne nan, ne av û ne jî elektrîk hebû. Nexweşî zêde bû tu derfetek ji bo tendirustiyê tunebû. Em nema dikaribûn tehemul bikin. Gelo ev rewş dê heya kengê bidome? Em ji bo xwe mezinan jiyana bi rûmet naxwazin lê belê ji bo zarokên xwe yên ku birçî radizên jiyanê dixwazin. Di destpêka kontrola Tirkiye û çeteyên girêdayî wê ya li ser herêmê de, wan hemî serweta bajêr talan kirin da ku mirovên li wir ji wan re xulamî bikin.”
Dema ku xwestin ji bo pirsgirêkên xwe biaxivin hatin girtin
Der barê sedema girtina xwe de dibêje; "Nema êdî dikaribûm rewşê tehemul bikim, ez nikaribûm êdî bêdeng bimînim. Ji ber vê yekê min bi hejmarek jinan re biryar da biçim yek ji navendên çeteyan da ku daxwaza baştirkirina jiyanê bikim. Min xetera vê gavê dizanibû lê ya ku min nizanibû ev bû ku dê jiyana min ber bi xirabiyê ve diçe. Wan rê da me ku em têkevin hundur piştî ku wan qertên me yên kesane û telefonên me ji dest me girtin. Me hîs kir ku mîna em ê bikevin hundur û dernekevin, bi rastî j  ev tişt qewimî. Piştî ku wan destûr da me em daxwazên xwe pêşkêş bikin,  em tehrîk kirin û alozî derxistin û yekî ji wan bi rengek tinazî got: "Hûn azadiyê dixwazin, hûn dixwazin bibin serdestên mêr û civaka xwe. Ma ne bes e ku em ewlehî û parastinê ji we re peyda dikin? Hûn ji ya ku hûn heq dikin zêdetir dixwazin. Piştî zêdetirî sê demjimêran ku em li bendê bûn ew çareseriyek bibînin, wan em birin navendeke din, em difikirîn ku em ê bi kesên din re li ser daxwazên xwe nîqaş bikin. Me nizanibû ku em êdî girtî ne û em diçûn cihekî wisa ku me yê ji bîr bikira ka em ji bo çi hatine.”
Rastî her cure kiryarên dermirovî hat
Bi gotinên balkêş B N. wiha didomîne: "Dema mayîna min di binçavkirina wan de ne dirêj bû, ew çardeh roj bû lê di vê heyama kurt de ez ji girtiyekî ku cezayê muebetê girtiye, zêdetir hatim îşkencekirin. Wan nehiştin ku yek kêlî bêyî eziyet derbas bibe. Li pêşberî hemû kesên li navendên binçavkirinê, destdirêjî li min dihat kirin û heta tu bibêjî gotinên xirab ji min re digotin bi armanca ku derûniya min xirab bikin û biçûk bixin. Dema ku ew li pêşberî min li ser zarokên min axivîn û gotin ew dikarin zirarê bigihîjînin wan, min xwest ez bimrim. Her wiha  wan gef li min dixwarin û diotin ku dê min bişînin Tirkiyeyê, jiyana xwe ya mayî di zindanên wê de derbas bikim bêyî ku kes ji malbata min bizanibe ez li ku me. Bi rastî ew îşkenceyên psîkolojîk ên herî xirab bûn ku mirov rastê wan tê. Ev hemû qewimîn tenê ji ber ku min mafê xwe û zarokên xwe xwest. Wan ji min re piştrast kir ku bajarê Serêkaniyê êdî ne jîngehek ewledar e û tê de rêz ji jinan re nayê girtin.” 
 B N. bi bişirînek birîna xwe vedişêre û dibêje; "Ez nikarim bawer bikim ku îro li mala xwe û di nav zarok û malbata xwe de me. Hezkirina vê hestê xewnek dijwar bû. Piştî ku hevserê min û yek ji xizmên wî ji bo ku navê min ji lîsteya teşwîqkerên provakasyonê derxin dirav dan ez serbest hatim berdan. Desthilatdariya wan ew e ku hemwelatî dirav bidin dewletê. Berî ku ez serbest bêm berdan, yekê ji wan ji min re got, tu yê ji yên din re bibî ders. Bi van gotinên xwe, wî eşkere kir ku divê ez bêdeng bimînim da ku ez bijîm û li gel malbata xwe bimînim.”
Ji ber şewat û şopên li ser rûyê xwe bi rûpoş digere
Li aliyê din jina bi navê H C. a 43 salî, di destpêkê de, qebûl nekir ku li ser tiştê wê di girtîgehên çeteyan de jiya ye biaxive lê ji ber xirabûn û şewatên ku di rûyê wê de çêbûbûn û bûbûn sedem ku ew di danişînan de rûpoş bide ser rûyê xwe axivî û wiha got: "Ez nema dikarim ji malê derbikevim û ne jî dikarim bi mirovan re biaxivim, rûyê min bi tevahî xera bûye, zarok gava ku min dibînin ji min ditirsin. Rûyê min beriya teqîna sûka Al-Hal a bajêr ku di havîna borî de bû, newisa bû. Di teqînê de bi dehan kes hatin kuştin, jin jî di nav wan de hebûn. Piştî vê bûyerê bi çend rojan ez  bi mebesta kar çûm bajêr û di bendeke kontrolê re derbas bûm. Ez hema hema her roj diçûm wê derê lê ew car cuda bû, ji ber ku pirsên wan pir xuya dikirin û di dawiyê de wan ferman da min ku ez ji wesayîdê dakevim û bi wan re biçim cihê lêpirsînê.”
H C. wiha axaftina xwe didomîne: "Wan ez birim yek ji firoşgehên xwe yên li sûka bajêr. Min tirs û xofek dît. Mesele êdî ne tenê pirs û bersiv bû. Min bi bihaneya ku ez li ser karê xwe dereng mam, ji wan xwest ku biçim. Lê yekê ji wan çeka xwe li rûyê min rakir û ji min re got ger tu dixwazî bimrî, ji vî deriyê derkeve. Ez pir tirsyam, ji ber vê yekê ez bêdeng mam. Piştî zêdeyî saet û nîvekê, wesayîdeke çeteyan hat û wan ez xistimê. Di vê navberê de, min hewl da birevi, lê ew pir bûn û min dest bi qîrînê kir lê kesê nikaribû alîkariya min bikira ji ber ku çekên wan hebûn û kuştin vebijarka wan a yekem bû.” 
Ji ber wêneyê xwe hat girtin
H C. hewl da ku di dema axaftina xwe de hêza xwe kom bike lê gotinan alîkariya wê nekir û dest bi girî kir û got: "Wan ez birim avahiyek sêqat ku li dora wê çend xanî hebûn. Min ew chh nas nekir. Ev dibe ji ber tirsa ku min dîtibû, ji ber vê yekê ez tenê fikirîm ku birevim û vegerim gel malbata xwe yan jî çi rê bibînim biçim xwe xilas bikim. Lê tewş bû. Wan ez birim odeyeke ku pênc jin tê de hebûn. Ez nizanim sûcê li dijî wan çi bû û ez heta roja din mam. Ez  nizanim çima ez li girtibûm, heya ku kesek hat û bi navê min gazî min kir. Min digot qey ez ê derkevim derve lê wî ez birim odeyek din, li wir kesek li benda min bû. Di destê wî de çend wêne hebûn. Min nizanibû ku ew wêneyê min e heya ku wî ew danî pêşiya min û got: " Tu wê nas dikî? Min got: "Ev ez im, wî got: "Yanî, tu îtîraf dikî. Min got ez ê bi çi itîraf bikim, gava min wisa jê re got, wî ava germ li rûyê min kir. Min nekaribû destên xwe deynim ser rûyê xwe ji ber ku ew girêdayî bûn. Ji ber vê yekê min dest bi qîrînê kir lê kesî dengê min nebihîst. Der barê wêneyên min ên di destên wî de, mixabin rojek berî teqînê ez nêzîkî bazarê bûm û hin wêneyên min hatibûn kişandin û navê min di lîsteya gumanbarên ku teqîn pêk anîne de bû.”
Der barê dema ku wê di girtîgehê de derbas kir de jî dibêje; "Tam dema wê nayê bîra min. Şev û roj li gel min dişibiyan hev ji ber ku min rojên binçavkirinê li jêrzemîna li binê avahiyê derbas dikir. Birçîbûn û tîbûnê em kuştin. Jixwe min ji nexweşiyên kronîk ên nefesê êşê dikişand û li jêrzemînê hewa tunebû. Wan guh neda nexweşiya min heya ku nexweşiya rebû bi min re çêbû.”
Bi pere serbest hat berdan
Der barê sedema berdana xwe de, H C. got: "Dema ku malbata min dest bi lêgerîna min kir, ew têgihîştin ku ez ji hêla kirêkeran ve girtî me. Piştî ku zêdetirî çar mehan derbas bû, li gorî ku birayê min ji min re got. Wan bi her awayî hewl didan xwe bigihîjînin min û min derxin derve. Çeteyan her carê ji wan re digotin ku wan ez şandime Tirkiyeyê, ji ber ku ez yek ji gumanbarên herî navdar bûm. Piştî gelek hewldanên malbata min, wan karîbûn cihê min bizanibin lê wan nehişt ku ew min bibînin. Piştî ku bavê min û birayê min zêdetirî 22 milyon lîreyên Sûriyeyê dan, wan ez li sûka bajêr serbest berdan, malbata min li wir li benda min bû.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tirkiye û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî bajarê Serêkaniyê, bakurê bajarê Hesekê kirin. Ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi wan re şer kirin, Tirkiyeyê dest bi êrîşên hewayî kir û dûre Serêkaniyê hat dagirkirin.