Fêrmêsk Caf: Peyva ez ê te bikujim her ku diçe zêde tê gotin

Li herêma Kurdistanê zextên siyasî, aborî, civakî û tunebûna çavdêriyê li ser dezgehên ragihandinê bûye sedema zêdebûna bûyerên kuştin û xwekuştinê. Hevoka “ez ê te bikujim” li hemberî jinan an jî kesên din bi hêsanî tên gotin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Zêdebûna bûyerên kuştin, xwekuştin, tûndîtujî û belavkirina nûçeyan bi awayekî bê tendirust û dûrî exlaqê rojnamevaniyê di nava civakê de bi taybetî li ser jinan bûne sedema belavbûna tirs û xofê. Ev bûyer, bandorê li ser derûniya civaka Kurd dikin, sedema vê yekê jî zextên jiyanî, siyasî, aborî û civakê ne.

“Gelek sedem ji bo zêdebûna zextên derûnî hene”

Qeyran, gendelî û tunebûna pergaleke rêvebirinê, kesên Başûrê Kurdistanê ber bi bêhêvîbûnê ve dikşîne, xwekuştin û tewanên kuştinê zêde bûne. Derûnînas Fêrmêsk Caf da diyarkirin ku zextên li ser jiyanê bûne sedema zêdebûna xem û bûyerên kuştin û qeyrana madî û siyasî nexweşiyên derûnî zêde kiriye û wiha got: “Bi awayekî gelek hêsan bi riya torên civakî yên medyayê dezgehên ragihandinê, hemû kes dikarin hemû tiştan bibînin, hîn bibin, bi taybetî nûçeyên nexweş ev jî dibe sedema çêbûna zextên derûnî ku yên ku nayên derbaskirin. Belavkirina nûçeyên kuştin û xwekuştinê bandorê li ser  kesên bê hiş û bîr, yan jî yên ji êşan. Di lêkolînan de diyar bûye ku ew kesên xwe dikujin piraniya wan ji ber bêhêvîbûna ji jiyanê, rewşa heyî, hinek caran pirsgirêkên civakî jî dibin sedema şîzofreniyê, ew kesên hewl didin êşê bi kesên din bidin kişandin. Di lêkolînan de diyar bûye ku ne xemxwar in lê belê bi rêjeyek kêm şîzofrenî heye. Ji sedemên biyolojîk zêdetir, ew bûyerên ku li ser kesên pê ketine heye sedemên pêketina xemxwariyê û pêşî ya derûniyê, bi taybetî li herêma Kurdistanê ku çend salan carekê bûyerek nû rû diddin hemwelatî nikarin derûniya xwe baş biparêzin. Di aliyê şêwazê perwerdeyê de hinek tûndîtujî û şikandin hene ku ger kesek xwedî başiya biyolojîk be jî ji ber hewşa heyî dikeve bin bandora derûniya xirab.”

“Şêwazê jiyanê li herêma Kurdistanê bûye pêşbirk”

Fêrmêsk Caf jiyana niha ya li herêma Kurdistanê bi bîr xist û diyar kir ku jiyan, bûye cihê pêşbirkê, hemû di wê hewldanê de ne ku bizanin ên li hemberî wan çi dikin û xeyalên wan çi ne û heta ku derê çûne. Sedema vê jî ew pêşketinên niha yên di torên medyaya civakî de ne ku bi hêsanî dikarin agahiya wan ji hemû deran hebe û wiha domand: “Niha li cîhanê xweqiyaskirin zêde bûye, di dema qiyaskirinê de kesên li hemberî xwe kêm dibînin û dibe sedema gefên zêde û wisa dibe ku hestên hesûdiyê çêbibin, ji jiyana ku heye nerazî bin, her dem ji xwe re dibêjin ev jiyana ku heye nexweş e ev yek jî zextên derûnî zêde dike.”

“Aqilê ciwanên niha û berê hev nagire ji ber wê ev rewş derdikeve”

Fêrmêsk Caf da zanîn ku ciwanên di vê serdemê de bi pey xwestekên xwe dikevin û dixwazin weke civakên din azad bin û ev jî bi nifşê borî re hev nagire, ji ber ku ew civakî bûn û plan û armancên li gorî malbatê bûn, ji ber wê ciwanên niha sersar û çavsor in û wiha got: “Nifşê borî xwedî aqil bû, her tişta ku bike yan jî kêmaniyek di jiyanê de bike ji aliyê malbatê ve be yan jî kesek din ve be rasterast digot. Di nifşê niha de peyva ‘Ez ê te bikujim’ bûye peyveke ku mêr berdewam bi kar tînin. Demeke jinek hat gel min, ji min re got bavê min yan jî birayê min dema ku karekî nekim, an jî ne bi dilê wan be ji min re dibêjin rûne ji bo ez te weke filan kesê nekujim. Ev jî bandora wan nûçe û bûyerên ku li ser civakê nîşan dide. Wisa bûye ku jin ji hinek armancên jiyanê dûr dikevin, an jî ev cureyên bûyer û nûçeyan dibin rêxweşiyek ji bo tewanan.”

Fêrmêsk Caf zêdebûna bûyerên kuştina jinan bi aqilê mêrsalarî ve girê da û diyar kir ku aqilê mêrsalarî wisa kiriye ku ew bi xwe biryarê der barê çarenûsa jin û keçan de bidin û wiha got: “Ew pirsgirêka niha pêşbirka di navbera kenalên ragihandinê de û bi armanca zêdebûna bîneran e. Ji ber wê bi vî awayî nûçe û mijaran belav dikin gelek hîle di nava ragihandinê de hene. Sedemên vê yekê jî nebûna çavdêriyê ne. Zêdebûna her bûyerê piştre dibe diyarde û dibe sedema asayîbûna bûyerê û ev jî bêhêvîtî û reşbîniyê zêdetir di pergala aborî û siyasî de belav dikin.”