‘Divê zîhniyeta heyî were guhertin’

Çalakvan Dilsoz Zengene diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê ji ber hebûna zîhniyeta mêrsalarî desthilatdariya siyasî, bi eşkere jin rastî tundîtûjiyê tên û zagon û civak li hemberî vê yekê dengê xwe dernaxin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Bûyerên tundîtûjiyê ku yek li pey yekê li Başûrê Kurdistanê rojane diqewimin diyar dikin ku Başûrê Kurdistanê di aliyê perwerde û hişyariyê de di rewşek aloz û metirsîdar de ye.

Hişyariya kêm û tênegihîştina mafên kes û jinan dibe sedema tundîtûjiyê. Vê yekê jî wisa kiriye ku mêr tundîtûjiyê li hemberî jinan dikin û ev yek her diçe zêde dibe. Bi aşkerayî û li cihên giştî tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin. Weke bûyera li taxa Hêwane ya bajarê Silêmanî ku jinek ji aliyê komek ciwanan ve rastî tundîtûjiyê hat, kuştina jineke ciwan a 15 salî li Hewlêrê û kuştina jineke din mînaka herî berbiçav a rewşa jinan li Başûrê Kurdistanê ye.

‘Li hemû cîhanê ev diyarde heye’

Çalakvana jinan Dilsoz Zengene der barê tundîtûjiya li hemberî jinan û rewşa wan li herêma Kurdistanê de destnîşan kir ku li hemû cîhanê tundîtûjî li hemberî jinan bi rêjeyekê heye lê belê li herêma Kurdistanê de rêjeye tundîtûjiyê zêde ye û wiha got: “Ev bi salan e tundîtûjî heye û zêde dibe lê belê di sala 2022’an de ev tudîtûjî bi rêjeyek berbiçav zêde bûye. Pirsgirêkên siyasî û aloziyên desthilatdariya li herêmê, xirabûna rewşa aborî û destwerdanên ji derve ji aliyê dewletên dagirker ve wisa kiriye ku tundîtûjiya li hemberî jinan her ku diçe zêdetir dibe.”

‘Piştgirîdayîna kujeran ji aliyê desthilatdariyê ve û pêkneanîna zagonan tundîtûjiyê zêde dike’

Dilsoz Zengene sedemên zêdebûna tundîtûjiyê bi çend aliyan anî ziman. Yek ji wan pêkneanîna zagonê li herêmê her wiha piştgirîkirin û parastina partiyên siyasî ya ji bo kujeran. Vê jî wisa kiriye ku mêr gelek tewanan bikin û ceza ji bo wan tune be. Heta piştgiriya wan tê kirin û teşwîqî tewanê dikin, tenê riya çareseriyê ji bo wan lihevhatina eşîran e û mafê jinan tê binpêkirin û wiha got: “Civak ligel zêdebûna sedemên tundîtûjiyê û aqilê mêrsalarî bêdeng e. Di bûyerek de çend ciwan ji hemberî jineke ciwan tundîtûjiyê pêk tînin û di medyaya dîjîtal de gelek kesan gotin ‘Ew cih ne cihê jinan e, kêmasiya wê ye’ em jî dibêjin; ‘Ew cih cihek giştîye û ne tenê cihê mêran e, ji bo wê mafê wan nîn e rê li jinek ku ji bo temaşekirina pêşangehê çûye wê derê bigrin.”

‘Divê zîhniyeta civaka Başûr biguhere’

Dilsoz Zengene di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di bûyera herî dawî de rastiyeke ku bi zîhniyeta paşketî û mêrsalarî li ser wan ciwanan bandor kiriye heye divê ku dadgeh sezayê pêwîst bide wan, da ku bibe dersek ji bo kesên ku tundîtûjî pêk tînin û wiha domand: “Her çendî li hemberî wê jina ciwan tundîtûjî pêk hat, tundîtûjiya herî zêde li pişt bûyerê ew gotinên ku hatin gotin bûn. Ji ber ew jî di bin bandora çand, ol, civakê de perwerde bûne nêzîkahiya wan wiha xirab e. Ji ber wê divê bi temamî di aliyê zîhniyetê de civaka Başûr biguhere.”

‘Bûyerên tundıjıyê bandorek neyini li ser civak çêdike’

Dilsoz Zengene bi bîr xist ku Silêmanî bajarê rewşenbîriyê ye, çima hewldana pêşvebirinê nayê dayîn û kar ji bo pêşxistinê nayê kirin û wiha got: “Hebûna van bûyeran tevgerek neyînî ye, bandorek neyînî li ser herêma Kurdistanê çêdike. Bi taybetî herêmên ku civaka wan paşverû ye. Divê li wan herêman jin azad bin û bi azad tevger bikin, metirsiyê li ser çêdikin. Bi taybetî metirsiyê li ser jinên azadîxwaz çêdikin, ji ber ku bi temamî kesên azadîxwaz û jinên çalakvan, tundîtûjiya li hemberî jinan hîs dikin. Dema ku tundîtûjî were kirin weke li hemberî wan hatiye kirin dinirxînin.”

‘Li herêma Kurdistanê ji bo ciwanan perwerdeyek rast tune ye’

Çalakvan Dilsoz Zengene da zanîn ku li herêma Kurdistanê ciwan perwerdeyek bi tendurist nabînin û her civakek dikeve bin bandora fikrek cuda, rojane di medyaya dijîtal de tê dîtin ku ka di kijan astê de ne. Disoz Zengene wiha got: “Ev bûyera Hêwanê ne bûyera yekem e, gelek carên din bûyerên wiha li ber deriyê keleha bajarê Hewlêrê û taxa Orzdî ya bajarê Silêmanî qewimîn. Divê ew ciwan werin hişyarkirin û sansur li ser medyaya dîjîtal were pêkanîn. Ger di bûyerên wiha de dadgeh sezayê guncaw necin û zagon neyên bicihanîn dê rewş ber bi xirabûnê ve biçe û civak gelek nirxên xwe winda bike.”