Diyen Dara di temenek biçûk de xwedî kêrhatiyek mezin e

Diyen xwedî hunera karên dest e, bi berhemên rengîn bala hemû kesan dikşîne ser xweşikbûna berhemên xwe.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce – Pêşangehên salane yên dibistanan her sal li Helepceyê tê lidarxistin. Îsal jî gelek zarok bi karên dest ên cur bi cur, hunerî, wêne, stran û bi şanoyan beşdar bûn. Di nava wan de keçek 10 salî heye gelek mamoste û xwendekar li ser karên xwe yê dest kom kiriye û ev karê wê bala hemû kesan kişandiye.

Navê wê zarokê Diyen Dara ya 10 saliye û xwedekara pola 5’an a dibistana seretayî ye û bi karê destên xwe bi hevîrên rengîn pêlîstokên zarokan amade kiriye û bi karê xwe yê dest beşdarî pêşangeha salane ya dibistanê bû, ev karê wê bala hemû mamoste û xwendevanan kişandiye.

‘Divê em bi zarokên xwe re bibin alîkar’

Dayika Diyen, Benaz Mehmûd diyar kir ku di destpêkê de zaroka wê xwedî vê kêrhatiyê bû lê belê ji ber xwendinê nikaribû berdewam bike û wiha got: “Ji ber hezkirinek zêde ya Diyen ji karên dest re heye, em hemû pêwîstiyan ji were kom dikin, ew çêdike û diparêze. Erkê me ye em zarokên xwe bi awayek baştir perwerde bikin, da ku bikarin cihê xwe di pêşerojê de diyar bikin.”

‘Ez gelek ji karên destan hez dikim’

Diyen Dara ya ku xwedî kêrhatiya karên dest e wiha behsa karê xwe kir û got: “Ez gelek ji karên destan hez dikim, zêdetir e karê hevîrê reng dikim, ez ê berdewam bikim ji ber ez gelek jê hez dikim û ez di wê hêviyê de me ku berdewam bikim.”