Dorpêça li ser Şehbayê dibe sedema gelek zehmetiyan

Jinên koçberên Efrînê teqez kirin ku dorpêça li ser herêma Şehbayê nikare têkoşîna wan rawestîne berevajî hêrsa wan a li dijî dagirkeriyê bilindtir dike.

HESNA MIHEMED

Şehba – Di sala 2016’an de şervanên YPG û YPJ aliyekê herema Şehbayê ji Cebhet el-Nusra û komên çeteyên din ên girêdayî dewleta Tirk rizgar kirin. Bi êrişên dagirkeriyê ya li ser Efrînê ku dewleta Tirk di sala 2018’an de da destpêkirin sînorên Şehbayê guherî, aliyekê çeteyên girêdayî dewleta Tirk, li aliyekê din jî hêzên rejîma Şamê bi cih bûn.

Bi vê sînorê re herema Şehbayê ya ku di bin dorpêçê de ma ji ber rêgiriyên rejîma Sûrî ku nahêle pêwistiyên jiyanî derbas bibe, şêniyên Şehbayê û Efrîniyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk berê xwe dan heremê zehmetiyên jiyanî dijîn. Bi ambargoya ku berê jî gelek caran ji aliyê rejîma Şamê ve li Şehbayê hat dayîn re bi hatina demsala zivistanê şêniyên heremê nikarin pêwistiyên xwe yên xaz, mazot, ard, derman û gelek pêdiviyên jiyanê pêk bînin.

Der barê rewşa ambargo û rêgiriya li ser herêmê de endama Desteya Aborî û jinên ji herêma Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Bi gelek zehmetiyan re rûbirû ne

Endama Desteya Aborî ya herêma Efrînê Fatimê Mihemed dorpêça ku li ser Şehbayê hatiye danîn û zirarên ku gel ji ber vê yekê dibîne wiha vegot: "Ji ber rewşa dorpêça li ser herêmê gel gelek astengiyan dikşîne. Ji aliyê peydakirina mazot, xaz û ard ve her wiha bandorê li ser buhayê rêjeya kelûpelan dike. Em ber bi zivistanê ve diçin, yek ji pêwîstiyên sereke mazot e. Di heman demê de kêmkirina mazotê bandorê li berhemên çandiniyê dike û di aliyê aborî de herêm li paş dimîne. Em jî ruxmî dorpêç û aloziyên aborî hewl didin bi gel re bibin alîkar û barê hev kêm bikin."

Li aliyek rejîma Sûriyeyê li aliyek jî dewleta tirk

Fatimê Elî der barê dorpêça ku gelê Efrînê li Şehbayê tê de ye wiha axivî: "Em ji Efrînê koçî Şehbayê bûne. Ev nêzî pênc salan e em di nava dorpêçek de dijîn. Aliyek rejîma Sûriyeyê û aliyek jî dewleta tirk û çeteyên wê hene û dorpêç li ser me ferz kirine. Di warê peydakirina derman de bi taybetî gel astengiyan dibîne. Em berê xwe didin nexweşxaneyê tê de derman kêm e ji ber amburgoya ku hatiye ferzkirin derman nayên. Li Şehbayê derfetên kar jî kêm in ji ber ku herêmek biçûk e. Xwesteka me jî ew e ku ev dorpêç ji ser me bê rakirin û gel hinek rehet bibe. Divê komîteyek navneteweyî were Şehbayê û zehmetiyên wan bibîne. Daxwaza me ya yekemîn ew e ku di demek nêz de vegerin Efrînê."

‘Dixwazin pêşî li berxwedana me bigrin’

Rûxaş Mihemed jî rewşa heyî wiha dibêje: "Em ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ji Efrînê koçber bûn. Li Şehbayê jî em di nava dorpêçê de dijîn. Gelek zehmetî û astengiyên rojane em dikşînin hene. Zarokên me nexweş dikevin em nikarin derman ji wan re peyda bikin ji ber em di bin ambargoyê de ne. Rejîm nahêle gelek pêwîstiyên jiyanî werin. Her wiha rê li ser me hatine girtin. Rêveberiya Xweser jî her dem hewl dide bi gel re bibe alîkar lê mixabin dorpêç bandorê li ser wan jî dike. Armanc bi vê dorpêçê ew e ku gel aciz bibe û dev ji berxwedana xwe berde. Em ê jî qet armanca wan pêk neynin û di xeta berxwedana xwe de bi îsrar bin."