“Divê hişyariya civakî li dijî zewaca zarokan bê bilindkirin”

Zewaca zarokan li welatên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Misrê, weke pirsgirêkeke cidî ya civakî li pêşberî me ye. Emîna El-Sawî got, "Ew ji bo zarokên keçfelaketeke mezin e" û bal kişand ser pêwîstiya afirandina hişmendiya civakî.

ASMAA FATHI

Qahîre – Rolên zayendî, şêwazên tevgerê ku civak ji mêr û jinan hêvî dike vedibêje. Ji ber ku ev rol ji aliyê pergala serdest a mêr ve hatine avakirin, li ser newekheviya civakî û çandî ya di navbera jin û mêr de hatine avakirin. Cinsê biyolojîk xwedayî ye, zayendiya civakî kesayeta ku piştre tê avakirin e. Rolên zayenda jinê bi gelemperî ji hêla hestiyariyê, têgihîştinê, hestiyariyê, girêdayîbûnê ve têne diyar kirin; rolên zayenda mêr ji hêla taybetmendiyên wekî serokatî, serdestî û serxwebûnê ve têne diyar kirin. Rastiya ku mêr wêrek, xurt, hişk in; keç dilovan, têgihîştî û mîna dayik e yek ji hêsantirîn nimûneyên rola zayendî ye.

Hewl didin zecawa zarokan rawa bikin

Mekanîzma an jî dînamîkên ku zewacên zarokan rewa dikin jî berhema pergala baviksalarî û pêkhateya civakî ya kevneşop in. Bi zewacên di temenê biçûk de ku berhema vê sîstemê ye, têkiliyên newekhev ên jin û mêr derdikevin holê û ev newekheviya ji ber perspektîfa li hemberî jinê hîn zêdetir dibe. Rastiya ku ji xortan zêdetir keç dikevin ber zewaca di temenê biçûk de yek ji girîngtirîn nîşaneyên vê rewşê ye. Parêzer Amîna El-Sawî zewacên zarokan ên li welat û pirsgirêkên girêdayî wê ji ajansa me re nirxand.

“Ji bo keçan felaketeke mezin”

Emîna El-Sawî got ku zewacên zarokan heta radeyekê li welat paş de çûye, lê hîn jî pirsgirêk li ser keçên ku li gundewaran dijîn berdewam e û got ku piraniya jinên li gundewarên welat dijîn nikarin jiyana xwe bi dest bixin. Emîna El-Sawî bal kişand ser pêwîstiya hişyarkirina malbat û civakê li ser vê mijarê. Amîna El-Sawî da zanîn ku zewaca zarokan ji bo keçan tê wateya felaketeke mezin û got ku ev reftarên kevneperest ên paşverû hemû jiyana jinan ji dest didin.

“Sedemên aborî weke hincet tê nîşandan”

Amîna El-Sawî got, “Malbat gelek caran sedemên aborî di zewaca zarokan de tînin ziman. Bav û mêrên di nav malbatê de xwedî kontrol in. Biryardayîna li ser zewaca zarokên keç girêdayî wî ye. Dema zarokek keç digihîje balixbûnê, tê bawer kirin ku rola wê ya di malê de qediyaye û ji bo jê xilas bibe zewac tê kirin. Tê bawer kirin ku heta ku zaroka keç bê zewicandin aîdê malê ye û paşê jî divê girêdayî kesekî din be.”

“Bi jiyana keçan re tê lîstin”

Emîna El-Sawî da zanîn ku zewaca zarokan civakê nebaş dike û got ku zewaca zarokên ku perwerdehiya bingehîn negirtine, ne xwedî pîşe û karekî ne û zewaza zarokên ku ceribandina wan a jiyanê heya balixbûnê ye civakê paş ve dikşîne û astengî ava dike ku nahêle asta hişmendiyê ber bi astên bilindtir ve biçe. Emîna El-Sawî da zanîn ku bi jiyana zarokên keç ên hatine zewicandin re tê lîstin û got ku piraniya zarokên keç vê yekê wekî "lîstok" dibînin.

“Divê hişmendiya civakî bê avakirin”

Emîna El-Sawî destnîşan kir ku bi perwerdehiya civakî dikarin van pirsgirêkan ji holê rakin û pêşî li tarîkirina jiyana zarokan bê girtin. Amîna El-Sawî têkildarî pîvana qanûnî ya zewaca zarokan jî wiha got: “Belgeyek heye ku ez pê re eleqedar im. Doza zarokek keç a ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin û tu nasnameya wê tune ye. Malbata zarokê jiyana xwe ji dest dane û kesê ku pê re zewicî ye jî di girtîgehê de ye. Niha pêdiviya wî bi nasnameyekê heye û ji bo wê têdikoşe. Hin zarok li welêt li ba dapîr û kalên xwe qeydkirî ne. Ev û gelek pirsgirêkên din çêdibin. Di vê wateyê de pêwîste hişmendiya civakî were afirandin.”

Salma, ku di zarokatiya xwe de hat zewicandin: Divê teqez were qedexekirin

Jina bi navê Salma ya ku di zarokatiya xwe de hatiye zewicandin jî di bin gefa “hêwî” de ye. Salma ya ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene wiha got: “Ez di zarokatiya xwe de zewicîbûm, min nizanibû ku pirsgirêkek tenduristiyê heye an na. Ez dikarim ducan bibim, lê beriya zayînê zarokê min ji ber min diçe. Min tedawî dît, lê her çend sal derbas bûn jî, min nekarî encamên erênî bi dest bixim. Xeyala min hebû ku ez bibim endezyar.”