‘Gelekî ku biryara mayînê daye, ew ê tirsê nepejirîne’

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a navçeya Zirganê Rîm Cewher bal kişand êrişên dewleta Tirk yê li ser heremê, got: “Gelekî ku biryara mayînê daye, bêguman ew ê tirsê nepejirîne û riya berxwedanê bidomîne.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Welatiyên Navçeya Zirganê ev 5 sale li hember ewqas êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk heft salî heya heftê salî li ber xwe didin. Hema bêje bi rojan êrîşên hewayî an bejayî li ser navçeyê tê pêk anîn lê rûxmê vê jî şêniyên Zirganê dev ji axa xwe bernadin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin rûyekî din ji berxwedanî û parastinê ye. Ligel êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Zirganê a Kantona Cizîrê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi roleke mezin di warê parastina ewlehiya sivîlan û xilasiya birîndaran de dilîzin.

Der barê vê mijarê de Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Rîm Cewher axivî.

Rîm Cewher derbarê êrişên dewleta Tirk de wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran sivîlan hedef digre her wiha balafirên keşfê (SIHA-IHA) bêyî rawestan li ser navçeyê û gundewarên wê digerin. Di vir de beriya ku em xwe biparêzin, em sivîlên mil bi mil bi me re ne û di bin gera balafirên keşfê û şer de dijîn, bi taybetî jin, zarok û kesên temenê wan mezin diparêzin. Her wiha li navçeyê û gundewaran jî dewriyeyên me yên parastinê digerin û bendên kontrolê jî erka xwe ya welatparêzî û neteweyî bi cih tînin. Her wiha bi awayekî baş em ewlehiya sivîlan diparêzin û hewaya aramiyê di nava ewqas êrîşan de didin çêkirin."

‘Jin bi êrişan re rûbirû tên’

Rîm Cewher da zanîn ku dewleta Tirk rasterast jinan armanc digre û wiha domand: "Bêtir jin û zarok ji zirarên canî û madî di nav êrîşan de dibînin. Herî zêde jin dibin hedef, mînak jinên di nava zeviyên çandiniyê û baxçeyan de, jinên ku tenûran dadidin û nan ji bo zarokên xwe çêdikin her wiha jinên di malên xwe de karê xwe yê rojane dikin û zarokên ku li dibistan û kolanan dilîzin. Di vir de yek ji erkên me ew e ku em bi awayekî lezgîn xwe bigihîjînin birîndaran. Ambulansa me dikeve xizmeta rakirina birîndar û kesên jiyana xwe ji dest didin."

Rîm Cewher bal kişand ser hovîtiya dagirkeriyê bi hedefgirtina jinan û wiha pêl da gotinên xwe: "Em li ser gelek bûyerên birîndariya jinan amade bûne. Lê wekî mudaxeleya lezgîn a destpêkê hevalên me ji birîndarên ku birîna wan sivik in re alîkarî dikin û yên birîna wan giran jî dişînin nexweşxaneyê."

'Yên ku koçber bibûn vedigerin'

Rîm Cewher wiha berdevam kir: "Welatiyên ku ji ber êrîşan koçber bibûn, niha pêl bi pêl vedigerin navçe û gundewarên xwe. Em weke hêzên ewlekariya hundirîn jî di nava gelê xwe de ne, em ji hêza wan û ew ji hêza me moral digrin û em bi hev re hene. Rûxmê êrîşên dijwar û di bin gera balafirên keşfê û yên şer de sivîl karê xwe yê rojane dikin."

'Em ê bi hev re biparêzin û avabikin'

Rîm Cewher bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Di wexteke bi balafiran li ser, gelê me gule, bombe û top tên barandin de, em pêşwaziya sersalê dikin. Lê gelekî ku biryara mayînê daye, bêguman ew ê tirsê nepejirîne û riya berxwedanê bidomîne. Heta dawiyê em ê parêzvanên gelê xwe bin û em ê bi hev re bikaribin zor û zehmetiyan derbas bikin û welatê xwe ava bikin û biparêzin."