Evîndara Helepçeyê Melîke jiyana xwe ji dest da

Melîkeya ku ji zarokatiya xwe ve koçî bajarê şehîdan Helepçeyê kiribû, bi kevir, qirş û qalên bajar re bûbû yek û dema xwe bi berhevkirina wan diborand. Li bajarê ku di meha Adarê de bi bêhna sêvan mirin li ser hatibû barandin, vê Adarê Melîkeyê koç kir û çû warê ber bi hezaran şehîdên Helepçeyê...

 
Helelpçe - Di êvara dereng a 23’ê Adarê de Melîke piştî têkoşîna jiyanê ya li beramberî nexweşiyê koça dawî kir. Melîkeya ku bi navê Melihiye tê nasîn di sala 1935’an de li gundê Hewar ê girêdayî Helepçeyê ji dayik bûye. Piştî gundê Hewar ji aliyê rejîma Baasê ve tê xirakirin li gel bavê xwe koçî Helepçeyê dibin. Destpêka jiyana wê bi karên destan ên rengîn dest pê dike lê belê ji ber nexweşî û mirina bavê xwe di aliyê derûnî de roj bi roj xirabtir dibe.
Melîke gelek ji Helepçeyê hez dikir
Melîke ji Helepçe û Hewramanê gelek hez dikir. Karê rojane yê Melîkeyê bi komkirina kelam, kevirên tîşt û miştik ên Helepçeyê derbas dibû. Her car li ser ew tiştên kom kirine digot: “Rojek wê were pêwîstiya hemû xelkan bi ew kel û pelên min kom kirine çêbibe.”
Melîke ji derveyî hezkirina xwe ya ji bo Helepçeyê, bi gotinên xwe yên bi ken jî bi nav û deng bû. Dema Melîke diçe gel parêzgarê destpêkê yê Helepçeyê û parêzger jê re dibêje; “Melîke xan tu bi xêr hatî.” Melike ji bo bi ken bersiv dide ji parêzger re dibêje “tu û mala min wekî hev in.”
Nivîskar Seba: Eyî Melîke çend sade mirî…
Nivîskara Helepçeyê Seba Ehmed ji bo mirina Melîkeyê wiha ev rêzik nivîsiye: “Ay Melîke! Çend bê deng hatî/Çend bi tenê jiyayî/Çend sade mirî…
Melîke derdê te ew bû ku rojek mirovên te li gel te bin. Ji bo vê her car te hewl dida xwişkên xwe kom bikî û wan xwişkan rojane wekî xelekek li dora xwe kom bikî û wê kombûnê fêrî wana bikî. Lê belê bila dilê te rehet be rojek wê were em ê hemû tiştên te di demên teng de fêrî me kirine zindî bikin.
Kuwêstan Ekrem Ferec serokê Şaredariya Helepçe bi vî awayî behsa Melîkeyê dike û dibêje: “Bila ruhê te şad be hevrêya ezîz Xatun Melîke. Ewqas tu jinek hêjayî ku gotin jî têra te nakin bila ruhê te şad û azad be.”
Melîke nişteciha Helepçeyê bû. Ji ber wê her tim di nava xelkê de bû. Xelkên Helepçe hemûyan Melîke nas dikirin û jê gelek hez dikirin. Melîke di êvara 23’ê Adara 2021’ê de koça dawî kir.