Evîn Cûma: Li herêmên dagirkirî jin bi zordariyê re rû bi rû dimînin

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma têkidarî rewşa jinan di herêmên dagirkirî de nirxandin kir û wiha got: “Bi sedan jin di hundirê zindanên dagirkeriyê de îşkence dibînin û li derveyî zindanê jî destdirêjî li jinan tê kirin.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Hemû hêzên serdest li ser vîna jinan çembereke asteng dane çêkirin û herî zêde jinên ku di herêmên dagirkirî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn rastî vê yekê tên. Di herêmên dagirkirî de hemû rengên îşkenceyê li jinan tên kirin û jiyana wan di nava xeterê de ye. Her çiqas bang li civaka navneteweyî hatiye kirin û kiryarên ku der heqê jinan de tên kirin bi belge digihîjin destên wan jî tu kes xwe berpirsyar nabîne. Jin jiyana dûrî hemû pîvanên exlaqî yê mirovahiyê dijîn û nikarin di civakê de rola xwe bilîzin. Têkildarî mijarê Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma nirxandin kir.

Di herêmên dagirkirî de neçariya jiyanê li ser jinan hatiye ferzkirin”

Evîn Cûma behsa rewşa gel di herêmên dagirkirî de kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Sê sal di ser dgirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re derbas dibe her wiha beriya wê salekê jî dagirkeriya Efrînê bû, di van herêman de rewşa gel pir zehmet derbas dibe. Van êrîşên hovane rewşeke koçberiyê pir xerab bi xwe re anî. Zêdetirî 150 hezar mirov ji cih û warê xwe koçber bûn her wiha li Efrînê jî zêdetirî 300 hezar mirov koçber bûn. Kesên ku di hundirê wir de mane hejmarek pir kêm in her wiha malbatên çeteyan li şûna wan bi cih bûne. Jixwe herî zêde yên ku êşa herî giran dikşînin jin in ji ber komên çete gelek astengiyan ji jinan re derdixin û wan mecbûrî koletiyê dikin. Bi sedan jin di hundirê zindanên wan de îşkenceyê dibînin û li derveyî zindanê jî destdirêjî li jinan tê kirin. Gelek jin piştî ku ji girtîgehan derdikevin dawî li jiyana xwe tînin. Di Efrînê de gelek jin bûne şahidên bûyerên ku di hundirê zindanan de tên qewimandin. Beriya du salan jî dîmenên vê îşkenceyê bi rengekî eşkere derdiketin ser torên medyayê. Li gorî agahiyên di destên me de hin jinên ducanî jî di hundirê zindanan de zarokên xwe danîn dinê bê alîkariya tenduristî û gelek mînakên cur be cur ên vê îşkenceyê hene. Di herêmên dagirkirî de neçariya jiyanê ji bo jinan heye.”

“Gelek zagonên hişk li ser îradeya jinan tên meşandin”

Evîn Cûma bal kişand ser zagonên ku di welatên serdest de li ser jinan tên meşandin û wiha pêde çû: “Li hemû welatên ku ji vîna jinan ditirsin gelek zagonên hişk li ser îradeya jinan tên meşandin. Em dibînin çawa li welatekî weke Îranê jin nikarin bi tena xwe derkevin yan jî mafê xwe yê jiyanê normal bijîn. Hemû detayên jiyana jinan bi qeyd in her wiha li Tirkiyeyê jî qanûnên parastina mafên jinan tune ne û me dît jî bê çawa peymana Stenbolê ya parastina mafên jinan hat betalkirin. Îro di van herêmên dagirkirî de yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heman fikir û qanûn tên meşandin. Ev hemû kiryar û qanûnên ne rewa  ne vîn, azadî û berhemdariya jinên ku afirînerên jiyanê ne diçewisîne. Di rapora belgekirina mafên mirovan de ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibû amadekirin de hat xuyakirin ku jin di herêmên dagirkirî de jiyana ne normal dijîn. Jinên ku dixwazin parastina mafên civaka xwe bikin û ji bo mafên jinên ku tundî li wan tê kirin têkoşîn, rastî hedefgirtinan tê. Bi rengekî giştî hişmendiya hemû hêzên desthilatdar yek e û ew jî li ser jiyana jinan li hev dikin.”

“Bila hemû jin di biryara xwe ya têkoşînê de bi israr bin”

Evîn Cûma banga hevgirtinê li jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema îşkence li jinan were kirin qebûl neke tevî zehmetiyên heyî, ew kesên ku îşkene dikin wê neçar bimînin bi dawî bikin. Jin dikarin piştgiriya hev bikin rêbazên gihandina rastiya vê îşekenceyê pir in û hemû jin dikarin tevli wê bibin mînaka wê jî me serhildana jinan li Îranê dît. Niha tirsa dijminan ji dengê jinan heye ji bo wê bila hemû jin di biryara xwe ya têkoşînê de bi israr bin. Bila jinên cîhanê hemû zextê li dewletên xwe bikin da ku xwedîderketinek li mafên hemû jinan çêbibe û jin azad û rehet bijîn.”