“Dibistana Şehîd Beşîr zarokên şehîdan perwerde dike”

Rêveberiya Dibistana Şehîd Beşîr a Teknolojiyê ya ji bo fêrkirina zarokên şehîdan di milê zanist û teknolojiyê de ji ajansa me re axivî, behsa pergal û armancên vê dibistanê kir.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Rêveberiya Dibistana Şehîd Beşîr a Teknolojiyê Selma Elî der barê avakirin, sîstem û armancên vekirina Dibistana Şehîd Beşîr a ku berî demekê ji bo fêrkirin û pêşxistina zarokên şehîdan di warê zanistî û teknolojî de li bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin, ji ajansa me re axivî.

Armanc û girîngiya Dibistana Şehîd Beşîr a Teknolojiyê

Selam Elî armancên vekirina Dibistana Şehîd Beşîr û girîngiya wê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Berî çend mehan hazirî ji bo vekirina Dibistana Şehîd Beşîr a Teknolojiyê hatin kirin wekî hazirkirina avahî û amûran, jixwe wekî fermî jî di 4’ê 9 de hat vekirin. Fikra Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bû, yên ku ji aliyê madî û manevî ve destek da vê projeyê ew in. Armanc ji vekirina vê dibistanê ku em bikaribin zarokên şehîdan di milê teknolojiyê de bi pêş bixin, ji ber ku ev beş ji bo me girîng e di vê dema û zarok jî qabiliyeta wan heye ku zû fêrî amûrên teknolojîk bibin. Hedefgirtina zarokên şehîdan bi taybetî ji sedemekê tê, ji ber ku yên xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin, zarokên şehîdan in.”

Beş û dersên ku di dibistanê de tên dayîn

Selam Elî sîstem û beşên di dibistanê de diyar kir û wiha domand: “Di hundir dibistanê de du beş hene, beşek fêrkirina milê tenolojiyê ye û beşa duyemîn jî zanistî ye. Teknolojî li ser 4 beşan dabeş dibe: Kompîtur, dîzayen, bermece û elektron e. Her wiha beşa zanistî di nav xwe de fêrkirina zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî, di heman demê de bîrkarî, kîmya û fizîkê dihewîne ku bi riya mamosteyên pispor tên dayîn. Temenê şagirtan ji 12 heta 16 salî ye.”

“Mirov ji gavên biçûk dest pê dike, ev dibistan ji bo me tecrubeyek e”

Selam Elî da zanîn ku ev proje wekî tecrubeyek e lewre tenê 32 şagirtan digrin nava dibistanê û wiha pêde çû: “Mirov ji gavên biçûk dest pê dike, ev proje wekî tecrubeyek e, dibistan ji bo 32 şagirtan hatiye amadekirin lewma em nikarin hejmareke zêdetir tevli bikin. Dibistana Şehîd Başîr a Teknolojiyê projeyeke nû ye li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, malbatên şehîdan û gel şanaziya xwe pêşkêş dike û dixwazin ku zarokên wan derbasî vê dibistanê bibin, ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye.”

“Heta dawiyê em ê bixebitin heta ku zarokên şehîdan bigihîjînin asteke pispor û zana”

Selam Elî destnîşan kir ku zarokên şehîdan ronahiya pêşeroja wan in û dê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin bi zanista xwe û wiha bi dawî kir: “Zarokên şehîdan ronahiya pêşeroja me ne û em dixwazin heta dawiyê zarokên şehîdan bigihîjînin asteke pispor û zana da ku bikaribin di tevahî saziyên Rêveberiya Xweser de cihê xwe bigrin, em dibînin ku ew layîqî vê dibistanê ne. Ji bo pêşerojê li gorî derfetan em ê kar û xebata xwe zêde bikin da ku em bikaribin li her bajarekî dibistaneke wiha vekin û hejmareke herî mezin ji zarokan fêr bikin û bi pêş bixin.”

“Dixwazim xewn û armancên xwe di vê dibistanê de pêk bînim”

Çinar Remo bi temenê xwe 13 salî ye, yek ji malbatên şehîdan e û şagirta Dibistana Şehîd Beşîr a teknolojiyê ye, beşa zanistî dixwîne, wiha axivî: “Ez hatime dibistana Şehîd Beşîr da ku fêrî ziman, elektronîk û bermecê bibim. Dema min projeyek wiha bihîst, kêfxweşî ket dilê min, ji ber ku ji bo min derfeteke mezin e ji bo xwe di milê teknolojiyê de bi pêş bixim. Hezkirina min ji bo beşa zanistî heye, lewre min navê xwe di vê beşê de qeyd kir. Xewn û armancên min gelek in û dixwazim wan bi xwendina xwe bi dest bixim, ez dixwazim fêrî gelek zimanan bibim, di heman demê de xwe di warê elektronîk û bîrkarî de zana û pspor bikim heta ku bibim mamoste di pêşerojê de.”