‘Divê jin di warê fikrî û ramanî de xwe bi hêz bikin’

Ji ber sîstema desthilatdar, jin zêdetir rastî pirsgirêk û tundîtûjiyê tên. Çalakvan Şehên Mihemed dibêje ku pêngava girîng a ji bo çareserkirina pirsgirêkan qebûlkirina fikrên jinan e.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Jin di her qonaxê de û li her cihê ku lê ne, rastî tundîtûjiyê tên û pêwîstiya wan bi xwerêxistinkirin û pêşxistinê heye. Divê beriya hemû tiştî di aliye fikrî de jin xwe bi pêş bixin û li hemberî tundiya li ser kesên civakê bi taybetî li dijî jinan tê kirin, bisekinin.

‘Piştî 32 salan rewşa Kurdistanê ber bi xirabûnê ve diçe’

Çalakvan Şehên Mihemed der barê zêdebûna tundîtûjiya li hemberî jinan li Başûrê Kurdistanê de axivî û diyar kir ku ji ber zordestiya aqilê mêrsalarî û serwernebûna zagonan der barê parastina mafên jinan de li Başûrê Kurdistanê jin rastî tundîtûjiyê tên û wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê ji ber zîhniyeta civakê ya paşverû, tundîtûjiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Piştî 32 salên bi xebat û têkoşîn û bedelên giran, di hemû aliyên civakê de tundîtûjî hê jî heye. Bi taybetî li hemberî jinan tê pêkanîn ku xwedî dîrokek e 5 hezar salî ye.”

 ‘Pêngava herî girîng guhertina fikrên mêrsalarî ye’

Şehên Mihemed da zanîn ku tundîtûjiya li hemberî jinan tê pêkanîn, xwedî dîrokek dûr û dirêj e û jin jî divê dîroka xwe bizanibin. Pêngava yekem ew e ku divê jin hewldana guherînê di warê fikrî de çêbikin, ev jî ji bo jinên Başûrê Kurdistanê ne zehmet e. Jin niha di qonaxa ku tê de ne li hemberî aqilê kevneperest di aliyê civakî, siyasî, leşkerî, çandî de benda dişkînin, pêşengiya vê têkoşînê dikin û wiha domand: “Ev sîstema paradîgmayî dikare jinan bike pêşeng, têgihîştî û bi hêz ku li ser lingên xwe bisekinin. Di nava wan de jinên Kurd weke mînak tên dîtin. Ji bo wê jî divê jin biryarên girîng bidin û hev bigrin. Li berçavgirtina hemû berjewendiyên civakê gaveke girîng e ji bo jinan.”

‘Di yekbûna jinên Başûrê Kurdistanê de lawaziyek heye’

Şehên Mihemed behsa xebatên jinan li çar parçeyên Kurdistanê di sedsala 21’ê de kir û bang li hemû jinên cîhanê kir ku dikarin wê baweriyê bi dest bixin û niha jî pêşengiya şoreşê dikin ku di nav de azadiya jinan û serxwebûna kesî cih digre û wiha got: “Ji ber sîstema ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê heye, jin têdikoşin û her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî pêşengiya şoreşê dikin dikarin ji vê şoreşê bawer bikin. Li Başûrê Kurdistanê divê bi wan jinan serbilind bin û di çarçoveya xeta têkoşîna azadiya gelê Kurd de cih girtine û şehîd bûne û ji bo me bûne mîrasek. Jin heta ku bikarin wê rê û rêbaza wan berdewam bikin. Lê belê li gorî parçeyên din li Başûrê Kurdistanê rêxistina jinan heye û tê de lawazî tê dîtin û asta fikrên xwe di aliyê fikrên jinan de ewqas pêş nexistine. Lê belê em jî dikarin bi berdewamkirine xebatên jinan û şoreşgerên xwe li gorî parçeyên din hevsengiyekê ava bikin.”