‘Ez ji şer reviyam lê careke din min xwe di nava şer de dît’

Asil Umeyra ji bo parastina zarokên xwe ji Sûdanê reviya Xezayê lê li wê derê di nava şerekî din de asê ma. Ew niha li dijî birçîbûn û koçberiyê têdikoşe da ku vegere jiyana bi rûmet.

NEXEM KERACÊ

Filistîn – Asil Umeyra ku bi eslê xwe ji Sûdanê ye, di Nîsana 2023’an de bi du zarokên xwe re ji bo jiyana ewle gihîşt Zîvala Xezayê. Hevjînê wê li Xartûmê ma. Şeş meh şûnde, li Xezayê şer dest pê kir û ew di navbera du şeran de man. Umeyra ku bi koçberî, birçîbûn û bêparbûna ji jiyana normal re têdikoşe, nikare vegere mala xwe.

Asil Umeyra ya 30 salî dibêje ku ew qet nedifikirî derketina ji mala bavê xwe û çûyîna ber bi Zîvala Xezayê ve dê ji bo wê bibe destpêka pêvajoyeke dirêj a koçberiyê. Wê bawer dikir ku ew ê zû vegere û qet xeyal nedikir, koçberî û rawestgehên tirsnak dê bibin rastiyeke ku bi salan bidome. Umeyra wiha behsa wan rojan dike: "Dema ku em cara yekem ji malê derketin, fikirîn ku em ê zû vegerin. Me qet xeyal nedikir ku ew ê ewqas dirêj bidome û em ê li vir asê bimînin.”

‘Ez ji bo cihek bi ewle bibînim hatim Xezayê’

Asil Umeyra balê dikşîne ser ewlehiya zarokên xwe û wiha rave dike: “Ez ji bo ku zarokên xwe ji şer rizgar bikim ji Sûdanê reviyam lê min xwe di nava şerê Xezayê de dît. Tekane tiştê ku dikaribûm li ser bifikirim ew bû ez ê çawa zarokên xwe biparêzim û jiyana wan misoger bikim.”

Asil Umeyra dide zanîn ku ji bo li mala bavê xwe bimîne li ber xwe daye lê dijwarbûna êrîşan ew neçar kiriye ku gelek caran ji bo lêgerîna ewlehiyê koç bike. Her wiha tekez dike ku ezmûna herî dijwar a ku bi zarokên xwe re pê re rûbirû maye birçîbûn e. Ji ber kêmbûna çavkaniyan û nebûna gihîştina alîkariyê, di peydakirina xwarina ji bo zarokên xwe de zehmetî kişandiye û di wê demê de her dem ji ewlehiya wan fikar kiriye.

Astengiyên îdarî û astengkirina alîkariyên mirovî

Umeyra her wiha rastî astengiyên îdarî hatiye û ev yek jî dibe sedem ku pêşiya hewcedariyên alîkariya mirovî were girtin, malbata wê ji vê alîkariyê sûdê negire. Ji ber ku ew Filistînî ye, bi zilamekî Sûdanî re zewiciye û zarokên wê yên Sûdanî hene, îsbatkirina rewşa malbata wê û dayîna agahiyên pêwîst ji saziyên pêwendîdar re bi aloztir bûye.

Umeyra diyar kir ku hinek saziyan hemû agahiyên wê yên kesane xwestine, dûre rewşa hevjînê wê û cihê wî pirsîne. Ji wê hatiye xwestin ku îsbat bike hevjînê wê li derveyî Zîvala Xezayê ye û bi malbata xwe re najî. Di belgeyên wê de diyarkirina welatiya Sûdanê karûbaran zortir dike û ji bo temamkirina qeydkirinê neçar maye gelek caran hewldanan bike. Wê ji hevjînê xwe re pêşniyar kiriye ku dîmenek bikşîne da ku nîşan bide ew li derveyî Xezayê ye lê belê tevî vê yekê jî malbat her gav nikare alîkariyê bigre.

Vekirina deriyê sînor û vegera jiyana normal

Piştî bi salan ji serlêdanan, Umeyra niha dibêje ku pêdiviyên wê êdî bi pakêtên xwarinê yan alîkariya demkî sînordar nîn in. Li riyeke ji Zîvala Xezayê derkeve û jiyana malbata xwe ji nû ve ava bike digere.

Dema ku Asil Umeyra behsa vegerê dike, behsa cihekî nenas nake. Li Xartûmê malek wê heye û ew hêvî dike ku piştî bidawîbûna şer dîsa dest bi jiyanê bike. Her wiha tekez dike ku daxwaza wê ya sereke vekirina deriyê sînor e, da ku bikaribe derbasî Misrê bibe û bigihîje Xartûmê.

Umeyra diyar dike ku ew tenê dixwaze jiyana normal bijî û wiha didomîne: “Ez dixwazim bikaribim zarokên xwe têr bikim, avê bidim wan û keça xwe mîna dayîkên din bibim dibistanê. Em dixwazin jiyana bi rûmet bijîn.”

Şert û mercên giran ên perwerde û tenduristiyê

Asil Umeyra ji ber kapasîteya dibistanê û xercên qeydkirinê yên sînorkirî, di qeydkirina keça xwe ya ji bo dibistanê de zehmetiyan dikşîne. Dibistanek ji bo qeydkirina pola duyemîn nêzî 50 dolarî distîne, ev mîqdar ji bo gelek malbatên ji şer bi bandor bûne pir zêde ye. Ji ber ku dibistanên dewletê nikarin hemû zarokan qebûl bikin, gihîştina perwerdeyê jî sînordar e.

Pirsgirêk tenê bi xwarin û perwerdeyê sînordar nîn in. Jiyana di konan de her roj dijwariyên nû diafirîne, nemaze der barê parastina mehremiyeta şexsî û gihîştina navendên lênêrîna tenduristiyê de. Umeyra dibêje ku carna neçar dimîne ji kesên din alîkariyê bixwaze da ku hewcedariyên xwe yên herî bingehîn bi cih bîne û dide zanîn ku ev yek ji bo wê gelek zor e.

Hişyariya Neteweyên Yekbûyî

Rewşa Asil Umeyra ne şexsî ye, rûyê şer nîşan dide. Bi vegotinên xwe eşkere dike ka şer, koçberî û veqetandina endamên malbatê çawa bi astengiyên îdarî û aborî ve girêdayî ne.

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku di çaryeka yekem a sala 2026’an de li Xezayê dibe ku belavbûna malbatan, tundiya li ser bingeha zayendî û zewaca zarokan zêdetir bibe. Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand ku hewldanên ji bo parastina zarokan û gihîştandina malbatên ji hev veqetiyayî didomin.

Tevî ku ev dane nîşan didin pêdivî zêde dibe ji bo parastina têkiliyên malbatî, daneyên berfireh li ser hejmara giştî ya jin an hevjînên biyanî yên ku li Xezayê asê mane nebes in.

Asil Umeyra riyeke ewle û vekirî dixwaze da ku ji Xezayê derkeve. Ew tekez dike ku mafê bingehîn ji bo wê û zarokên wê ew e ku di nava yekîneya malbata xwe de, dûrî êşên berdewam, jiyana bi rûmet û ewle bijîn.