Dorpêç rewşa koçberên Efrînê dixe xeterê

Rewşa koçberên Efrîna dagirketî li Şehbayê di demsala zivistanê de xirabtir dibe. Hikumeta Şamê jî dorpêça xwe berdewam dike, pêdiviyên jiyanî bingehîn nakevin kantonê û tu alavên ku di vê zivistanê de wan germ bike nîn e.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba - Hikumeta Şamê 3 meh zêdetir in ku dorpêçeke giran li ser koçberên Efrînê pêk tîne û nahêle xurek, ard, derman, sotemenî û pêdiviyên bingehîn bikevin kantonê. Ji ber nebûna mazotê, malbat neçar dimînin ku qarton û darên hişk ji derdor kom bikin ku bikaribin xwe pê germ bikin. 28’ê Kanûna 2022’yan di encama bermahiyên şer ên di nav tiştên komkirine de teqiya birîndarî hatin jiyîn. Jinên Efrînî yên piştî 5 salên ki ser dagirkirina Efrînê bi xeyalên vegera warên xwe dijîn, behsa zehmetiyên ku ji ber ambargo û rêgiriya hikuma Şamê li ser wan dimeşîne kirin, destnîşan dikin ku ewê rûxmê hemu zor û zehmetiyan jî li ber xwe bidin.

Bi hêviya vegera Efrînê dijî

Şems Hebeş Hibo ya ji xelkê gundê Şêxûrzê ya navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye, zêdetirî 5 salan e piştî bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mirovan li hemberî hemû sûc û komkujiyên dagirkeriya Tirkiyeyê. Ew bi zorê koçî kantona Şehbayê bûye, ya herî nêzî Efrînê, ji bo berxwedana xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê berdewam bike, bi xeyala vegera Efrînê dijî.

Şems Hebeş Hibo tevî hevjîn û lawê xwe yê 30 salî û astngdar, li gundê Babinis ê kantona Şehbayê dimîne. Wê destnîşan kir ku koçberiya bi zorê û dijwariya jiyana wan rojane dûrî welatê wan, temenê wan dixwe. Da zanîn ku ew bi aramî û aştî li ser erdê xwe Efrînê bûn lê rewşa niha dijîn gelek zor û xirab e.

Dorpêça hikumeta Şamê li ser herêmê di mehên borî de rewşa sivîlan, zarok, jin, kesên temenê wan mezin  xirabtir kir. Şems Hebeş Hibo dibêje: “Beriya du hefteyan em ketin çileya zivistanê. Gelo em ê li van gundên birûskî, bi roj û şev li ber bayê sar û cimidî çawa bikin?”

Ji bo germkirinê neçar dimînin ji nava çopan qirş û qalan berhev bikin

Der barê karesata ku hatiye serê wê û lawê wê yê astengdar de Şems Hebeş Hibo wiha dibêje: “Tu alav û pêdiviyên germkirinê nîn in tevî dorpêça hikumeta Şamê jî em neçar dimînin li nav zeviyan bigerin pîkinên daran û plastîk û tiştên din kom bikin odeya xwe çend saetan bi wan germ bikin. Nexweşiyên me gelek in, nexweşiya min a kezebê heye, hevjînê min jî nexweş e û lawê min astengdar e.”

Şems Hebeş Hibo diyar kir ku di 28’ê Kanûna 2022’yan de, dema hewl dida agirdanka mazotê ku bi dar û plastîkan, pêbixe, ji nişkêve teqiyaye û wiha dibêje: “Ji ber şîdeta deng me got ew teqînek e yan bombe ye li malê ket. Me bawer nekir ku ev hemû deng ji ber agirdankê be, zû agir bi malê ket û dest û zikê min jî şewitîn. Parçeyên bermahiyên şer ên ku tevî plastîkan, me ji nav zeviyan kom dikirin ketin bedena min û lawê min jî ji serê xwe birîndar bû. Ji ber dengê bilind şok derbas kir.”

Ji ber teqînê rewşa kurê wê yê astengdar xirabtir bû

Şems Hibo wiha got: “Beriya bûyerê lawê min dikaribû xwe bixuşîne û nanê xwe jî bixwe lê bi şoka mezin re wî hêza xwe winda kir, piştî çend deqeyan ji agir û teqînê û banga me alîkariyê cîranên me em rakirin nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê li kantona Şehbayê.”

Şems hibo dibêje ku hikumeta Şamê berpirsên hemû astengiyên zivistanê û koçberiya ku ew jiyan dikin e.