“Ehmed ê min rometa xwe parast û hevalên xwe bi tenê nehêla”
Eyşan Berekat dayika Ehmed ê ku yek ji temeşevanên tîma Cîhad ê di stadyomê de 12’ê Adarê bi guleyên rêjîma Baas hat qetilkirin got: “Heya niha agirê wê serhildanê kezeba min dişewitîne.”
ROJ HOZAN
Qamişlo – Ji komkujiyên meha Adarê bi hişmendiya tinekirinê ser gelê Kurd hatine kirin 12’ê Adarê jî weke 16’ê Adarê û herî dawî jî 18’ê Adarê hewildanên kokqelandin û çokdanînê ne. Gelê Kurd ê li hemberî van hemû komkujiyên tinekirinê qayîm sekiniye ev roj hemû kirine wesîleya bilindkirina têkoşîna bi hev re jiyana hemû pêkateyan. Yek ji çinarên ji wê rojê heta niha kula zarokê xwe yê di komkujiyê de windakirî di dilê xwe de veşaritiye û bê eman li hemberî mêtîngeriyê xwe qayîm girtî Eyşan Berekat e. Eyşan Berekat dayika Ehmed ji Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ye. Kurê wê Ehmed yek ji şehîdên 12’ê Adarê yê heya nefesa dawî li dijî sîlahên rêjîma Sûriyê şer kir û rûmeta xwe parast. Ehmed ciwanek Kurd 25 salî bû ji temeşekirina matça fotbolê hezdikir, weke hemû hevalên xwe roja 12’ê Adarê yek ji temeşevanên tîma Cîhad ya kurd bû. Dema şer li stadyomê derdikeve bavê Ehemd diçe wî bîne mal, lê ew qebûlnake bi bavê xwe re vegere û li qada stadyomê bi guleya Rêjîma Baas jiyana xwe ji dest dide. Dayika Ehmed Eyşan her dibe 12’ê Adarê li ber deriyê malê rûdine li benda Ehmedê xwe ye ji ber dîtina wê ya dawî jêre wisa bû. Têkildarî mijarê Eyşan Berekat êşa wê rojê û hestên ku jiyankirine ji mere parve dike.
“Min li şopa wî nêrî heya ji ber çavê durket”
Eyşan Berekat behsa derketina kurê xwe Ehemd ji malê dema berê xwe dide stadyomê kir û wiha got: “Her ku 12’ê Adarê tê bîra min dilê min rûpelek nû ji kul û êşan li hev dipêçe. Di wê rojê de ber bi nîvroyê Ehemd hate mal ji min re got îro matça fotbolê heye ez ê biçim stadyomê û wisa xwe amadekir da biçe. Beriya ji deriyê malê derbikeve çend caran li pişta xwe dinerî û min himbêz kir. Ez wê rojê pêre derketim heya ber deriyê malê û min li şopa wî nêrî heya li ber çavê dûrket. Ez li ber derî rûniştim û wisa min hîzdikir dilê min ne rehet e, çend caran ez wisa ketim hundir de dîsa vedgeriyam ber derî çavê min li vegera Ehemd bû, lê min nizanibû Ehmedê min nema vedgere. Piştî wê xeber ji min re hat şer û pevçûn li stadyomê di navbera kurd ûereban de derketiye, min ji bavê Ehmed re got bilez berê xwe bide stadyomê Ehmed li wir e. Bavê wî diçe û pê digre da wî bîne mal ji nav destê bavê xwe reviya û tevlî şer bû û bavê wî got Ehmed dibêje ‘Ez nayêm mal ez ê rûmeta xwe biparêzim’.”
“Heta bi hewara Ehmedê xwe çum ew biribûn nexweşxanê”
Eyşan Berekat kêliyên despêkê dema dihgêje stadyomê bibîrxist û wiha domand: “Dema bavê wî deste vala keta mal, min got ez ê biçim wî bînim, dema gihîştim stadyomê min dît ferman bi ser ciwanên kurd de anî bûn hema xwîn û li erdê diherikî. Ez çûme bi hewara Ehmedê xwe ve lê ew biribûn nexweşxanê. Di wan kêliyan de mirovan hev nasnedikirn her kes li zarokên xwe dipirsîn û gule weke baranê li ser serê me dihatin berdan . Xemgîniya bi halê kurdan dilê min şewitandin û li aliyê din kezeba min li ser kurê min dişewitî. Ez gihîştim nexweşxaneya Ezîz Ferman ya Qamişlo ne hêlan ez derbas bibim, keça meta Ehemd xwe li nav wan da û keta nexweşxanê de û carekê de min dît hewar kir Ehmed çû. Dema min navê wî bihîst weke kêrek di kezeba min re derbas bû û ji hiş ketim. Erê ez li benda Ehmed bûm, lê Ehmed bi çûyîna xwe xatir ji min xwestin. Roja din merasîmê Ehemd û hevalên wî li ber mizgefta Qasimo rakirin rêjîma Baas dîsa gule berdane merasîmê, li wir jî mirov şehîd û birîndar ketin. Mirov bi hêsanî nikare behsa wê rojê bike heya niha jî roja 12’ê Adarê her tê canê min sar dibe û dîsa derdikevim ber deriyê malê kêliya xatixwestina Ehmed tînim bîra xwe û li benda wî me.”
“Heya niha agirê wê serhildanê di dilê min geşe”
Eyşan Berekat di salvegra serhildana 12’ê Adarê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha bi dawî kir: “Di salvegera 18’e mîn a 12’ê Adarê de ez dibêjim erê min parçeyek ji kezeba xwe winda kir, lê ez ne poşman im ji ber kurê min rûmeta kurd parast û qebûlnekir bi bavê xwe re vegere mal heya şehîd ket. Heya niha agirê wê serhildanê di dilê min disoşe. Ehmedê min şehîdê qetandina zincîrê koletiya kurd bû û bira vejîna azadiyê bû. Di salvegera 18’e mîn ya serhildana 12’ê Adarê ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazim û heya ez dijîm ez ê wê rûmeta Ehmed û rêhevalên wî biparêzim.”