Fatima Hiso rûxmê êrişan sêwaldariyê didomîne

Fatima Hiso ya ku li dora navçeya Zirganê pezê xwe diçêrîne dibêje: “Axa ku me keç û xortên xwe spartinê, ma em ê çawa wiha rehet teslîmî dagirkeran bikin, bila tirk baş bizanibin heta dawî em ê xwedî li vê axê derkevin.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Li navçeya Zirganê gel dibin êrîş, qirkirin, binpêkirin, dorpêç û xirakirina binesaziya herêmê de dijîn. Lê mirov jiyana xwe bi hûrguliyên watedayîna jiyana di nava şer de digrin dest û wiha wekî destarê her digere berxwedana xwe, li dora axa dapîrên xwe digerînin.

Fatima Hiso 50 salî ye, dayika 6 keç û 5 lawan e û dibe dapîra 17 neviyan. Fatima her serê sibê 10 serî pezê xwe, dide pêşiya xwe û li dora Zirganê wan digerîne û diçêrîne. Di navbera Fatima û dagirkeran de satirek ji ax heye, ew satir wê û pezê wê ji sûîkastên dewleta Tirk û çeteyan vedişêre lê belê nikare wê ji balafirên keşfê yên bê mirov û biçek (SIHA) û topên bêserûber biparêze.

Li rojavayê Fatima bi 500 metroyê çek û baragehên leşkerî yên dagirkeran hene. Bi riya radaran tevgera wan tê şopandin. Gelek caran şivanên ku pezên xwe diçêrandin bûne hedefa guleyên dagirker û topên wan, mayin û hemû bermahiyên şer. Fatima Hiso ji me re behsa şivantî û zehmetiyên wê dike.

Di bin êrişan de şivantî dike

Fatima Hiso got ku rewşa wan li gorî êrîşan diguhere û wiha domand: "Niha li navçeyê rewş baş e lê dema topbaran çêdibe em xwe di odeyên binerdan de vedişêrin. Sivîl bi pêşengiya jinan li gorî şerê gelê şoreşgerî tevdigerin, di nava salên êrîşan de ji bo parastina xwe dikaribûn odeyên binerd ji xwe re çêbikin û li gorî pêwîstiyan bi kar bînin.”

Fatima Hiso ya got "Em nikarin pezê xwe li rojavayê navçeyê biçêrînin û wan bibin mirinê, tenê li derdora navçeyê wan diçêrînin” axaftina xwe wiha domand: “Rojê 3-4 danan wan êm dikin. Em bê wan nikarin." Fatima Hiso der barê zehmetiya şivantiyê di nav êrîşan de ev tişt anî ziman: "Roja ku topbaran hebe, em wan êm dikin û di axurên wan de dihêlin. Dema topbaran nebe jî em wan li dora Zirganê li cihê zeviyên pembo, garis û zebeşan didin çêrandin."

Kur û hevjîn filitîn 5 pez hatin kuştin

Pez jî ji hovîtiya dewleta Tirk xilas nebûne, Fatima Hiso dibêje ku par di êrîşên li ser navçeyê de pezê wê zirar dîtine û wiha behsa wê kir: "Par dema ku dewleta Tirk a dagirker mizgeft topbaran kir, li nêzî wê pez diçêriyan 5 serî pezê min hatin kuştin. Wê demê kurek û hevjînê min di mizgeftê de bûn, dema ku ji mirinê xilas bûn, wekî qurban min mihek serjê kir û li 10 malbatan belav kir. Bila bi malê dunyayê be lê ne bi canê keç û xortan be. Kuştina pez wekî kuştina zarokên me ye, wekî ku tu wan ji biçûkaniyê de xwedî bikî heta mezin bibin û ji nişkêve werin kuştin."

Fatima Hiso bi çavên tije firmêsk û dilekî tijî kul wiha kefa destên xwe vekir û got: "Xwedê ji dewleta Tirk nerazî be û topa serê sibehê lê bikeve, ma dewleta Tirk çi li ser hev hişt? Tiştek ji destê me nayê em bikin, van ev dewleta tirk cîhan hemû xistine nav kul û derdan, ma heta kengê dê wiha bidome? Dewletên hegemon Rûsya û Emerîka û welatên biyanî li pişta dewleta Tirk nebûna, wê îro nikaribûya ewqas sûc bikirana."

'Li ser hesabê me tirk dixwazin erdekî ji xwe re çêbikin'

Fatima Hiso bal kişand ser erd û rûmeta xwe û wiha pêde çû: "Ne rûmet û ne jî erda me, ev her du tişt bi xwînê jî dîsa nayên dayîn. Wê rojek were em ê bêhna serkeftinê bikşînin, wê rojên bi êş derbas bibin û rojên xweştir û çêtir werin. Axeke ku me keç û xortên xwe spartinê, ma em ê çawa wiha rehet teslîmî dagirkeran bikin lê bila tirk baş bizanibin heta dawî em ê xwedî li vê axê derkevin. Ma çi dewleta Tirk li vir heye, qey nû dixwaze ji xwe re erdek çêke li ser hesabê me? Lê ew çi bike jî bostekê ji axa me ya pîroz wê nebîne."

Fatima ya ku li dora malên zarokên xwe ku di encamê topbaranê de zirar dîtine, pezê xwe diçêrîne, balê dikşîne ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li ser malên sivîlan û zarokên wê de pêk anî ye.