Girêdêra xweliyê lêkin bi têra jin şer dikin weke mêra
Gundê Girêdêra bi têkoşîna jinan hatiye parastin û tê nasîn, di rûpelên dîrokê de behsa wê nehatiye kirin lê çîroka wê her jin û zarokên vî gundî dibêjin û ji nifşek derbasî nifşkî din dibe.
ROJ HOZAN
Qamişlo - Jin xwedî mîraseke dewlemend in di dîroka têkoşînê de, ev dîroka ku nehatiye nivîsandin jinan bi riya gotina çîrokan parastine û derbasî nifşên pêşerojê kirine. Gundê Girêdêra girêdayî navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ev gund bi têkoşîn û keda jinan tê nasîn û xwedî dîrokeke kevnar e digihîje 400 sal berê, tê de destanên qehremaniya jinan di şeran de hatine nivîsandin. Girêdêra her bostek ji axa wê dîrok e navê wê ji dêrên xirîstiyanan hatiye ku berê lê hebûn û heya niha di bin girên gund e şûnwarên dîrokî de hene û ji aliyê şêniyan ve tên dîtin. Li rex dîroka tijî qehremanî, axa wê jî ji bo çandiniyê dewlemend e, tevgera mirovên wê bi avakirina jiyanê re zindî ye. Dema mirov derbasî gund dibe dizane ev gund bi rastî yê jinan e, ji ber ku di her xulekeke ji jiyana wê de jin di nav ked û berhemdayînê de ne.
Ger mirov derbasî gundê Girêdêra bibe, zarokek bisekinîne û jê re bêje Girêdêra çi ye, yekser wê vê gotinê bêjin: “Girêdêra xweliyê lêkin bi têra jin şer dikin weke mêra” nîşaneya vê gotinê jî balê dikşîne ser lehengiya jinan û şopên wan ên dîrokî. Ji bo bêtir em dîroka vî gundî û şerê tê de qewimiye bidin nasîn, em ê di vê der barê de li jinên parêzvanên dîrokê guhdar bikin. Dayika Coza Mistefa Feqe Remo a 65 salî malbata wê gundê Girêdêra ava kiriye û di demên berê de dapîr û bapîrên wê di nav şerê dîroka Girêdêra de cih girtine û gelek kes ji malbata wê di şer de hatine qetilkirin.
Li gundê Girêdêra dîroka têkoşîna jinan
Coza dîroka Gundê Girêdêra ji me re pênase kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez zarok bûm ji min re dîroka Girêdêra hatiye gotin her wiha li pir civatên jinan min bihîstiye. Dapîrên me heya ji wan hat ev dîrok bi me dan jiyîn û vaye îro em jî ji zarok û neviyên xwe re dibêjin. Li gundê Girêdêra şerekî pir giran qewimiye, ev şerê berjewendiyan bû. Her kes dizane berê civak di nava şerê berjewendiyan de bûn û hikûm bi axayên desthilatdar re bû, ji bo wê her şer di navbera eşîran de diqewimîn. Di wê demê de eşîreke Ereban bi navê Xemer êrîşî Girêdêra kir, bi armanca bidestxistina cihên avî û axa dewlemend şer derket. Li destpêka gund girê Qelawiza heye, ev gir sembola vî şerî bû û navê Qelawiza lê hat kirin ji ber jinan qelawezî dikir û berî bikevin xetên parastinê xwarin û erzaq dibirin ji mêran re. Di şer de 80 mêrên gund û jinek hatin qetilkirin piraniya wan ji bapîrên min bûn. Mêrên gund li ser kevirekî reş hemû hatin şerjêkirin û heya niha jî şopa şûran li ser vî kevirî ye û di gund de weke sembolek me daniye. Dema mêr hatin qetilkirin jinan melevanî kir mewziyên şer girtin û qehremaniyeke bêhempa dan meşandin, wekî ku dihat gotin van jinan li ber xwe dan heya gund ji êrîşê xelas kirin û serkeftina xwe misoger kirin. Jinan di şer de têr tijî ax dikirin û bi dewaran ve li qada cengê digerandin da toz hil bibe û bikaribûn dijminên xwe bişkînin. Dibêjin ku dijminên digihîştin ser girê Qelawizê jinan bi wan digirt, serê rimê wan dişkandin û ew ji gir davetin, ji bo wê li gund dibêjin “Girêdêra xweliyê lêkin bi têra jin şer dikin weke mêra.” Ev hemû dîrokê negotin lê dapîr û bapîrên me her bi me dane parastin.”
Vegera ser ax û koka xwe
Coza di dewamiya gotina xwe de bal kişand ser şer gundê Hinêwiyê ku ew bi xwe jî 55 sal lê jiya ye û wiha pêde çû: “Gundê Hinêwiyê jî nêzî Girêdêra ye û girêdayî malbata me bû, bavê min li Hinêwiyê zewicî û em li wir dijiyan. Dema ku ez zarok bûm dijminatî di navbera me û eşîreke Ereban de dîsa derket xwestin em ji gund derkevin, em neçar man ji gund derbikevin. Ew şer min bi çavên xwe dît û me xwest em dîroka Girêdêra lê dubare bikin lê mixabin dem hatin guhertin. Dema em ji Hinêwiyê derketin di şerê Girêdêra de em vegeriyan gund, di rê de xwîşka min a biçûk ji tirsa şer digiriya, min jê re digot negrî em nakevin. Her min dîroka qehremaniya jinan di Girêdêra de danî bîra xwe û wisa ez zarok jî bûm lê min cesareteke pir xurt digirt. Ji wê demê heya niha ez li Girêdêra dijîm, zewicîm û vegeriyame ax û koka xwe. Hêviya min ew ku ev çîrokên me neyên jibîrkirin ji bo ku her şop û nîşaneya têkoşîna jinan di her dîrokê de bê nivîsandin.”
Li kêleka dîroka tijî qehremanî gundê Girêdêra bi jiyana komînal, ked, çandinî û berhemdayîna jinan jî tê naskirin têkildarî mijarê jinên gund ji me re axivîn.
Li gundê Girêdêra jiyana komînal
Jina bi navê Mislima Seyîd Emîn behsa jiyana komînal û xwedîkirina sewalan li gund kir û wiha dibêjê: “Em jiyana komînal dijîn, hemû roja me bi ked û berhemdarî derbas dibe. Serê seherê zû ez radibim û dest bi xebatên xwe dikim. Ez 60 serî mîh û bizin xwedî dikim. Her roj pezê xwe didoşim û ji ji şîrê wan penêr, mast, sîrik û nivîşk çêdikim beşek jê ji bo malê û beşek din jî ez li bajêr difroşim her wiha hiriya sewalan jî difroşim. Jinên Girêdêra tevgera wan pir zindî ye, tu kes bê xebat tune ye. Pir caran em alîkariyê didin hev, berhemên xwe bi hev re diguherînin û wiha bi hezkirin em dijîn.”
Rewşa çandiniyê û dewlemendiya axê
Hêvî Omer jî ji neştecihên gund e lê ji dayik bûye û li wê derê zewicye jî qala rewşa çandî û dewlemendiya axa gund kir û ev tişt got: “Gundê me bi hêşînahî û ava xwe tê nasîn, ji bo wê li hawirdora gundê me bexçe û xweşikbûna xwezayê baş tê dîtin. Aboriya gund dewlemend e û hemû niştecihên gund aboriya xwe ji çandinî û xwedîkirina heywanan bi dest dixin. Axa Girêdêra sor e pir xweş e ji çandiniyê re û gelek kanî jî di gundê me re derbas dibin em jê bexçeyên xwe ava dikin. Hemû cureyên şênahî û fêkiyan em diçînin ji bacanên sor, îsot, bacanên reş, bamî, melûxî, xeyar, zebeş, dolme, kuncî û hemû şênahiyên ku dilê me dixwaze. Her wiha fêkiyên me jî ji malê ne darên mişmiş, tirî, xox, henar, birteqal, lîmon hemû ligel me hene û her sal em berhemên wê dixwin. Gundî berhemên xwe li bazarê jî difroşin û şênahiya me bi nav û deng e. Gundê me damarê jiyana bajêr e, ji ber ne tenê şênahî em berhemên sewalên xwe jî difroşin. Jiyana me di nav bexçe û xwezayê de ye.”