Gelo qadên giştî tenê ji bo mêran hatine avakirin?

Ji kolanan heya cîhê kar, qadên giştî bi awayekî pergalî li gorî hebûna mêran hatine sêwirandin. Ev nûçe balê dikişîne ser wê yekê ku çawa jin ji ber tirs, tacîz û nîzamên baviksalarî ji kolan, xweza û jiyana rojane tên qutkirin.

SARA PÛRXAZARÎ

Kirmaşan – Mêrên li benzînxaneyê ji bo dagirtîna depoyên wesayitên xwe dikevin rêzê. Li aliyê din, çend mêrên navser li beşa alavên werzîşê ya parkê bi awayekî cidî werzîşê dikin û hinek mêrên din ji bo bikaranîna alavên werzîşê di rêzê de diseknin.

Li nêzî vê qadê, rêzekî ku ji deh dikanan pêktê heye. Hemû xwediyên dikanan mêr in û hemû li kom dibin û bi dengekî bilind li ser pirsgirêka park kirinê nîqaş dikin. Yek ji dikanan berberxaneyek e. Mêrek li ser kursiyê rûniştiye û berber bi baldarî porê wî çêdike. Li kêlaka vê  deriyê jêrzemînek xuya dike. Dema ku mirov hinek serê xwe ditewîne, dikare hundur bibîne. Bi dehan mêr bi şort û bê cil antrenman dikin. Gava ku fêrq dikin keçek berê xwe dide wan, tavilê dest bi nîşandana laşên xwe dikin, dikenin û henekan dikin.

Gelo jin di vê dîmena biçûk a jiyana rojane de li ku ne? Gelo pêkane ku di dîmenekî aliyên cûda yên jiyana rojane nîşan dide de, şopek hebûna jinan tune be? Gelo nîvê civakê jin pêk naynin? Ger wisa be çima nîşanek biçûk a hebûna jinan li van qadan nîne?

Ev nebûn ne tesadufî ye, parçeyekî ya rastiya me ya civakî ye. Nîvê mirovên ku di avakirina vê civakê de rolek dilîzin, bi awayekî bandor ji beşek mezin a qadên giştî tên dûrxistin. Hawirdorên bajarî, deverên kêyfê, rêyên veguhastinê û heta derfetên rojane yên herî hêsan jî ji bo mêran hatine afirandin. Ji bo laşê mêr, hewcedariyên mêran û hebûna bênavber a mêran. Di hawirdorek bi vê awayî de, jin ne tenê nayên dîtin, di heman demê de wekî ku qet li van qadan nehatiye xwestin, xuya dibe.

Jêbirina jinan ji qadên giştî

Dibe ku ev tablo fîşal xuya bike. Lêbelê rastiya civakî, nîşan dide ku derfata jinan nîne ku ji hebûna demkî ya beşek mezin wêdetir diçin bi awayekî wekhev qadên giştî bikar bînin. Li hinek deveran, jin ji ber tirsa tacîzê ji qadên giştî dûr disekinin.

Ev sînorkirin di deverên cûda de tê dîtin. Salonên bedewiyê yên jinan li pişt perde û rûberan veşartî ne, salonên werzîşê yên jinan ji dîtina derve tên veqetandîn û bikaranîna bisikletê û bikaranîna alavên werzîşê ya li parkan ji aliyê mêran ve bêtir tên bikar anîn.

Jinekî ku di taksiyan de xwe dispêre derî û hewl dide ku têkiliyek kêm bike, dibîne ku li kêleka wê mêrekî ku cihekî zêdetir digre, rûniştiye dibîne. Ev tabloyekî hêsan a newekheviya mekanî ye. Li kolanan û di bazara kar de, mêr xwedî rêjeyên bilindtir ên ajotinê, xebatê, beşdarbûna cihên kêyfê û beşdarbûna jiyana civakî ne. Dema ku ev tişt hemû bi hev re tên hesibandin, nîşan didin ka çawa avahiyên civakî û bajarî jinan ji hebûna azad a di civakê de û ezmûnên wekhev dûr dixin.

‘Jin nikare derve bi tenê û bêtirs bigere’

Aktîvîsta mafên jinan a navê Farangîs Elyasî bikartîne, wiha dibêje: "Rêjeyek pir mezin a qadên giştî bi awayekî zêde ji aliyê mêran ve têne kontrol kirin. Ev nayê wê wateyê ku ev cîh bi fermî û eşkere ji bo jinan qedexe ne. Lêbelê, şert û mercên civakî, çandî û ewlehiyê bi vî rengî hatine şekil kirin ku ji bo jinan li gelek deveran dijwar, sînordar an jî ne gengaz bûye. Çiya, xweza, daristan, gol û bi sedan mînakên bi vî rengî qadên azad û giştî ne. Lê rastî ev e ku tu jin nikare di van hawîrdoran de bi tenê û bêtirs bigere.

‘Jin ji qadên mezin ên civakê tên dûrxistin û hebûna wan bi malê ve sînordar e’

Farangîs Elyasî, da zanîn nêzî ji sedî 90’ê ajokaran mêr in û got: “Li deverên bajarî jî, beşek mezin ji qadan ji aliyê jinan ve bi bandor nayên bikar anîn. Tenê li hejmareke sînorkirî ya deverên qelebalix an jî li navendên bajaran jin dikarin ewletir bigerin. Li gorî daneyên îstîhdamê ji sedî 90’ê karên li Îranê, di destê mêran de ye û got: “Ev tê vê wateyê ku rêjeyek mezin ji jinan di tu hawîrdorekî ku wekî cîhê kar tê hesibandin de cih nagrin. Li aliyê din wekî ku min berê jî behs kir, beşek mezin ji şahî û qadên giştî jî ji destê jinan derneketine.” Dema ku ev hemû şert û merc bi hev re tên nirxandin, tê dîtin ku jin ji qadên mezin ên civakê tên dûrxistin û hebûna wan bi malê ve sînordar e."

Demjimêra hebûna li bajaran jî tê sînordar kirin

Lêbelê, baviksalarî tenê hebûna jinan li hinek deveran sînordar nake,di heman demê de diyar dike ku ew kengî dikarin li wir bin. Ji bo gelek jinan, avabûna rojê tê wateya vegera malê û bidawîbûna hebûna wan li qadên giştî. Lê mêr bi sînordarkirinek bivî awayî re rûbirû namînin.

Qadên bajarî, ji bo karanîna hemû kesê hatine sêwirandin. Lêbelê, di pratîkê de gelek hêman wekî ji rêyên veguhastinê bigre heya ronahîkirin û karanîna qadên li dora kolanan, tevgera mêran hêsan dikin û jinan bi bêtir sînordarkirin û bêewlehiyê re rûbirû dihêlin.

Ev rewş encama salan a plansaziya bajarî ya navendî ya mêran e. Di heman demê de nîşan dide ku hebûna jinan a li derva heta li kudere û kengî, ji aliyê avahiyên baviksalarî ve tê bandor kirin. Ev pirsgirêka, hewcedariya têkoşîna jinan ji bo hebûna wekhev li qadên giştî û mafên wekhev hêj zêdetir eşkere dike.