“Em ji bo xurtkirin û pêşxistina jinan di hemû qadan de dixebitin”

Rêvebera Komeleya Hevarî ya "Zeyne" Hanîn El-Semak destnîşan kir ku hêsankirina hinartina berheman dibe alîkar ku gelek pirsgirêkên aborî yên jin di bazara kar de bi wan re rû bi rû dimînin çareser bibin.

NEXEM KERACA

Xeza - Xebata hevpar a jinan ji ber rewşa xirab a aborî û berbelavbûna xizanî û bêkariyê di civakên Filistînê de û ji aliyê din ve jî ji bo bihêzkirina jinan di hemû deman de, ji bo gelek pirsgirêkên civakê çareseriyek bi heman rengî nîşan da.

 "Em hewl didin xebata kooperatîf a civakî-aborî bi pêş bixin"

Rêvebera Komeleya Hevkarî ya "Zeyne" Hanîn El-Semak got ku têgîna karê kooperatîfê ew e ku komek ji mirovan li ser ramanek diyarkirî hevkariyê dikin da ku projeya xwe biafirînin, çi projeyek bazirganî be çi çandinî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan be û wiha lê zêde kir: "Di van demên dawî de, em hewl didin derketina holê ya xebata kooperatîfê ya civakî-aborî bi pêş bixin. Bi vê yekê em dixwazin li ser xebateke hilberîner ku sûdê dide civakê bixebitin. Karê kooperatîfê yê civakî-aborî yê herî berdewam e, bi beşdarbûn û karîn e û di kêmkirina bêkariyê de, başkirina rewşa aborî, perwerde û tenduristiyê û kêmkirina tundiya aborî di nav malbatên Filistînî de bandora wê heye."

"Pêwîst e çanda kooperatîfê were belavkirin"

Henîn El-Semak diyar kir ku di demên dawî de ji ber têkçûna rewşa aborî û dorpêça ferzkirî ku jinan neçar kiriye ji bo debara malbata xwe bikin projeyên biçûk çêdikin, beşdariya jinan di bazara kar de ji berê zêdetir bûye û wiha domand: "Pêşangehên ku bi nîşandana berhemên wan piştgirî didin jinan hene. Gelek pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin, bi taybetî di nava malbatê de, hene. Vekirina bazarên derve û hêsankirina hinartina berheman dibe alîkar ku gelek pirsgirêkên aborî yên jin di bazara kar de bi wan re rû bi rû dimînin çareser bibin. Pêwîst e çanda kooperatîfê were belavkirin."

"Erka me ew e ku em jinan di warê aborî, siyasî, civakî û derûnî de bi hêz bikin"

Der barê Komeleya "Zeyne" de jî Hanîn El-Semak wiha got: “Komeleya me komeleyeke aborî û civakî ye. Di dawiya sala 2017'an de dest bi kar û xebatê kiriye. Em li ser karên destan dixebitin û du karxaneyên me hene, yek 14 jin tê de dixebitin û ya din jî neh jin tê de dixebitin. Em ji bo zarokan lîstikên perwerdeyê çêdikin. Li ser medyaya civakî rûpelên me hene. Erka me ew e ku em jinan di warê aborî, siyasî, civakî û derûnî de bi hêz bikin. Komele di gelek projeyan de bi ser ket ku ya herî girîng temamkirina perwerdeya jinan û zarokan, pêşxistina planên stratejîk ji bo şaredarî û saziyên din bû. Komele ji bo xurtkirina jinan di beşdariya siyasî û perwerdekirina di qada hilbijartinê de xebitî."