“Em xwediyên vê axê ne”

Xilûd Elî ya ku ji gundê Qasimiyê ye ji ber êrîşên dagirkeriya tirk neçar ma tevî malbata xwe koç bibe û li gundê Til Roman ê navçeya Til Temirê di konekî de bi cih bibe, ji me re qala jiyana xwe kir.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir sûc kirine ku divê hemû dewlet ji derveyî yên pê re hevkar in helwest li hemberî wan nîşan bidin û were cezakirin. Yek ji van sûcên ku wekî dilopek ji deryayê ye, koçberiya bi darê zorê ye. Bi sed hezaran sivîl ji Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî koçber bûne û niha di vê germa havînê de di konan de dijîn. Ev koçber bi hesreta veger û dîtina gundê xwe ne, nikarin vegerin ji ber ku dizanin wê çarenûsa wan çi be. Xilûd Elî ya ku ji gundê Qasimiyê yê bakurî navçeya Til Temirê dikeve ye, tevî hevjîn û du zarokên xwe li ber riya ku derbasî gundê Til Roman ê başûrî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve, dibe di konekî 6 metre de ku cihê serşûştin, razan, bêhnvedan, mêvan û bixêrîkê ye de dijîn. Li kêleka konê ku niha bûye wekî mala wan firoşgeha zebze û hemû pêwîstiyên xwarin û vexwarinê heye. Ji bo ku em serpêhatiya wan bizanibin, me berê xwe da gund.

"Di encama êrîşên dagirkeriyê de îro em di vê rewşê de ne"

Xilûd Elî ji me re behsa jiyana beriya dagirkerî û piştî wê kir û wiha got: "Dema ku êrîşên li ser herêmê di 2019'an de dest pê kirin, em li mala xwe bûn, me dît ku çawa gel koç dibe. Me biryara derneketina ji gund da lê piştî ku rewş giran bû em jî neçar man derkevin. Hêviya me ya vegerê her zindî ye lê her ku em dibêjin em ê vegerin gund rewş û vegera gund zehmetir dibe. Ji bo dîtina gundê xwe ji dûr ve ez diçim gundê Um El-Kêf, jixwe mala min hatiye hilweşandin û firoşgehên me jî hemû zirar dîtine. Di encama êrîşên dagirkeriyê û çeteyan de îro em gihîştine vir û vê pêvajoyê. Hindik ma ku 3 sal biqede û em dûrî gundê xwe ne, di bin van konan de dijîn, em ji germa havînê şewitîn û pir zehmet e, kurê min ê biçûk jî hê li ber şîr e."

"Me di salek de ava kir rojek tenê em tê de man, roja din jî koçber bûn"

Xilûd Elî da xuyakirin ku ger bifikire here gund jî wê rastî bûyerên dijexlaqî were û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Êdî wekî berê ez nikarim herim Um El-Kêf jî ji ber ku ew xet xeta agir e û rewş ji berê girantir bûye. Dema ku çavên min bi malê dikeve hemû jiyana me ya berê wekî fîlman di ber çavên min re derbas dibe. Saleke sax em ji bo avakirina malê xebitîn me kevir bi kevir bi cih kir roja yekemîn em tê de man  roja din jî em koçber bûn. Me tu xêr ji mala xwe jî nedît, piştî ewqase ked û westandinê."

Têkoşîna ji bo vegerê

Xilûd Elî da zanîn ku ji bo debara xwe bikin firoşgehek vekirine û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji bo ku em jiyana xwe bidomînin û debara xwe bikin, me firoşgeh vekir. Koçberî zor e lê em neçar in bijîn da ku vegerin gund. Ger ku rewş aram be û şer tunebe, em ê vegerin gundê xwe lê ji derveyî vê yekê em nikarin. Ez gelek caran di firoşgehê de dimînin û karê kirîn û firotinê jî dikim. Hevjînê min diçe bajarên din sebzeyan tîne, ez jî di firoşgehê de kar dimeşînim. Pezê min jî hebû lê îsal hemû fetisîn ji ber ku êm ê wan tunebû û şînahî zêde çênebû. Êm ji pez bihatir bûbû ger ku em li gundê xwe bûna, me yê ji wan re genim û garis biçanda ku xwe pê bida jiyîn lê ew jî nema. Êdî ax jî nema, mirov ne li ser axa xwe be li ku derê jî be wê koçber e. Me ewqas germahî û zor û zehmetî jiya, tenê ji bo ku em vegerin gundê xwe û jê dûr nekevin. Di bin vê axê de hestiyên miriyên me hene, ji bo me bi nirx in, ji bo wê jî em ê wan biparêzin. Hebûn û mayina me li gundê Til Roman hemû jî ji bo ku em nêzî gundê xwe bin ku rojekê em lê vegerin e. Carna ba radibe, bêhna gund ji me re bi xwe re tîne. Jixwe dema ku dagirker yekemîn car jî derbas bûn, li mala me bi cih bûn. Lê niha tu maleke sax nabînî, hemû hatine hilweşandin."

"Em xwediyên vê axê ne"

Xilûd Elî bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Gundê me ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, em jî daxwaz dikin ku li gundê xwe vegerin. Bi hebûna dagirkerên tirk em nikarin vegerin. Heta li ser riya vegera gund mayin çandine. Daxwaza me ya rewa jî vegera gund, domandina jiyana xwe ya berî dagirkeriyê ye. Em in xwediyên vê axê, dapîr û bapîrên me li vir jiyane, em dixwazin vegerin."