“Divê daneyên kuştin û tundîtûjiyê werin aşkerakirin”

Wekî tê zanîn mala lêmayîna jinan ji aliyê civakê ve nayê famikirin. Civaknas Sara dibêje ku li mala lêmayîna jinan pirsgirêkên jinan tên çareserkirin.

Silêmanî- Mala lêmayîna jinan taybet e ji bo jinên ku rastî pirsgirêkên civakî û gefan tên, serdana mala jinan dikin. Ev mal jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina cihek bi ewle yê lê mayînê ye. Lê belê mala lêmayîna jinan her dem ji aliyê civaknasan ve tê rexnekirin, ji ber wê nikarin çareseriyek bingehîn ji bo pirsgirêkan bibînin.

Civaknas Sara ku li mala lêmayîna jinan a li Silêmaniyê dinêre, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku kesên serdana mala lêmayîna jinan dikin pirsgirêkan wan hene yan jî rastî gefan hatine û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe tên serdana wan.

Sara wiha behsa pêngavên sereke yên alîkariya jinan kir û got: “Ew jinên ku tên mala lêmayînê ku gef li ser wan hene, em destpêkê hewldana ji bo başiya wan didin ji bo dabînkirina cihê lêmayînê û ger di aliyê derûnî de rewşa wan nebaş be em dişînin gel lijneya pisporî ya derûnî heta rewşa wan baş dibe.”  

“Pêwendiya rêxistinên jinan bi mala lêmayîna jinan re heye”

Sara der barê sedem û nêrînên rêxistinên jinan ji bo mala lêmayînê de wiha got: “Rêxistinên jinan li gorî hêza xwe serdana mala lêmayîna jinan dikin û hewldana dabînkirina beşek ji pêwîstiyan didin. Di hinek deman de bi piştgiriya madî û di hinek deman de ji bo dabînkirina pisporên derunî û vekirina dewreyan bi armanca bilindkirina hêz û asta ku jê tê hevkariya me dikin.”

Sara wiha behsa cudahiya nêrînên jinan der barê mala lêmayîna jinan a niha û berê de kir û got: “Di destpêkê de mala lêmayîna jinan, baş dihat dîtin lê belê niha gel girîngiyek zêdetir didin, ji ber di her pirsgirêkek de malbat tên û dibin lê belê destpêkê ne wisa bû. Berdewamî bi vekirina dewreyan û hişyarîkirina civakê dikarin di nava civakê de bibin xwedî roleke zêdetir.”

“Bi vekirina dewreyan asta kesan bilind dibe”

Sara bi bîr xist ku girîngîdayîna asta zanyariyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan karmendên mala lêmayîna jinan roleke girîng digre û wiha got: “Vekirina dewreyan bûye sedema bilindkirina asta rewşenbîrî û zanyari lêkolîner di kar û çalakiyan de li gorî pêwîstiyên lokolînek taybet li ser kesan dikin, bi giştî mayîn û çareseriyên ji bo jinên di nava malên lê dimînin de, piştî encamdana lêmayîna kesan formeke me ya taybet heye û li ser pirsgirêkê disekinin, encama wê derdixin.”

Lêkolîner Sara wiha behsa girîngiya aliyên baş ên mala lêmayîna jinan kir û got: “Aliyê herî baş ê mala lêmayîna jinan ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka jinan û vegera wan a di nava malbatê de ye. Li gorî daneyên malê di sala 2019’an de hejmara jinên ji mala lêmayîna jinan sûd girtine 182 e li gel 47 zarokan bû, ew jinên ku pirsgirêkên wan hatine çareserkirin û vegeriyan mala xwe 166 jin bûn.”

“Divê bûyerên tundûtûjiyê neyên veşartin”

Sara der barê rêgirîkirina belavkirina nûçe û daneyên tundîtûjî û kuştina jinan de da zanîn ku divê nûçeyên kuştina jinan bi awayek rast werin belavkirin, da ku bandorên neyênî li ser derûniya kesan çênebin û nabe ku werin veşartin û got: “Niha rojane guhên me li nûçeyên nexweş ên kuştina jinan e, her wiha kuştin ji bo giştî çîn û civaknasan zêde bûye û bi giştî bûyerên nexweş zêde bûne lê belê bi vê ve girêdayî jî nabe ku daneyên kuştina jinan neyên belavkirin.”