‘Divê civak li hember tundûtujiyê hîn bêhtir hişyar be’

Çalakvanên jin ê herêma Raperînê diyarkirin ku her sal bi boneya 25 Mijdarê çalakiyên cûr be cûr li dar dixin. Jinên çalakvan diyar kirin îsal li hember jinê tundî pir zêde bûye û banga hişyariyê hat kirin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn-  25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundîtûjiya ser jinê ya cîhanê li tevayî cîhanê çalakiyên cûr be cûr tê lidarxistin û ji bo ji holê rakirina tundîtûjiyê hişyarî tê belavkirin.  Li Başûrê Kurdistanê jî bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî tên lidarxistin. Jinên çalakvan ên Başûrê Kurdistanê diyarkirin ku qeyrana aborî yek ji sedemê zêdebûna tundîtûjiyê ye.

‘Pêwîstiya me bi hîn zêdetir karkirinê heye’

Çalakvan Aşne Hisên diyarkir ku her sal di 19’ê Mijdarê de dest bi çalakiyên ji bo kampanya pêşîlêgirtina tundîtûjiya beramberî jinan dikin û got: “Her sal em semîner û panelan lidardixin û her wiha li dibîstanan çalakiyên hişyariyê bi rêve dibin.  Mixabin îsal me nekarî li dibîstanan semîneran bidin. Di rewşa ku qeyrana zêde heyî de tundîtûjiya beramberî jinan zêde bûye, nebûna aboriyê tundîtûjiya di nava malbatê de zêde kir. Çend cûrên tundîtûjiyê weke derûnî, fizîkî, aborî û siyasî hene, mixabin niha jin rastî hemû cûrên tundîtûjiyê tên. Em jî weke rêxistin û çalakvan divê li dijî tundîtûjiyê xebat bidin meşandin û hişyariyê belav bikin.  Koçkirina ciwanan ji derveyî welat û bi cih hêlana malbatê cûrek ji tundîtûjiyê ye, ji ber wê em hertim li beramberî tundîtûjiyê radiwestin û ji bo pêşîlêgirtina tundîtûjiyê pêwîstiya me bi hîn zêdetir karkirinê heye.”

‘Divê malbat hevkar bin’

Karmenda Rêveberiya Pêşîlêgirtina Tundîtûjiya Beramberî Jin û Malbatê a Raperîn Firmêsk Rizgar da zanîn ku rêveberî di dema kampanya pêşîlêgirtina tundîtûjiya dijî jinê de gelek kar û çalakî li dardixin û wiha got: “Tundîtûjî diyardeyek ku li seranserî cîhanê ye û li gora cihan tê guhertin. Ev jî beşek dikeve ser rewşa qada aboriya cihanê. Heta ku qada aborî ber bi başbûnê ve biçe, wê rewşa jinan jî baştir be. Herêma Kurdistanê berdewam di nava şer, pevçûn û êrîşan deye, ji van êrîşan jin dibin qurbaniyên sereke. Her sal rêveberî çalakiyên ji bo 25’ Mijdarê li dardixin. Beşek ji rêxistinan rolek baş di pêşîlêgirtian tundîtûjiyê de girtine û li gel rêveberiya tundîtûjiyê ji bo tunekirina tundîtûjiyê kar kirine. Hêviya me ji malbat û civakê ewe ku hê zêdetir hişyarbibin û ji bo belavkirina hişyariyê hevkar û hemaheng bin.”