‘Ez ê nehêlim zarokên min bê axa xwe bijîn’

Fatima El-Elî ya ji ber êrişên dagirkeriyê ji gundê xwe yê Serêkaniyê koç buye, li hemberî êrişên dewleta Tirk dibêje, “Ji bo zarokên min bê ax nejîn ez ê asta têkoşîna xwe bilindtir bikim.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Fatima El-Elî jineke 37 salî ye, dayika 8 zarokan e, 3 sal û du meh in ji cihê jidayikbûna xwe Menacîr a girêdayî Serêkaniya dagirkirî koçber bûye. Fatima El-Elî ya ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ji gundiyê xwe buye û neçarî koçberiyê buye.

Fatima El-Elî a qala serpêhatiya xwe dike wiha dibêje: "Nêzî 4 salan e ku em ji gundê xwe dûr ketine. Bê sedem êrîşî me û axa me kir. Em ji cih û warên xwe bûn."

‘Yan em ê bi rûmet bijîn an jî bimrin’

Fatima El-Elî dibêje ku ew û Kurd bi hev re di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de dijîn û wiha pêde çû: "Gelo gelê Tirkiyeyê tiştên tînin serê gelê me qebûl dike? Artêşa tirk a dagirker hat Serêkaniyê dagir kir û em bi zorê hatin koçberkirin lê vê carê hewl dide êrîşî Til Temirê bike, bila baş bizanibe em ê vê carê dernekevin. Em ê li ber xwe bidin, yan em ê bi rûmet bijîn an jî bimrin."

‘Rêveberiya Xweser û YPJ/YPG'ê hêzên parastina welatê me ne’

Fatima El-Elî got ku cara duyemîn e tên koçberkirin û ew kêlî bi van gotinan anî bîra xwe: "Berê jî di sala 2014'an de ji ber êrîşên DAIŞ'ê em hatin koçberkirin lê koçberiya me ya wê demê demkî bû. Wê demê Yekîneyên Parastina Jin û Gel YPJ/YPG'ê bi çeteyan re ketin nava pevçûnan heya ku gundê me rizgar kirin. Gund ji mayinan, erebe û motosiklêtên bombebarkirî û paqij û ewle kirin paşê em vegerandin malên me. Rêveberiya Xweser û şervanên wê axa me rizgar kirin û me parastin."

‘Ji bo zarokên min bê axa xwe nejîn ez ê heya dawî têbikoşim’

Fatima El-Elî bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Ez ji civaka Tirkiyeyê dipirsim; gelo hevjîn, xwişk, dayik û birayên wan tune ne? Dikarin êşa ku em dikşînin bibînin û hîs bikin? Bila Erdogan civaka Tirkiyeyê nexapîne û nebêje ew şerê terorê dike, ew êrîşî gel dike zarokan sêwî dihêle, xwişk û birayên me dikuje. Heya axa me jî êdî nefretê ji hebûna dagirkeran li ser xwe dike. Piştî sed salan jî em ê li vir bin û teqez rojek em ê axa xwe hembêz bikin. Em ji Serêkaniyê derketin lê teqez em ne ji Til Temirê ne ji Helebê ne jî ji herêmeke din dernakevin. Em xwediyên mafên xwe ne û teqez rojekê wê deng û doza me bigihîje cîhanê û were bihîstin. Dewleta tirk êrîşî me dike, em ê jî axa xwe biparêzin. Teqez ez ê nehêlim ku tiştên hatin serê min zarokên min jî bijîn, an jî koçberiya min dît careke din zarokên min bibînin. Ji ber wê jî îro ji bo zarokên min bê ax nejîn ez ê asta têkoşîna xwe bilindtir bikim. Em û gelê Kurd tevî hemû xirîstiyanan em ê bi heman armancê li ber xwe bidin."