“Em ê nehêlin DAIŞ careke din bi rûpoşa dewleta tirk vegere herêma me”

Şemsa El-Yusif a kurê wê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat qetilkirin da zanîn ku ew rastî hovîtiya DAIŞ’ê hatine, lewre jî ew ê rê nedin dagirkeriya tirk.

SILVA ÎBRAHÎM

Minbic – Yek ji bajarên ku herî zêde rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hat Minbic e. Şemsa El-Yusif a kurê wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye qetilkirin got: “Em ê li herêmê şerekî nû qebûl nekin, em ê nehêlin ku DAIŞ careke din bi rûpoşa tirkan vegere. Em rastî neheqiyê hatin, em dixwazin jiyana me wekî niha bidome.” 

Şemsa El-Yusif a 78 salî ya li Minbicê dijî xwedî serpêhatiyek bi êş e. Di demên êrîş û komkujiyên ku DAIŞ’ê pêk dianî de kurê wê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye qetilkirin. Ji me re qala zehmetiyên ku jiyane, kir.

“DAIŞ’iyan kurê min kuştin û çar rojan li kolanê daleqandin”

Şemsa El-Yusif di serpêhatiya xwe de me bir sala 2014’an dema ku DAIŞ li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyên hovane pêk dianî û wiha got: “Mala me dizîn, her tiştê ku ket ber destên wan parçe kirin û kurê min Silêman Mihemed ê bavê du zarokan girtin. Kurê min wê demê 30 salî bû. Bi hinceta ku di artêşa azad de cih girtiye wî birin. Bi bîst zêdetir seyareyan avêtin ser mala me. Ji ber ku şev bû fersendê nedan ku kurê min cilê xwe li xwe bike. Tevî cilên wî yên şevê bi çekên xwe lê didan.”

Piştî ku avêtin ser mala Silêman Mihemed wî girtin û xistin girtîgehê. Şemsa El-Yusif wiha berdewam kir: “Girtina wî û tiştên ku pê dan jiyîn hemû neheqî û bêedaletî bûn. Hestiyên kurê min şikandibûn. Bi dehan nexweşî pê re çêbûn di encama îşkenceyê de. Deh mehan bi wan îşkenceyan jiya.” Der barê çûyîna hevdîtina wî de jî wiha got: “Em pê re neaxivîn. Ji ber ku li gel me disekinîn û dema ez digiriyam hevdîtinê xilas dikirin û min ji girtîgehê derdixistin. Kurê min ji girtîgehek birin girtîgeheke din û piştî deh mehan wî kuştin. Li kolanê wê çar rojan daleqandin. Nehiştin kesek ji me nêzî cenazeyê wî bibe.”

“Derfeta wî ya revê hebû lê birayê xwe fikirî”

Şemsa El-Yusif a di her qalkirina xwe de weke ku ji nû ve wan rojan bijî çavên wê tijî keser û êş dibûn wiha berdewam kir: “Carekê koalîsyonê çend girtîgehan bombebaran kir û şansê kurê min hebû ku bireve. Lê ji ber wê yekê ditirsiya ku li şûna wî birayê wî bigrin û xwe fedayî wî kir.”

Di wan deman de 27 kes mirin, li bajarê Minbicê li her qadê, yek an du kes hatin daleqandin. Şemsa El-Yusif wiha digot: “Piştî rizgarkirina Kobanê kurê min û tevî wî 27 kesên din jî kuştin. Zarokên me ji ber hêrsa binkeftina xwe kuştin.”

Şemsa El-Yusif der barê hovîtiya ku DAIŞ’ê bi serê gel ve dianî de wiha got: “Ne mirî, ne yên sax û ne jî jinên ku herî zêde êşê dikişandin jê xilas nebûn. Li daîreyek mala avahiya me malek ji bo leşkerên bi pere hebû. Jinên ku bi darê zorê bi çeteyên DAIŞ’ê re dihatin zewicandin jî hema piştî mirina terorîstên DAIŞ’ê bi zorê bi kesek din re dihatin zewicandin, rastî îşkenceyan dihatin.”

“Piştî êşên kûr em bi azadiyê hesiyan em ê rê nedin tirkan”

Şemsa El-Yusif der barê gefên dewleta tirk a li ser Minbic û Til Rifetê de jî wiha got: “Êdî em rê nadin tu şeran û em ê nehêlin ku DAIŞ careke din bi rûpoşa tirkan vegere. Em niha azad in, piştî ku me bêhna azadiyê girt, em vejiyan. Dewleta tirk niha dixwaze salên bi êş û komkujiyan li me vegerîne. Ev ne tenê ji bo min ji bo hemû gelên li Minbicê wisa ye. Niha her kes di nava azadiyê de dijî.”