Endazyarên jin ên li Lîbyayê zehmetiyan dikêşin

Li duyemîn welatê ku xwedî nifta xam a herî zêde ye, endazyarên jin kêm e.

HINDIYA AL-ASHEPY

Lîbya - Jin li Lîbyayê di warê xebata xwe de rastî gelek kêşe û zehmetiyan tên, bi taybetî di warê endezyariya erdnasî û petrolê de li welêt, di kar de rastî zehmetiyên civakî û aborî tên û her wiha rastî tacîz û destdirêjiyê tên. Lîbya xwediyê bi dehan bîr û benderên petrolê ye ku bi kadroyên Lîbyayî û biyanî re kar dikin û ji aliyê Kompanyaya Petrolê ya Neteweyî ve tên birêvebirin, tevî vê yekê jî em dibînin ku nûnertiya jinan di vî karî de gelek lawaz e, ji aliyekê ve ji ber zehmetiya xwendina beşa Petrolê û ji aliyê din ve jî rê nade ku endezyarên jin di zeviyên petrolê û benderan de karê xwe bikin.

Ajansa me bi endezyarê erdnasiyê li Şîrketa Kendava Erebî ya girêdayî Kompanyaya Petrolê ya Neteweyî Wefa Hediya El-Şerîf re ji bo zanîna rewşa endezyarên petrolê yên jin hevdîtnek pêk anî.

Zehmetiyên li pêşiya endezyarên jin di sektora petrolê de 

Wefa El-Şerîf diyar kir ku zêdetirî 7 sal in di sektora petrolê de dixebite û wiha got: "Jinên pispor di endezyariya neftê de li Lîbyayê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Rêjeya nûnertiya jinan di warê endezyariya petrolê de li Lîbyayê pir kêm e, nemaze li bajar û deverên herî mezin ku hejmareke mezin ji zeviyên petrolê û benderan tê de hene. Gelek kêşeyên ku jin li Lîbyayê bi wan re rû bi rû mane, di warê civakî, ewlekarî û siyasî de, bandoreke mezin li ser rol û nûnertiya wan a siyasî û aborî dike, ji wan jî eşîr û ketina wê ya li ser dîmenê li piraniya bajar û herêmên Lîbyayê, civak û îmaja qalibê ku ji jinan re çêkiriye. Zehmetiyên ku bi giştî karkerên jin û bi taybetî yên di warê zanistên erdnasî û neftê de pispor in bi wan re rû bi rû dimînin, zehmetiyên civakî ne ji ber ku civak dibîne ku ev kar tenê ji bo mêran hatiye sînorkirin, ne ji bo jinan."

Civak û xebata jinê

Wafa El-Şerîf bang li şîrket û rêveberiyên petrolê yên li Lîbyayê kir ku bi xebatkarên xwe re bi awayekî adil tevbigerin û wiha anî ziman: "Tecrûbe, şiyan û performans tenê cûdahiya ku jin û mêr di karên cûda de ji hev vediqetîne ne. Divê mekanîzmayên ku jin beşdarî xebatên neft û jeolojiyê bibin û rê li ber cudakariya li ser jinan bê girtin, bên danîn. Nêrîna civakê bi salan nehatiye guhertin, lê em wekî endezyarên neftê dixebitin ku bi xebata xwe nerîna civakê biguherînin. Civak hebûna jinan di hin karan de tevî serkeftina wan qebûl nake. Saziya ku bi karê min re têkildar e red kir ku ez pisporiya xwe ya di vî karî de  ji nav zeviyên neftê yên li Lîbyayê pêk bînim, ji ber ku ez jin im. Zagonên Lîbyayê bi piranî ji jinan re û karê wan re dadperwer in, lê norm û adetên serdest e ku pîşe û pisporiyên ku divê jin pêk bînin diyar dikin. Ez neçar mam ku li derveyî welat endezyariya neftê bixwînim, ji ber ku zanîngehên herêmî qebûl nekirin ji ber ku ez jin im."

Qanûnên adil ji bo jinan

Derbarê qanûnên ku azadî û mafên jinan sînordar dikin de, endama Meclîsa Damezrîner a Destûra Bingehîn Dr.Ibtîsam Behîh wiha got: "Yasayên Lîbyayê ku niha di meriyetê de ne, ji bo jinan hatine amadekirin û bi giranî mafên wan garantî dike û piştgirî dide beşdariya wan a siyasî, aborî û civakî di warên cuda de, lê cîbicîkirina van yasayan bi awayekî rast nayê meşandin, lewma ji ber nepêkanîna yasayan bi vî awayî mafê jinan tê binpêkirin. Piraniya eşîrên Lîbyayê ketina jinan di qada siyasî û aborî de red dikin, ku ev yek asteng e li pêşiya kesayetên jin ên ku dikarin li Lîbyayê mezinbûn û geşepêdanê pêk bînin û û beşdariyê di wergirtina postên serokatiyê li welat bikin."

Zagona Kar a Lîbyayê ku di sala 1962'an de derket û guhertinên wê di nav qanûnên herî pêşkeftî de ne di derbarê xebata jinan de, ew wekheviya zayendî li pêş qanûnê destnîşan dikin, mafê karkirinê didin jinên Lîbyayî û rê li ber cudakariyê digire.