‘Ez her xebata ji bo Helebceyê bi kêfxweşî dikim’

9’emîn festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê îsal jî hat lidarxistin. Rengîn Selam 5 sal in bi deng û nivîsên xwe coşê dide festîvalê û wêneyan dikişîne dibêje ku ji bo xizmeta Helebceyê karê mezin û biçûk tune ye her xebat girîng û hêja ye.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce- Rojnameger Rengîn Selam ku nişteciha bajarê Helebceyê ye, pênc sal in bi fermî ji bo pêşkêşkirina festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê bi rê ve bibe tê vexwendin û her sal bi awayekî fermî festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê bi dengê xwe yê xweş pêşkêş dike. Rengîn Selam Der barê pêşkêşkirina festîvalê de diyar kir ku 10 sal in bi giştî weke pêşkêşvan merasîman li Helepceyê bi rê ve dibe.

5 sal in di festîvalê de bi denge xwe yê xweş pêşkêşvaniyê dike

9 sal in festîvala Hinar û Payîz ya Helebceyê ji bo hinar, berhemên xwemalî û karên destan tê lidarxistin. Di vê vestîvalê de Rengîn Selam bûye dengê teybet ê festîvala li Helebceyê, 4 sal in bi hevbeşî, 5 sal in jî bi tenê festîvalê bi nivîs û dengê xwe bi rê ve dibe û coşê dide rojên festîvalê. Rengîn Selam got: “Ev du meh in amadekariyê dikim, di roja dawî de hemû erk dikevin ser berêveberiyê. Ez jî bi awayê herî baş hewl didim merasîmê bi rê ve bibim.”

Rengîn Selam der barê rêvebirina merasîman de wiha got: “Ji bo min ji bo xizmetkirina ji bajarê Helebceyê re ne girîng e kar mezin be yan biçûk be kengê pêwîstî çêbû ez ê xizmetê bikim.”

Festîvala hinar û payîzê ya Helebceyê 9 sal in li bajarê Helebceyê tê lidarxistin ji bo xurtkirina geştiyarî aboriya Helebceyê ye. Îsal jî di 2’ê Mijdarê de dest pê kir heta êvara 4’ê Mijdarê wê bidome.