Diyardeya şîdeta li dijî zarokan di dibistanên Iraqê de gengeşiyê zêde dike

Tenê çend hefte di ser biryara wezareta perwerdeyê ya vekirina dibistanên li Iraqê derbas bûye û ev nêzî çend hefteyan e ku şagirt derbasî dibistanan bûne. Malperên tora civakî bûne amûrên ji bo şopandin û belavkirina dosyayên tundûtûjiya li ser xwendekaran di dibistanên seretayî û navîn de her wiha gilîkirina mamosteyan ji ber dan û standina wan a xirab bi şagirtan re bi taybet di dibistanên fermî de.

XUFRAN EL-RADÎ
Bexda- Demek pir kurt e ku dibistan li Iraqê hatine vekirin û bi vekirina dibistanan re li ser malperên tora civakî malbatên xwendekaran ji ber şîdeta li ser zarokên wan di hundirê dibistanan de, dest bi giliyê kirine. Tekildarî vê mijarê Dayika yek ji zarokên ku di dibistana seretayî de dixwîne B.M. diyar kir ku zarokê wê êdî naxwaze biçe dibistanê, ji ber çûyînê bêzar bûye ji ber muameleya mamosteyan nebaş û her dem ceza didin wan. B.M wiha got: "Ji bo ku ez sedema vê muameleya xirab bizanibim çûm gel mamoste û pê re axivîm lê ez ji gotinên mamoste matmayî mam ji ber ku digot tiştê ku ew dike ji bo terbiyekirina zarok e."
B.M dibîne ku wezareta perwerdeyê xemsarî û kêmaniyê li ser mijarên dibistanan û avahiyan  dike, ji ber ku di her polekê de zêdetirî 40 xwendekar hene, ev yek jî bandorê li xwendina şagirtan dike û bandorê li ser muameleya bi şagirtan re jî çêdike.
"Mamosteyên ku tundiyê li dijî xwendekaran dikin kesên têkçûyî ne"
H.X. ji ber ku mamoste bi tundî li keça wê xistibû û ji ber lêdanê di rûyê keça wê ya 10 salî şopên lêdanê mabûn giliyê mamoste ji Wezareta Perwerdeyê re kiribû. Her wiha H.X. di wê baweriyê de ye ku di van çend salên dawî de perwerde kêm bûye û rastî têkçûnek hatiye û wiha pêl dide gotinên xwe: "Pêkanîna tundiya li ser keçek 10 salî ji ber erkê xwe yê dibistanê sûc e û mamosteyên ku tundiyê pêk tînin kesên têkçûyî ne." 
Berdevkê Wezareta Perwerdeyê Heyder Fariq bi daxuyaniyek destnîşan kir ku wezaret bi awayekî cidî bi hemû bûyerên tundûtûjiyê re mijûl dibe, kesên şîdetê dikin dişopîne û li gorî şîdeta ku pêk aniye ceza dide wan.
Der barê kêmbûna hejmara avahiyan de Heyder piştrast dike ku pereyê ji bo Wezareta Perwerdeyê tê veqetandin tenê ji sedî 50’yê wê têra çapkirina pirtûkan dike û mijara avakirina dibistanan û restorekirina dibistanên kevin bi Meclisa Nûneran û Meclisa wezaretê ve girêdayî ye. Di demên pêş de fikirandinek heye ji bo ku bi şîrketên herêmî û cîhanî yên avahiyan re îmzekirinên avahiyê were kirin.
"Şîdeta li ser xwendekaran diyardeyeke metirsîdar e"
Mamoste Huda Tariq ku di hin dibistanan de kar dike wiha dibêje: "Tundûtûjiya li dijî xwendekaran diyardeyeke metirsîdar e ku rê li ber pêvajoya xwendinê li Iraqê digre û li pêşiya xwendinê dibe asteng. Tundûtûjî bi serê xwe pir metirsîdar e, bi taybetî dema ku cihê xwe di nava kadroyên hînkirinê de bigre." 
Hinek rêbazên din hene ku mamoste Huda Tariq ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran bi kar tîne ku bandorek neyînî li ser derûniya xwendekaran nake û wiha dibêje:
"Xwendekarên bi nakok an jî yên ku ne baldar bin ez wan ji xelat û diyariyan an seyran û lîstokên dibistanê dûr dixim da ku hinekî hişyar bibin û fikirandin li gel wan çêbibe ku ew jî xwe bigihîjînin asta jêhatîbûna xwendekarên din."
Her wiha di hin rewşên zehmet û berdewamkirina uslûba xirab û nebaldarbûna domdar a xwendekar de, mamoste Huda Tariq berê xwe dide nîqaşkirina bi malbatên xwendekaran re da ku rewşa wî bizanibin û bi hev re pirsgirêkê çareser bikin. Her wiha teqez kir ku hinek rewş hene pêwîstî bi rastiya tiştê ku xwendekar dijîn dimîne ku dibe sedem xwendina xwe paşguh bikin an jî bi rêbazên nebaş tevbigerin. Ji bo ku hewldanên sererastkirinê werin kirin her wiha di rewşên herî tevlihev de ew berê xwe didin damezrandina komîteyek hevbeş ji malbat û mamosteyan da ku hewl bidin çareseriyê ji xwendekaran re bibînin.
"Rola me beriya perwerdeyê terbiyekirin e" 
Huda Tariq di dawiya gotinên xwede diyar kir ku hemû gavên ku di mekanîzmaya danûstandina bi xwendekaran re û çareserkirina pirsgirêkên wan de tên şopandin ne hêsan in pir dijwar in, bi hewceyî ked û baweriyeke mezin in û wiha got: "Rola me beriya perwerdeyê terbiyekirin e û em ji bîr nekin ku em ji avakirina nifşê nû bi giştî berpirsyar in."