'Em ê li dijî dewleta Tirk destkeftiyên xwe biparêzin'

Jinên diyar kirin ku ew ê rê nedin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, destnîşan kirin ku bersiva herî mezin ew e ku gel axa xwe neterikîne û bibêje em ê li ber xwe bidin.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê – Dewleta Tirk ji 19’ê Mijdarê vir ve êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Jinên li bajarokê Sirînê yê Herêma Firatê dijîn, anîn ziman ku dewleta Tirk bi binpêkirin û êrîşên xwe yên bênavber, li dijî herêmê dixwaze projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên jinan ji holê rake.

Ji Hêzên Parastina Civakê ya bajaroka Sirînê yê herêma Firatê Samîra Adhem, anî ziman ku jinên pêşengên şoreşê li dijî her cure êrîşan refên xwe dikin yek û wiha got: “Jinên Sirînê beriya ku herêm were rizgarkirin, gelek êş kişandin. Em ê ji bo parastina destkeftiyên ku me bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an bi dest xistin, li ber xwe bidin. Em ê xwedî li axa xwe ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan derbikevin. Dewleta Tirk bi girankirina êrîşan dixwaze herêmê vala bike. Dagirkeriya Tirk li dijî tasfiyekirina gelê herêmê ye. Gel li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên bi serdegirtin û balafirên şer, ji bo tirsandin û tepisandinê, bi meş û têkoşîna xwe biryardariya xwe nîşan dide. Gelên herêmê bi berxwedaneke mezin a gel bersiv dan van êrîşên Tirkiyeyê û planên wan ên pêkanîna operasyonên leşkerî yên vê herêmê vala derxistin. Em hewl didin li ser axa xwe bi rûmet di nava aştiyê d ebijîn lê mafê me ye em destkeftiyên xwe biparêzin."

'Bi êrîşan re şoreşa jinan hedef digrin’

Endama Komîteya Perwerdeya Kongra Star a Herêma Firatê ya Bajarokê Sirînê Fatima Hesen, anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk agahdar e û wiha axivî: "Çi dibe bila bibe rê nedin dagirkeriyê. Yek ji armanca dagirkeriya dewleta Tirk ji holê rakirina destkeftiyên jinan û astengkirina şoreşa wan e. Yên ku herî zêde ji êrîşên dewleta Tirk a li dijî herêma me bi bandor dibin jin in. Her civaka ku jin tê de bi hêz bin dê xwedî îradeyek bi hişmendî û bi hêz be."

'Projeya Neteweya Demokratîk hedef digrin'

Fatima Hesen diyar kir ku yek ji hedefên herî diyar ên dewleta Tirk di dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de projeya neteweya demokratîk e, wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser ji holê rake. Ji ber ku projeya neteweya demokratîk hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihewîne û avabûna wekheviya di navbera gelan û Rêveberiya Xweser li gorî vê têgihîştinê, dewleta Tirk bi fikar dike û ber bi têkçûnê ve dibe.”

‘Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin'

Endama Kongreya Star a bajarokê Sirînê ya Herêma Firatê Yusra Halîl jî wiha got: "Dewleta Tirk bi piştgirîdayîna komên çete, armanc kir dagirkeriya xwe berfireh bike. Dagirkeriya Tirk bi hedefgirtina pergala gelan û projeya Rêveberiya Xweser hewl dide qada destwerdanên xwe yên li Sûriyeyê berfireh bike. Piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê, Cephet El-Nusra û Artêşa Azad parçeyek ji hewldanên dagirkeriya Tirk e. Dewleta Tirk bi van êrîşan jinan hedef digre. Tiştên ku di bin dagirkeriyê de qewimîn îsbata vê yekê ne. Jin rastî her cure tundiyê tên. Jin li axên di bin dagirkeriyê de rastî her cure tundiyê tên û ji ber vê yekê em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin û li ber xwe bidin. Em ê ji bo rizgarkirina hemû herêmên di bin dagirkeriyê de û her jina ku rastî îşkenceyê tê bixebitin.”