Du parêzerên jin li Helepce ji bo jinan buroyê vekirin

Li beramberî dadgeha Helepçeyê, Maria Dara û Aştî Kerîm du parêzer in ku ofisa xwe ya parêzeriyê li Helepce vekirine û jin ji bo pirsgirêkên xwe serlêdana wan dikin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce- Du parêzerên xelkê Helepce Maria Dara û Aştî Kerîm ku xwedî ezmûnên gelek salan ên xebatê ne, her dem bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibûn û li dadgeha Helepçeyê hewl didin pirsgirêkên jinan çareser bikin. Herdu parêzeran diyar kirin ku piranî kesên tên gel wan jin û zarok in, ji ber wê biryar dane ku buroya xwe ya yekem a parêzerên jin li Helepçeyê vekin.

Aştî Kerîm kû xwedî belgeya vekirina buroyê ye ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di sala 2015-2016’an de wê beşa hiqûqê temam kiriye û dest bi karê parêzeriyê kiriye, piraniya kesên ji bo pirsgirêkên xwe tên gel jin in û wiha got: “Ji derveyî pirsgirêkan di vê di karê zagonî de di aliyê derûnî de li gel wan be û aram bikin, di demek kêm de çareseriyek baş ji bo wan bikin, ji ber wê piraniya kesên ku ji bo pirsgirêkên xwe serî li me didin jin in. Ji bo wê min biryar da ofîseke parêzeriyê ya jinan vekim, da ku bikarin bi azadane bi parêzerên xwe re biaxivin. Bi taybetî civak bi awayek din behsa wan jinan dikin ku serdana dadgehê dikin. Ji ber wê fikra vekirina buroyê bi me re çêbû.”

Aştî Kerîm destnîşan kir ku karê parezerî ezmûn û nasîn e û got: “Di nava dadgehê de kêm kes dizanin em parêzer in. Lê belê di buroyê de hem xelk wê karê me bizane, hem jî hêza çareserkirina mijaran zêdetir e. Bi riya vê buroyê, me pirsgirêkên gelek malbatan bi hev re çareser kiriye.”  

‘Xebata ji bo jinan zehmet e’

Parêzer Aştî da zanîn ku ji nivroj û pêve li buroyê dimînin û hemwelatî serdana wan dikin, der barê xebatên xwe de wiha got: “Destpêkê gelek zehmet bû, ji ber em rastî gelek gotinan hatin, dixwazin ofîs ji bo jinan tunebin lê belê bi piştgiriya malbat, hêz û îradeya xwe min wisa kir ku bikaribim buroya parêzeriyê vekim û ji bo pirsgirêkên jinan bibim bersiv.”