‘Em ê bi ruh û can Kobanê biparêzin’

Jinên ji bajarê Kobanê hêrs û bertekên xwe yên li hemberî êrîşên dewleta tirk anîn ziman û wiha gotin: "Em ji serkeftina xwe bawer in, bi taybetî weke jin em ê destkeftî û welatê xwe biparêzin, em ê pêşengiya serkeftinê jî bikin."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dewleta tirk piştî demeke dirêj ji gefên êrîşeke nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di şeva 19`ê Mijdarê de dest bi êrîşeke berfereh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Dewleta tirk êrîşan bi riya balafirên şer, ên bê mirov, tang û obîsan pêk tîne. Tevî topbaranên bênavber niştecihên herêmê di malên xwe de ne û parastina warê xwe tînin ziman.

Ajansa me di nava niştecihên Kobanê de geriya ew jî hestên xwe yên berxwedan, helwest û hêrsa li hember êrîşan anîn ziman.

Mirin carek e bila di warê me de be

Zeyneb Zêdan ku mala wê li nêzî girê Miştenûrê ye û gelek caran ji aliyê balafirên şer ve hat topbarankirin, nêrîna xwe wiha anî ziman: "Dewleta tirk dijminekî xedar e û em rastiya wê dizanin. Ji ber vê em di vê zivistanê de ji malên xwe dernakevin, mirin carekê tê û bila vê carê jî di axa me de be. Çar zarokên min hene, her yek ji wan di eniyekê de ye. Ma ez zarokên xwe bi tenê dihêlim ku li hemberî van dagirkeran şer bikin. Ne zarokên min bin jî dîsa ez terka mal, ax û welatê xwe nakim. Pişta me jî xurt e, bi hezaran leşker û şervanên me hene ku dikarin ji bo me canê xwe feda bikin. Em hêza xwe ji dîwarê dijmin nagirin, bila ev ji wan re xewn be. Ji roja yekê ya topbaranê em di mala xwe de ne û tobe be ku em tirsiyan ango ji cihê xwe liviyan. Em ji mirinê mezintir in, ka bila Erdogan bê balafirên şer êrîş bike. Ew dizane ku nikare li hember me şer bike ji lewre ew rêbazên qirêj di van êrîşan de bi kar tîne."

‘Emê axa xwe biparêzin’

Rebia Hisên bal kişand ser bihaneyên ku dewleta tirk di êrîşên xwe de bi kar tîne û got: "Em napirsin Tirk ji me çi dixwazin, ji ber em dizanin ku ew dixwaze welatê me dagir bike û me qir bike. Em dibînin dewleta tirk bi taybetî gefan li Kobanê dixwe. Erdogan bi sedan çete şandin Kobanê da ku vî bajarî dagir bikin lê nikaribûn. Ji ber vê ew niha bi artêşa xwe êrîş dike, em jî li hember van polîtîkayan hişyar in. Em bi welatê xwe ve girêdayî ne, ev ax bi xwîna sedan keç û xortên me rizgar bû. Ji bo vê ev ax li cem pîroz e û em ê tu carî dest jê bernedin. Erdogan dibêje ku ew terorîstan hedef digre, ma ev kes kî ne gelo. Ew zarokên me ne, şervanên YPJ`ê,YPG`ê û QSD`ê ne ku parastina gel û welatê xwe dikin. Erdogan terorîstê mezin e ku îro bi bihaneyên cur be cur me topbaran dike. Em di berxwedana xwe de bi îsrar in, em ê vê axê bi rih û canê xwe biparêzin."

Em ê pêşengiya serkeftinê bikin

Evîn Berewad destnîşan kir ku ewê weke jin parastina destkeftiyên xwe bikin û wiha axivî: "Em weke jinên Kobanê berxwedana şervan û gelê xwe silav dikin. Bertekên me yên li hemberî êrîşan diyar in, em tu gavan ji vir û şûn de navêjin. Jixwe di navbera dewleta tirk û têkçûnê de tayek maye, ji ber vê ew dixwaze bi van êrîşan xwe bi hêz bike û baweriya gel bi xwe bîne. Bi taybetî helwesta me jinan cudatir e, em tu caran qebûl nakin ku kes dest bavêje destkeftiyên me. Me pêşengiya şoreşê kir, me di berxwedana Kobanê de roleke diyarker lîst û em ji bo tevahî jin û gelên cîhanê bûn hêviya serkeftin û azadiyê. Ev pêvajo ji bo me ya hebûn û tûnebûnê ye, em jî li gor vê girîngiyê tev digerin. Ev êrîş me tune nakin, em ê weke gelê Kobanê li hember êrîşan li ber xwe bidin û tu carî axa xwe bernedin. Wê çarenûsa dewleta tirk weke ya DAIŞ`ê be."

 

  û baweriya gel bi xwe bîne.ke. an xwe bihêz bike.maye, dikin. dike,  n hişyarin. de bikar tîne.otin: