'Divê em feraseta çewt a li ser jinên femînîst hilweşînin’

Rêvebera Bernameyê ya Înîsiyatîfa Jin a Super Omnia Îbrahîm, bal kişand ser propagandaya reş û êrîşên li ser femînîstên li Misirê, diyar kir ku gelek mêr ji ber femînîzmê ditirsin ku serdestiya xwe ya li ser jinan winda bikin.

ASMAA FATHI

Qahîre – Pêşdaraziyên li hemberî jinên femînîst û propagandaya reş a pergala serdest a mêr carinan digihîje asta binpêkirina mafê nepenîtiyê. Rêvebira Bernameya Înîsiyatîfa a Super Omnia İbrahim got ku darazên mêran ên li ser femînîzmê ji kêmzanîna wan derketiye û ji femînîzmê ferqa wan tune.

Omnia Îbrahîm bal kişand ser fikrên şaş ên li ser femînîzmê û femînîstanwiha got: “Civak femînîzmê wekî çavkaniya metirsiyê, weke ku aramiya kes û malbatê tehdîd dike dibîne. Ev ji ber propagandaya reş, gotegot û agahiyên çewt ên li ser femînîzmê ye. Zêdetir, derbarê femînîstan de zanînek klîşe heye."

'Zilam ditirsin ku kontrola li ser jinan winda bikin!'

Omnia Îbrahîm anî ziman ku ji ber femînîzmê mêr ditirsin ku kontrola xwe ya li ser jinê winda bikin, ji ber vê yekê kampanyayên stemkarî û eşkirinê yên ku bandorê li gelek femînîstên civakê dike, tên kirin. Omnia Îbrahîm destnîşan kir ku hin mêr bi têkoşîna jinan a li dijî tundî, tacîz û êrîşên tecawizê re hevgir in û wiha got: "Li aliyekî hevgirtin heye, mêrên ku jinan tacîzê dikin, şîdetê dikin û mafên wan binpê dikin hene."

'Li dijî femînîstan êrîş hene'

Omnia Îbrahîm anî ziman ku bi taybetî femînîstên ku li dijî sinetkirina jinan in bi bêexlaqiyê tên sûcdarkirin.

"Li dijî parêzvanên femînîst û her kesê ku wê red dike bertekek heye. Sûcdar dikin ku 'wê zarokên keç ji malbatê dûr bikevin û ji civakê qut bibin'. Êrîşên li ser femînîstan tenê bi sûcdarkirin û şermezarkirinê bi dawî nabin. Komkujî, îftîra, gef hene. Her wiha bi çêkirina vîdeoyên sexte yên wekî 'skandala zayendî' û li civakê belav dikin hewl didin têgihiştinekê çêbikin."

'Divê em hişyariyê mezin bikin'

Omnia Îbrahîm anî ziman ku divê derbarê êrîş û darizandinên li dijî femînîstan de hişyarbûna civakî bê çêkirin û got, “Divê em hişmendiya çandî ya li hemberî jinê di civakê de zêde bikin. Divê em hişmendiya civakî biafirînin da ku rêzgirtina ji jinan re û wekheviya di navbera jin û mêr de were peyda kirin. Pêdivî ye ku xebat were kirin da ku gotegot û têgihiştinên xelet û rolên girîng ên civakî yên ku femînîst di nav xwe de vedihewînin bê kirin. Pêwîst e têgeha femînîzmê bê zelalkirin, bi taybetî jî rola jinê di pêkanîna wekheviya zayendî de.”

‘Femînizm ramanek e’

Omnia Îbrahîm got ku femînîzm ramanek e, baweriya bi femînîzmê formek hewce nake. Omnia Îbrahîm bal kişand ser girîngiya hevdîtinên diyalogê yên hevpar û diyar kir ku bi van rûniştinan têgihiştina wan dikare ji holê rabe. Omnia Îbrahîm bal kişand ser wê yekê ku divê qanûna yekbûyî ya li dijî şîdetê were erêkirin û tetbîqkirin.