Fanosên Walaa El-Şerefî kêfxweşiya remezanê vedigerîne malên Xezayê

Fikra çêkirina fanosên ji qumaş beriya sala 2016'an li Xezayê belav nebûbû lê Welaa El-Şerefî ku derçûya beşa endazyariyê ye, biryar da li ser bixebite, niha jî fanosên wê li tevahiya Xezayê belav bûne.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza- Welaa El-Şerefî dikaribû li Xezayê atmosfereke remezanê bi şêweyeke kevin û bi qumaşên bi kalîte yên ku diya wê ji Misrê ji wê re anîbûn çêbike û wan qumaşan veguherîne fanosan û bi wêneyên kesayetên navdar, wek Bucî, Temtam, Fattota û firoşkarê Kunafa û Masharatî bixemilîne.

Carna şans bandora xwe li jiyana mirovan dike. Bi Welaa El-Şerefî ya 27 salî re jî ev yek çêbû. Dema ku ew çû ba diya xwe ya li Misirê dijî, piştî vegerê bi gelek hûrguliyên li ser atmosfera remezanê li wî welatê bedew hat pêşwazîkirin. Wê bi xwe re parçeyên qumaş anîbûn da ku di mala xwe de bi kar bîne û li vir fikrek di hişê wê de çêbû got: "Çima em wan qumaşan nekin fanos.”

Fikra çêkirina fanosên ji qumaş beriya sala 2016'an li Xezayê belav nebûbû lê Welaa El-Şerefî ku derçûya beşa endazyariyê ye, biryar da ku li ser bixebite. Ew dibêje wê dest bi fikirînê kiriye ka mirov çawa fanosên remezanê bi erzantirîn biha peyda dike lê nedifikirî ku ew ê bikaribe çêbike û bifroşe. Piştî lêkolînê keşf kir ku hin cureyên kartonê ji bo vî karî guncav in û gava ku fanosa yekem hilberand, hemû endamên malbatê dest bi daxwaza yeka din a bi vî rengî kirin.

“Fanosa mezin a li nava salonê şahî û kêfweşiya remezanê bi xwe re tîne”

û Welaa El-Şerefî anî ziman ku fanosa mezin a ku li nava salonê daleqandiye, şahî û kêfxweşiya remezanê bi xwe re tîne û zarokan teşwîq dike ku rojiyê bigrin da zanîn ku bi lêçûnek biçûk li gorî mezinahiya pêwîst çêdibe û got: “Dema ku daxwaz zêde bûn, min biryar da  fanosan çêbikim. Projeyek û ji bo her perçeyek ku hildiberînim berdêlek biçûk digrim da ku bikaribim lêçûnên çêkirina wan bigrim.”

Welaa El-Şerefî bal kişand ku rewşa aborî ya malbata wê bûye sedem ku dest bi karê xwe bike, nemaze ji ber ku hevserê wê nikaribû karekî guncav bibîne ji ber rêjeya bêkariyê ya bilind li Xezayê û wiha domand: "Ez kêfxweş im ku dikaribûm atmosfera remezanê ya li Misirê bi riya qumaşên ku hatine bikaranîn û kesayetên wek Bucî, Temtam, Fattota û firoşkarê Kunafa û Masharatî veguhezînim.”

Welaa El-Şerefî her wiha diyar kir ku ji bo çêkirina fanos û fîguran pêwîstî bi kartonên taybet û sîlîkonê heye, zêdebarî qumaş û hin cureyên xemilandî digel baldariya tam, ji bo ku destên mirov neşewitin û birîndar nebe di dema xebitandina li ser parçeyê hilberandî de. Pêşandanên herî dawî yên li ser înternetê yên şekil, model û kesayetiyên her sal ew e ku ji wê re dibin alîkar bi berdewamî xerîdarên nû bikşîne.

Ji bo kesên dixwazin malên xwe bi lêçûnek kêmtir bixemilînin derfeteke baş e

Tiştê ku îsal herî zêde Welaa El-Şerefî kêfxweş kir, telefonek bû ku wê ji yek ji wan jinên bi riya kirêtfiroşiyê difiroşe. Jê xwestibû ku hejmareke mezin ji fîgur û şeklên xemlên remezanê li firoşgehan nîşan bide ku pesnê kalîte û keda karê ku wê hildiberand kir. Ji hêla xerîdar û jinên malê ve hat ecibandin, bi taybetî yên ku dixwazin xaniyên xwe bi kêmtirîn lêçûnê bixemilînin. Ji ber şert û mercên aborî yên dijwar ên ku bi salan e pê re rû bi rû mane.

Yek ji zehmetiyên ku Welaa El-Şerefî di dema karê xwe de pê re rû bi rû dimîne, organîzekirina demê ye. Di karê xwe de di navbera her sê zarokên xwe de li dibistanê û bicihanîna daxwazan de dimîne. Ew bi taybetî ji bp perwerdeyeke baş girîngiyê dide pêşeroja zarokan. Her wiha ew bal dikşîne ku qutbûna cereyanê li Xezayê xemeke din li ser rewşa dijwar a aborî çêdike, ji ber ku di dema qutbûna 20 saetan de carna xeteke alternatîf peyda nake.

“Dê pêşangehek biçûk ji bo pêşkêşkirina berhemên xwe veke”

Welaa El-Şerefî destnîşan kir ku hin madeyên xav, ji bo ketina Xezayê qedexe ne, wekî makîneyên ku model bi wan çêdibe û ronî dikin. Ji ber vê yekê ew neçar maye ku amûrên din ên alternatîf bi kar bîne û wiha dibêje: "Ez niha xwe amade dikim ku agahdariyên digihîjin rûpela min Instagramê pêşwazî bikim da ku berhemên xwe yên goşeyên malê dixemilînin pêşkêş bikim.”

Der barê fikra berhemên ji bo xemla meha remezanê de, Welaa El-Şerefî dibêje ku ew wek projeyek daîmî di seranseriya salê de ne guncaw e û diyar kir ku di salên mayî de ew karên destan çêdikin. Her wiha da zanîn ku gava din ew e ku van berheman veguherîne da ku ji daran çêbike, li gorî xwestekên xerîdaran. Her wiha dê pêşangehek biçûk jî vebike da ku mêvan bikarin bi destên xwe dest bidin van berheman û bihayê wan ê orîjînal texmîn bikin, bawerî pê çêbibe.