‘Ez naxwazim zarokên min hêviya xwe winda bikin û koçber bibin'

Manal Xerîb a ku koçî Sûrê kir jiyana ku bi keda salan a li başûrê Lubnanê ku bû hedefa êrîşên Îsraîlê li pey xwe hişt, zarokên xwe hîn dike ku bêhêvî nebin û girîngiya neterikandina welatê xwe bizanibin.

FADIA JUMAA

Beyrût – Yek ji wan wargehên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve ku êrîşên Îsraîlê li ser Xezeyê dest pê kir di bin agir de ye gundên li başûrê Lubnanê yên ser bi sînorê Filistînê ne. Xelkê gundên ku her tim ji aliyê artêşa Îsraîlê ve tên bombebarankirin, rastî pirsgirêkeke mezin a ewlehiyê tên.

Lubnan ev demeke dirêj e di nava krîzeke aborî ya kûr de ye. Gelê başûr ku li dijî bandora qeyrana aborî têdikoşe, 8 meh in li hemberî êrîşên Îsraîlê têkoşîna jiyanê didin. Zêdebûna lêçûnên jiyanê, bêkarî û şer herî zêde jiyana jinan hedef digire.

Serpêhatiya Manal Garîb a ku bi malbata xwe re ji Tair Harfa, bajarokekî li Lubnanê ku dikeve ser sînorê Filistînê, koçî bajarê Tîrê kir û piştî destpêkirina şer hemû jiyana ku bi keda xwe ava kiribûn li pey xwe hişt û li wir firinek vekir.

'Ji bo piştgirî bidim malbata xwe çend sal berê min înisiyatîf girt’

Manal Garib a dayika zarokek keçek û du kuran e, diyar kir ku wê 5 sal berê bi kedeke mezin firinek bi navê 'Sac El-Reef' vekir û diyar kir ku dema êrîşan dest pê kir ew wek herêma ewle hatin Tîre. Manal Garib serpêhatiyên xwe yên berî û piştî êrîşan bi van gotinan anî ziman:

“Min 5 sal berê bi desteka malbata xwe firinek vekir. Keça min hemşîretiyê xwendiye. Ew nû zewicî. Kurê min ê mezin beşa endezyariya makînîkê dixwîne û yê min ê biçûk jî înformatîk dixwîne. Ew diçin zanîngehek taybet. Ez jî neçar bûm ku ji bo mesrefan bixebitim. Piştî derketina Covidê krîza aborî zêde bû. Îro şer û encamên wê heye û destek jî têra dabînkirina pêdiviyên jiyanê nake. Ji ber vê yekê min çend sal berê însiyatîf girt ji bo piştgirî dayîna hevjîn û malbata xwe.”

Bi başkirina karsaziya xwe dikeve bazaran

Manal Garîb diyar kir ku beriya vekirina firinê di gelek karan de dixebitiye û wiha got: “Min dest bi karê çandiniyê kir. Piştre min li mala xwe metbexek ava kir û ji bo xwarinên hazir bigirim. Berî pênc salan min firinek bi navê 'Sac Al-Reef' vekir. Ji amadekirina tiştên hevîrî û nan bigire heta bazarkirin û belavkirinê, berhemên min bi navûdeng bûn û ez karîbûm bikevim bazara bajêr ji bo tedarikkirina nanpêjên herî girîng. Hejmarek kooperatîf û dikan û berhemên şaredariyê bûne sedem ku ez qada karê xwe berfireh bikim û demjimêrên kar zêde bikim.”

‘Em neçar man her tiştî li pey xwe bihêlin û birevin bajêr'

Manal Garîb a di berdewamiya axaftina xwe de got "Heta ku şer dest pê kir em di nava aramiyê de dijîn û em neçar man her tiştî li pey xwe bihêlin û birevin bajêr" wiha domand:

“Em ji bo lêgerîna ewlehiyê derketin rê. Ji me re ne hêsan bû. Di bin şert û mercên nediyar û şer de tevgerandin ji bo me pirsgirêkên nû yên aborî, civakî û psîkolojîk derxistin holê. Êdî ji me re pêwîst bûye ku em malekê bibînin û tê de bijîn ku em tê de bi cih bibin û di jîngehek nû û cihêreng de bijîn. Di destpêkê de min jî wek kesên din difikirî ku şer wê dirêj nemîne, ji ber vê yekê ez her roj diçûm bajêr, min sîparîşan amade dikir û rîsk girt. Heta ku rewş xerabtir bû û nanpêjxane hat bombekirin. Piştre mala me hat bombekirin.”

'Ez naxwazim hêviya xwe winda bikin û koçber bibin'

Manal Garîb da zanîn ku kar di jiyana wê de xwedî cihekî girîng e û wiha got: "Min bi nanpêjxaneyeke biçûk dest pê kir û bi demê re ew fireh kir. Karkirin ji bo min şêwazek jiyanê ye. Ez nikarim bê kar bijîm. Li hemberî krîzên cûda berxwedanek e. Ger ez bi hêz bim, ez ê malbateke xurt biafirînim û jiyaneke baş û bi rûmet pêşkêşî wan bikim. Bi xebata xwe ez hînî wan dikim ku ger em bixwazin em dikarin bikin, ji ber ku derfet her tim hene û divê em wan baş û afirîner bikar bînin."

'Sebir û îrade esas in'

Manal Garîb bi gotina "Tevî şert û mercên zehmet" bang li jinan kir û got, "Jin xwedî jêhatîbûneke mezin in. Ger bixwazin bi gelek dijwariyan re rû bi rû bimînin jî dikarin zehmetî û astengiyan derbas bikin. Ger jin ji malê dest pê bikin jî, divê jin wextê xwe ji bo debara xwe û malbatên xwe veqetînin. Sebir û bibiryar girîng in. Destûrê dide wan ku kesayet û hebûna xwe ya serbixwe ava bikin. Ew ê ji bo zarokên wan û civaka derdorê bibe teşwîqek."