'Em ê ji bo jiyaneke bi rûmet berxwedana xwe bidomînin'

Asom İsmaîl a ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar maye koç bike 6 sale li Şehbayê dijî, bi firotina muhelebî û saleb debara xwe dike. Asom Îsmaîl diyar kir ku ew ê ji bo jiyaneke bi rûmet berxwedana xwe bidomînin.

RAPERÎN BEKIR

Şehba – Asom Îsmaîl a ji navçeya Reco ya Efrînê ya dagirkirî koçî Şehbayê bûye, li Kampa Berxwedanê dimîne. Asom Îsmaîl ê 40 salî ku 3 zarokên wê hene, anî ziman ku 6 sal in li kampê bi êşên mezin re rû bi rû mane.

'Ji ber dagirkeriyê me her tişt li pey xwe hişt'

Asom Îsmaîl, anî ziman ku wan li Efrînê çavkaniyên jiyana xwe hiştin û wiha dest bi axaftina xwe kir:“Ji ber dagirkeriyê me mal, axa xwe û her tiştên xwe li pey xwe hiştin. Jiyana di konan de bi serê xwe rewşeke pir dijwar e. Me qet nedifikirî ku em ê bi vî rengî bijîn. Cûdahiyeke mezin di navbera jiyana li herêma me û li vir de heye” Asom Îsmaîl diyar kir ku li kampê bi firotina salep û muhalebiyê hewl dide debara xwe bikin û wiha got: “Ez muhelebiya ku êvarê amade dikim hênik dikim da ku serê sibê bifiroşim. Salebe jî , serê sibê amade dikim.”

'Em ê ji bo mafên xwe li hember her cureyên zehmetiyan bisekinin'

Asom Îsmaîl amaje bi wê yekê kir ku ew li Şehba jî bûne hedefa êrîşên dewleta Tirk û wiha dawî kir: “Dewleta Tirk dixwaze berxwedan û vîna me ji holê rake. Lê belê em têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk didomînin. Em weke gelê Efrînê li ser axa xwe û doza xwe ne. Heta ku em mafên xwe bi dest nexin em ê berxwedana xwe bidomînin û ji bo vê jî em ê li hember her cure zehmetiyan li berxwe bidin. Heta ku Efrîn ji dagirkeriya dewleta Tirk neyê rizgarkirin em ê dest ji berxwedana xwe bernedin.”