Emîna Osê: Armanca êrîşê astengkirina aramî û pêvajoya entegrasyonê ye

Endama Kongra Star Emîna Osê diyar kir êrîşên li Hesekê yên li dijî sembolên Kurd û destkeftiyên jinan, hewildanên ji bo têkbirina aramiyê ne û got “Em li vir in ku ji we re bibin alîkar ku hûn encamek çêtir bistînin.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di nava salên Şoreşa Rojava de, jinan bi têkoşîn û fedakariyên xwe gelek destkeftî bi dest xistine û di warên siyasî, leşkerî û civakî de bûne xwedî roleke bingehîn. Lê êrîşên li ser Hesekê, keziyên jinên Kurd, wêneyên nemiran û nirxên civakî dikin hedef. Ev yek nîşan dide ku ev destkeftî hîn jî di bin xeteriyê dane. Ev kiryar ne tenê êrîşên li ser sembol û nirxên jinan in. Di heman demê de erîşên li ser nasnameya Kurdî, azadiya jinan û hemû destkeftiyên ku bi xwîn û têkoşîna salan hatine avakirin in.

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star Emîna Osê, di bersiva pirsên nûçegihana me de, li ser armancên êrîşên dawî yên ku li Hesekê qewimîn û hedefgirtina destkeftiyên jinan axivî.

*Li gorî we, armanca sereke ya êrîşên dawî ku li Hesekê qewimîn çi ne û ev êrîş çawa bi hedefgirtina destkeftiyên jinan ve girêdayî ne?

Piştî destpêkirina pêvajoya entegrasyonê, hinek hêz hewl didin ku ev pêvajo bi awayekî saxlem bi dawî nebe. Bê guman, hinek hêz li dijî pêvajoya entegrasyonê dixebitin û dixwazin rê li ber gihîştina encamekî bigrin. Di vê çarçoveyê de, hinek pêkhateyên Ereb ên li derdora Hesekê bi hişmendiyên Baasî tevdigerin û di bin navê parastina Sûriyeyê de, bûyerên ku li dijî ewlehî û aramiyê ne dikin. Ev kiryar di heman demê de li dijî yekîtiya gelên Sûriyeyê ne.

Armancê van êrîşan ew e ku pêkhateyên civaka Sûriyeyê bînin hemberê hev û pêvajoya aramî û ewlehiyê ya ku pêvajoya entegrasyonê dixwaze bipêş bixe, têk bibin. Ji ber vê yekê, pêwîst e em bi baldarî li hember van êrîşan rawestin. Di heman demê de, pêwîst e bê diyarkirin ku ev helwest nûnertiya hemû pêkhateya Ereb nake, ji ber ku gelên Ereb bi salan e bi me re di têkoşînê de bûn û helwestên wan ên piştgirîkirina hevjiyan û yekîtiyê diyar in.

* Dema ku êrîş li ser keziya jinên Kurd û wêneyên şehîdan tên kirin, ev kiryar çi peyamê dide û armanca wê çi ye?

Ji ber hişmendiya Baasî, cîhadperestî û feraseta ku pişta xwe bi feraseta DAIŞ’ê ve girêdide, ev êrîş li dijî jinan tên kirin. Ferasetek ku qet jinan nas nake û mafên wan qebûl nake. Di serdema DAIŞ’ê de herkesî dît ku çi li ser jinan hat ferzkirin û çi kiryar li dijî wan hatin kirin. Îro jî, bi rêbazeke din, hewl didin ku li Hesekê tevliheviyê derxînin û heman ferasetê bi awayekî din nîşan bidin.

Kezî û bedena jinan dikirin reklam

Keziya jinê ku di nava gelê Kurd de xwedî nirxeke taybet e û destkeftiyên jinan ên ku bi têkoşîna salan hatine bidestxistin, ji wan nirxên bingehîn in ku îro tên hedefgirtin. Di destpêka pêvajoya îsal de jî herkesî dît ku dema jin beşdarî berxwedanê dibûn, kezî û bedena wan dikirin reklam. Ji ber vê yekê, êrîşên li ser kezî û sembolên jinan, di heman demê de êrîşên liser nirx û nasnameya gelê Kurd e. Kesên ku êrîşî nirxên jinan dikin, ewê ku li hember îradeya jinan têk çûn û yên ku li hember feraseta DAIŞ’ê ya dijminê jinan rawestiyan û wê têk birin, îro bi nifşên xwe yên nû hewl didin ku tola têkçûna DAIŞ’ê ji gelê berxwedêr û jinên Kurd bistînin.

*Di nêrîna te de, ev êrîş çiqas bandor li ser hebûn, nasname û azadiya jinên Kurd dike?

Mijara ku ev êrîş yê bibin xeteriyek li ser destkeftiyên jinan, ez bi vî awayî nabînim. Ji ber ku ev kes çete ne û xizmeta ajendayên ku li dijî entegrasyonê ne dikin. Bê guman, ev kes nikarin destkeftiyên jinan bikin xeteriyê.

Xwestekên jinan bên paşguhkirin ew xeteriyeke mezin e

Ya ku dikare destkeftiyên jinan bike xeterê, ew hişmendiya ku îro welat birêve dibe. Eger di rêvebirina welat de xwestekên jinan bên paşguhkirin û jin ji gelek qadan bên dûrxistin, her wiha di warê zagonan de parastina maf û ewlehiya jinan tune be, ev xeteriya herî mezin e. Ji ber vê yekê, pêwîst e em li hember vê hişmendiyê têkoşîn bikin û ji bo misogerkirina mafên jinan a di hemû qadan de, bixebitin.

*Wekî tevger û rêxistinên jin li hember van êrîşan çi helwestê digrin û ji bo parastina destkeftiyên jinan çi erk û berpirsyariyên we hene?

Em wekî jinên Kurd, di van 15 salên dawî de li hember êrîşan û hişmendiya dijberî jinan têkoşiyane. Niha jî em têkoşîneke qanûnî û siyasî ji bo parastina destkeftiyên jinan girîng dibînin, destkeftiyên ku pêwîst e di bin siya zagonên ku rêvebirina demokratîk a welat misoger dikin, maf û cihê jinan diparêzin de bên parastin. Bê guman, îro têkoşîna me ji têkoşîna li qadan wêdetir, têkoşîneke qanûnî û siyasî ye.

Her wiha, têkiliyên me bi aliyên derveyê Sûrîyeyê re jî hene û em her dem balê dikişînin ser vê yekê ku eger Sûriye dixwaze bibe welatekî demokratîk, divê jin di rêvebirin û avakirina pêşeroja welat de xwedî roleke sereke û aktîf bin. Ev yek berovajî hişmendiya heyî ye ku bi derxistina biryar û rêziknameyên cuda, jinan ji gelek qadan dûr dixe. Ji ber vê yekê, parastina destkeftiyên jinan ne tenê erkê jinên Kurd e, erkê hemû jinên Sûriyeyê ye jî.

*Peyama te ji bo jinan û civakê ku li hember van êrîşên ku dixwazin destkeftiyên jinan hedef bigirin çi ye?

Ji bo hemû jinên Sûriyeyê, pêwîst e em li hemberî hewldanên xerakirina aramî, ewlehî û hedefgirtina sîstema xweser a ku jin di rêvebirina wê de roleke aktîf dilîzin, hişyar bin. Her wiha, pêwîst e  em li hemberî pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû tên, helwesteke zelal nîşan bidin û qet destûrê nedin ku destkeftiyên me bên binpêkirin.

Pêwîst e em wekî jinên aktîf di avakirina Sûriyeyê de cih bigirin

Pêwîst e em hemû jinên ku di qada siyasî û civakî de cih digrin, bi yek destî tevbigerin. Ji bo avakirina pêşerojeke bi ewle û parastina destkeftiyên xwe, pêwîst e  em wekî jinên aktîf di avakirina Sûriyeyê de û di hemû qadan de cih bigirin. Ji ber vê yekê, ji me hemûyan tê xwestin ku bi xebateke hevbeş û berpirsyariyeke mezin, van destkeftiyan biparêzin.