‘Divê li hemberî sinetkirina jinan hişyariya civakî bê bilindkirin’

Rêvebira Bernameya Mafên Tenduristî û Zêdebûnê ya Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misirê Mejda Silêyman got ku divê bi taybetî rêxistinên sivîl li dijî "sinetkirina jinan" ya li Misrê berdewam dike çalakiyên hişyariyê lidarbixin.

ASMAA FATHI

Qahire – “Sinetkirina jinan” ku bi taybetî li welatên Rojhilata Navîn tê kirin, hem di warê derûnî û hem jî di warê fizîkî de di jiyana jinan de dibe sedema pirsgirêkên ku nayên vegerandin. Li Misirê tevî cezayên ku li sûcdaran tên birîn jî dê û bav sinetkirinê weke pêwîstiyekê dibînin û dev ji vê pêkanînê bernadin. Salama yek ji wan kesên ku rastî sinetkirina hatiye wiha got: “Min bi salan êş kişand û fikra zewacê qebûl nekir. Ez dîsa çûm cem psîkiyatrîst û ji min re got krîz ji ber bûyera sinetkirinê çêbûye.”

'Birînên ku nayên vegerandin di jinan çêdikê'

Salama diyar kir ku bavê wê gelek zilmkar bû û wiha got: “Ez ji aliyê bavê xwe ve hatim sinetkirin, tevî ku diya min gelek giriyabû û qebûl nedikir. Hevalekî min hebû, lê min du meh beriya zewacê biryar da ku ez wî berdim. Tu sedem tune bû û min fêm kir ku ev rewş ji ber sinetbûnê ye. Min hewl da ku bi çûyîna klînîka derûnî ji vê rewşê xilas bibim. Min hêvî dikir ku ez vê bi ser bixim. Sinetbûn di jinan de birînên ku nayên vegerandin çêdike. sinetkirin gelek tirsan derdixe holê.”

'Keçek ne sinetkirî neyînî tê dîtin'

Jin di her temenî de serpêhatiyên xwe yên zarokatiyê ji bîr nakin, bi taybetî jî sinetkirinê. Jineke din a 62 salî jî serpêhatiya xwe wiha got: “Dema ji min re gotin ez ê bêm sinetkirin ez gelekî kêfxweş bûm. Ji ber ku ji me re digotin em dikarin gelek lîstikên ku ji me re qedexe bûne bilîzin û bi vî awayî em dihatin xapandin. Di çavên diya min de tirs hebû û hestên wê yên tevlihev hebûn. Xaltiya min û apê min teseliya wê dikirin. Niha jî awirên derdora min û jina ku min sinetkiriye tê bîra min. Ew bi amûrên tirsnak û bi anesteziya sexte sinet kirin. Îro jî dema ku ez li ser dihizirim, heman êşê hîs dikim. Sedema sinetkirinê nezantî ye. Herkes zarokên xwe sinet dike, ji ber ku ji derdora xwe ditirse. Li keçeke sinetnebûyî neyînî tê dîtin û weke jin nayê qebûlkirin. Ev mijar hişyariyek berfireh dixwaze. Dema ku hevjînê min keça min sinet kir min nikari bû li pêşiya wî bibim asteng.”

Bi demen dirêj bandora xwe dike

Rêvebira Bernameya Mafên Tenduristî û Zêdebûnê ya Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misirê Mejda Silêman diyar kir ku ew di hevdîtinên nîqaş û diyalogê yên ku bi jinan re tên lidarxistin de bandora sunetkirinê li ser jinan çiqasî hîs dike û got: "Her çiqas temenê wan di navbera 40, 50 û 60 salî tê guhertin jî  ew serpêhatiyên xwe bi berfirehî vedibêjin mîna ku îro diqewime û hesta roja ku hatine sinetkirin ji bîr nakin. Hinek jin bi baweriya paqijî û namusê keçen xwe didin sinetkirin. Li aliyek din tirsa bêbextî û şermkirinê jiyan dikin.”

Majda Silêman destnîşan kir ku mijara sinetkirinê di rojeva civakê de ye her wiha divê mijarê de meyzekirinên cuda derdikeve pêş û wiha pê de çû:” Bi rastî gelek malbat hene ku ji ber xema laş û paşeroja keçên xwe biryar didin ku keçên xwe sinet nekin. Hinek malbat jî hene ji bo ku keçen wan di nav civakê de were qebûlkirin û ji bo ku teşhir nebe wek neçarî dibinin. Divê mijarê de rola mêrên ku bizewicin heye. Dema jinek hatibe sinetkirin dikare bizewice û ji aliyê mêr vê tê qebûlkirin.

‘Divê meyzekirina civakê bê guhertin’

Majda Silêman diyar kir ku hinek mêr hene jinên nehatine sinetkirin re nazewicin û wiha gotinê xwe domand:”Hincetê ku civak ava dike piranî bi axaftinên derdor re sînordar e. Divê meyzekirina civakê bê guhertin. Ji bo tekoşîna li dijî sinetkirinê pêş xistina hişyariyê yek ji çareseriyên herî girîng e. Ev erk jî dikeve ser saziyên mafê mirovan. Ravekirina sinetbûnê ti aliyê xwe yê zanistî nîne û di eslê xwe de bi adet û kevneşopan ve girêdayî ye.

‘Divê hişyarî bê pêşxistin’

Mejda Silêman bal kişand ku divê jin mafên xwe yên li ser bedena xwe bizanibe û wiha gotinê xwe dawî kir: “Pêwîste jin li ser xwe bixebitin û mafê xwe û rêyên parastina xwe rast bizanibin. Her wiha divê di mufredata dibistanê de rastiya ku sinetbûn sûc e jî bê cih. Divê di qonaxên perwerdehiyê yên curbecur de ji bo zarokan hişyarî bê çêkirin.”