Emîne Akşahîn: Divê kiryarên îstîsmara zayendî tu carî neyên veşartin
Hevseroka Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Sena Amedê Emîne Akşahîn bal kişand ser bûyerên îstîsmara zayendî yên di demên dawî de li saziyên giştî zêde bûne û got; “Ji bo ku bi polîtîkaya bêcezatiyê kiryar tu carî neyên veşartin bêyî ku destên xwe bihejînin li derdorê negerin, bi awayekî li ser zarok û jinên din metirsiyê çêbikin, dinava civakê de cih negrin divê tedbîr bên girtin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Di demên dawî de li Tirkiye û cîhanê dozên îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan cihê xwe di rojevê de digrin. Li gorî rapora 2018'an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di cîhanê de Tirkiye di warê îstîsmara zarokan de di rêza 3'yemîn de ye. Ji bilî raporên ku hatine weşandin, îstismarkirina zarokan ku di salên dawî de li Kurdistanê li dibistan, mizgeft û saziyên giştî zêde bûye, divê ji nedîtî ve neyên. Di hefteya dawî de li parêzgeh û navçeyên wekî Wan, Sêrt, Colemêrg, Cizîr û Dîcleyê îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan di çapemeniyê de cih girt. Kiryaren bûyeran jî wekî cerdevan, mamoste, çawîşên pispor, personelên dewletê û xizmên malbatê yên wekî bav, xal û pisman bin, di bûyerên derketinê holê de ne cezakirina kiryaran derdixe holê ku ev îstîsmarên hatine jiyîn ne tesaduf in.
“Polîtîkayên tên meşandin şîdetê zêde dikin”
Hevseroka Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn, bal kişand ser sedemên zêdebûna îstîsmara zarokan a li dibistan û derveyî dibistanê û tedbîrên ku li hemberî wan bên girtin. Emîne Akşahîn diyar kir ku sedema herî mezin a bûyerên bi vî rengî yên li dijî jin û zarokan ew e ku dewlet polîtîkayên desteserkirina mafên mirovan dimeşîne û diyar kir ku hikûmet bi perspektîfa mezheb û civakan siyasetê dimeşîne. Emîne Akşahîn der barê mijarê de ev tişt got: “Bi gotinek derketina Serokkomar ji Peymana Stenbolê, zimanê ku di hemû qadên civakê de tê bikaranîn, cihê ku jin û zarok lê ne, bû sedem ku ev hemû bandorên tundiyê kûrtir bibin. Polîtîkaya bêcezatiyê ya di pêvajoya dawî de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve di zêdebûna tundiya li ser jin û zarokan de jî bi bandor bûn."
“Kiryar bi gelek hincetan ji ceza xilas dibin”
Emîne Akşahîn anî ziman ku polîtîkaya bêcezatiyê bandorê li zêdebûna tundî û îstîsmarê jî dike û got, mamosteyên ku îstîsmar dikin li şûna ji peywirê bên dûrxistin, bi cezayên wekî guherina cih an jî cezakirina pileyê tên xelatkirin. Emîne Akşahîn anî ziman ku li derdor gerana kiryaran a bihêjandina dest û milên xwe van bûyerên îstîsmarê kûrtir kiriye û got, "Dema ku em li dibistanan dinêrin di serdema dawî de belavbûna îstîsmara zarokan û şîdeta li hemberî zarokan a ji aliyê kesên di saziyên ku bi wan re di nava têkiliyê de ne berhema polîtîkayên bêcezatiyê ye. Pêvajoya şopandina dosyeya dozê ji aliyê raya giştî ve bi cihgirtina biryara nepenîtiyê tê astengkirin. Kiryar bi bêcezabûnê ji kirinên xwe xilas dibin.”
“Statuya kesan li pêş mexdûriyeta wan tê girtin
Emîne Akşahîn bi gotina; "Wêneyê ku niha em dibînin hem xemgînî û hem jî şoqê çêdike" bal kişand ser giraniya rewşa xwe û bi bîr xist ku hikûmet ji dayîna mafê jiyanê ya jin û zarokan berpirsyar e. Emîne Akşahîn diyar kir ku ew dizanin bûyer ne hêsan in û ev tişt anî ziman: “Em dibînin ku statûya gel li pêş mexdûriyeta zarok tê girtin, kesê ku bûyer derxistiye holê tê hedefgirtin û disa delîlên berbiçav ên bûyerê tên nîşandan lê hesasiyeta pêwîst nayê nîşandan. Ji ber van rewşan em nikarin bi awayekî tendurist beşdarî pêvajoyê bibin. Ji ber ku em nikarin vê yekê bikin, nikarin bibin alîgirên mexdûrbûna malbat û zarokan. Bi rojan e em li dibistanên bajarên cuda yên herêmê bi bûyerên îstîsmarê re rû bi rû dimînin. Ji bo ku bi polîtîkaya bêcezatiyê kiryar tu carî neyên veşartin, destên xwe nehejînin û li derdorê negerin, nikaribin li ser zarok û jinên din metirsiyê çêbikin, dinava civakê de cih negrin divê tedbîr bên girtin.”
“Divê zimanê ku jin, zarok û xwezayê diparêze bê bikaranîn”
Emîne Akşahîn herî dawî tedbîrên ku divê der barê bûyerên îstîsmarê de bên girtin rêz kir û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir; “Em bi polîtîkayeke bi bandor a ji bo zarokan dixwazin mafê jiyanê yê hemû zarokan bê cudahî were parastin û misoger bibe. Em dixwazin hemû xebatkarên ku bi zarokan re dixebitin li ser perwerdeya zarokan û îstîsmarê, perwerde bibînin. Pêwîst e semînerên ku tê de şêwirmendên dibistanê yan jî psîkolog bi hev re bixebitin bên dayîn. Divê her mamoste di vî warî de xwendekarên xwe bişopîne. Ger mexdûriyet hatibe jiyîn divê bê eşkerekirin. Divê hişmendiya vê di hemû qadên civakê de bê afirandin. Divê ji bo pêşîgirtina îstîsmaran tedbîr bên girtin. Divê em bi zimanê zarok, jin û xwezayê pêvajoyeke nû ya avakirina civakî bidin destpêkirin.”