Dorpêça li ser Şehbayê zirarên mezin digihîjîne çandiniyê

Rêgirî û dorpêça li ser Şehbayê ji gelek aliyan ve dibe sedemê zehmetiyan. Hevseroka Desteya Çandiniyê ya Efrîn-Şehbayê Efîfa Kelo behsa bandorên dorpêça li ser Şehbayê ji aliyê çandiniyê ve kir û ev tişt anî ziman.

HENSA MIHEMED

Şehba - Zêdetirî 3 mehan e hikumeta Şamê, kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xistiye dorpêçê. Wekî tê zanîn li Şehbayê bi hezaran penaberên Efrînê û şêniyên resen ên herêmê dijîn. Kantona Şehbayê ji aliyê çandiniyê ve gelek dewlemend e û bi erdên xwe yên berhemdar ji herêmên din cudatir tê naskirin. Piraniya gundiyên vê herêmê debara xwe bi çandiniyê dikin. Bi taybetî di çandina kartol, pîvaz, sîr, nîsk, nok, genim û ceh de navdar e. Lê bi ferzkirina dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê berhemên çandiniyê gelek kêm bûne her wiha cotkar nikarin pêdiviyên çandiniyê mîna kirîna mazot û semad (gubre) pêk bînin ev jî dibe sedem ku qada çandiniyê lawaz bimîne.

Der barê bandorên dorpêçê li ser kantona Şehbayê ji aliyê berhemên çandiniyê ve Hevseroka Desteya Çandiniyê ya Efrîn a li Şehbayê Efîfa Kelo bi ajansa me re axivî û zirarên ku ev rêgirî û dorpeçî dide qada çandiniyê anî ziman.

Cotkar nikarin nikarin pêwistiyên xwe pêk bînin

Efîfa Kelo ya bal kişand ser girîngiya qada çandiniyê, destnîşan kir ku ji ber rêgirî û dorpêça li ser heremê cotkar astengiyan dikşînin û wiha got: "Dorpêça li ser herêmê gelek bandorên neyînî di qada aboriya herêmê de çêdike. Yek jê qada çandiniyê ku astengiyê di warê nepêşketina pîşesazî û bazirganiyê de dibîne, di heman demê de çandiniya herêmê jî lawaz dike bi taybetî di warê peydakirina pêdiviyên çandiniyê de. Madeya bingehîn û sereke di warê çandiniyê de mazot û semad (Gubre) ye girîng e lê ji ber dorpêça heyî em gelek astengiyan ji bo peydakirina van madeyan ji bo cotkaran dibînin. Ev jî dibe sedem ku kar lawaz bimîne û pêş nekeve. Di vê demê de bihayê mazotê gelek zêde bûye ev jî dibe astengî li pêşiya cotkaran. Buhayê bermîla mazotê gihîşt milyonek û nîv. Lewre bihayê projeyên çandiniyê zêde dibe û debara jiyanê lawaz dimîne."

‘Ji ber dorpêçê em zêdetir berhemên ku li erda bejî şîn dibin tercîh dikin’

Efîfa Kelo di nava axaftinên xwe de behsa erdên çandiniyê li herêmê kir, zehmetiyên ku rû bi rû pê re dimînin ji ber dorpêçê bi lêv kir û got: "Şehba bi erdên çandiniyê û bîrên avê navdar e. Axa vê herêmê ji bo çandiniyê guncav e. Ji ber kêmbûn û buhabûna mazotê em û cotkar jî vedigerin erdên bejî ku av ji bo wan ne lazim e mîna çandina genim, ceh, nîsk lewre em di warê çandina berhemên avî de lawaz dimînin ev jî dibe sedem ku rêjeya sebzeyan li sûkan buha were firotin. Erdên bejî jî pêwîstiya wan bi baranê heye. Ev jî bandorek li ser berhemên çandiniyê dike û bi xwe re debara jiyanê jî aseteng dike. Ji ber dorpêça li ser herêmê rêjeya cotkaran jî pê re kêm dibe ev jî dibe sedem ku warê çandiniyê li herêmê lawaz bimîne."

‘Ger dorpêç berdewam bike dê felaketên mezin bi xwe re bîne’

Efîfa Kelo diyar kir ku ger dorpêç li ser herêmê berdewam bike wê felaketên mirovî bi xwe re ava bike û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ger dorpêça Hikumeta Sûriyeyê li ser herêmê berdewam bike wê felaketên mirovî bi xwe re bîne û gelek zirarên çandinî, aborî, bazirganî li gelê herêmê bike. Li gorî salên borî îsal rêjeya çandiniyê kêm bû. Îsal tenê 15 hektar kartol çandin ew jî bi metirsiyek mezin hat çandin ku ger pêdiviyên wê pêk neyên em ê zirarên mezin bibînin. Di heman demê de projeyên me yên avî îsal gelek kêm man ji ber dorpêçê."