‘Ger jin û dayik bi hêz bin bandora baş li ser zarokan çêdikin’

Jineke bi hêz û kedkar Dinya Kemal gihîştiye wê baweriyê ku jin bi hewldanê dikarin bigihîjin armancên xwe û ji bo zarokan bibin mînaka dayîkek serkeftî û dibêje: “Bixwebawerbûn û xwe spartina xwe, her dem mirovan digihîjîne serkeftinê.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Civaka Kurd her dem ji bo xebata jinan bûye asteng. Li gorî nêrîna gelek kesan cihê jinan ew e ku di malê de bin û karên malê bikin, zarokan xwedî bikin. Lê belê jinên Kurd jî êdî vê sînorê ku wan xistiye nava malê derbas kirine û bi ked û hêza xwe kar dikin, bi ser dikevin. Jinên Başûrê Kurdistanê bi gavên xwe yên ji bo jiyanê bi ser dikevin û digihîjin armancên xwe. Ji bo gihandina aramanca xwe jî jin hemû haza xwe bi kar tînin. Dema ku bi awayekî baş jiyana xwe bi rêxistin bikin ji bo civak û malbatê dibin mînak.

Yek ji van jinên ku mînak e û bi keda xwe kar kiriye û serkeftinek baş bi dest xistiye Dinya Kemal e. Dinya li bajarê Silêmanî ji dayik bûye, xwedî kompanya geştûguzarî ya ‘wings angel’e û di heman demê de rêveberiya xeta esmanî ‘fly bagdad’ e û xwendekara zanîngehê ye. Di sala 2005’an de dîplomeya beşa peywendiyan ji peymangeha teknîkî ya Silêmanî bi dest xistiye. Di sala 2019’an de di aliyê bazirganiyê de careke din dest bi xwendinê kiriye. Dinya hem dixwîne, hem kar dike û hem jî karûbarên mala xwe dike di hemû aliyan de jî serkeftî ye. Dinya diyar kir ku bi hewldan û kedê jin dikarin bigihîjin serkeftinê.

‘Xwendin girîng e’

Dinya ya ku temenê wê 37 salî ye, diyar kir ku di destpêka temenê ciwantiya xwe de ji xwendinê hez nedikir û zêdetir ji derbaskirina demên xweş hez dikir, li gorî wê wisa bû ku tu sûda xwendinê nîn e û tenê ji bo bidestxistina dîplomeyê ye. Dema ku ketî nava qada kar 33 salî bû û ji bo xwe ofisek taybet vekir lê li vê derî girîngiya xwendinê hîn bû û careke din dest bi xwendinê kir û dibêje: “Xwendin girîngiya xwe heye, bi vê riyê mirov dikarin zêdetir fêr bibin û xwendin ji bo pêngavên jinan nabe asteng.”

Dinya der barê avakirina ofîsa geştiyariyê de destnîşan kir ku piştî gelek karên cuda di qada geştûguzariyê de bi berfirehî kar kiriye û bi xwe biryar daye ku ji bo xwe ofîsek taybet veke û tenê di karekê de sînordar nemine û wiha got: “Gelek caran kesên nêzî min û hemwelatî dema ku serdana min dikirin daxwaza cihek din dikirin lê belê nebû, wê demê min biryar da ku ofîsek hebe.”

Dinya Kemal di temenê 31 salî de ofîsek ava kir, dema ku ava kir, bi vê yekê xwest ku di karê ku tê de bûye xwedî ezmûn û nexwest tenê êdî bi karekê tenê ve mijûl bibe û ji derveyî wê jî fikirî ku bi damezrandina ofîsa geştûguzariyê dikare derfetên kar ji bo ciwanên din peyda bike û fêrî ezmûna jiyanê bibin.

‘Rêxistinkirina demê mirov digihîjîne armancê’

Dinya Kemal da zanîn ku di sala 2019’an de li zanîngeha Amrîkayê ya li Silêmaniyê dest bi xwendina pêwendiyan di aliyê bazirganiyê de kir û bi xwendina beşa bazirganiyê hîs kir ku wê sûdê bigihîjîne kare wê, ji derveyî xwendinê, beşdarî çend dewreyên perwerdeyê di nava welat û ji derve bûye û wiha got: “Rast e karkirin, xwendin û rêvebirina malê û zarokan erkek gelek giran e. Lê belê dema ku kesek bikare dema xwe bi awayek baş bi rêxistin bike dikare serkeftinê bi dest bixe. Rojane diçim dibistan, cihê kar û malbata xwe jî bi rê ve dibim.”

‘Zewac li pêşiya armancan nabe asteng’

Di her pêngava Dinya de li ruxmê hemû astengiyên ji ber rewşa siyasî ya herêmê, hebûna korona û ducanîbûnê jî pêşî lê negirtin. Dayik û xwişka wê di pêşketina wê de xwedî rola sereke bûn û wiha got: “Civak her dem li ser hemû tiştan gotinan dibêjin, ji ber wê jî ev li gorî mirovan tê guhertin ku ka çiqas guh dide gotinên civakê ku ji bo xwe nekin asteng. Vê yekê jî wisa kiriye ku xelk ji karê min razî bin û destxweşiya karê min bikin. Di civaka Kurd de dema ku jinek dizewice, jê re ecêb tê dîtin kar bike yan jî bixwîne. Li gorî wan wisa ye dema ku jinek zewicî jiyan ji bo wê bi dawî bûye, berovajo min piştî zewacê û zarokan dest bi gihandina aramancên xwe kir. Jin bi hêza xwe dikarin bibin xwedî berhem. Ji ber wê nikarin di malê de bimînin û tenê zarokan xwedî bikin. Divê hewl bidin û bibin mînaka jinên serkeftî ji bo zarokan. Ji ber ku zarok her dem li jiyanê temaşe dikin. Ger jin û dayik bê hêz bin bandorê li ser jiyana zarokan jî dikin.”