Di werza wê de Efrînî nikarin zeytûnan biçînin

Şêniyên Şêrawa ya Efrînê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker nikarin biçin nav erdên xwe û zeytûnên xwe biçînin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê di sala 2018’an de Efrînê dagir kirin.  Li gor rapora mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ya 31'ê Tebaxa 2022'an, li Efrîna ku ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ji sala 2018’an ve  32 hezar jê darên zeytûnê 44 hezar dar hatine birîn. Li gel vê yekê jî şêniyên navçeya Şêrewayê yên di werza zeytûnan de dixwazin zeytûnan kom bikin rastî êrişan tên, ji ber bombebaran û guleberdanê nikarin biçin nav erdên xwe. Jinên ji navçeya Şêrewa ya ji ajansa me re axivîn destnîşan kirin ku ji ber bombebarana rojane ew nikarin derbasî erdên xwe bibin.

Bi salan e derbasî nav erdên xwe nebûye

Narîn Mihemed Elî ya ji şêniyên gundê Suxonekê yê navçeya Şêrewaya Efrînê ye destnîşan kir ku ew rûxmê êrişan jî li gûndê xwe dijîn û lê ji ber êrişên rojane yê dewleta tirk a dagirker ew nikarin zeytûnên xwe biçînin. Narîn Mihemed a qala rojên ne di bin dagirkeriyê de kir, da zanîn ku ew berê gelek tiştan diçandin û berhemên xwe kom dikirin, da zanîn ku ji ber dagirkeriyê niha erdên wan ketiye ser sînor û ew dema diçin nav erdên xwe rojane rastî êrişan tên.

Narîn Mihêmed bi gotina “Her sal dema çandiniyê, dewleta tirk û çeteyên wê ve agir berdidin nava zeviyên sivîlan û dişewitînin” bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk û wiha got; “Dema ku em derbasî nava erdên xwe dibin bêhna me vedibe. Nêzî 1500 darên me yên zeytûnan hene. Demsala zeytûnan, debara me ye jiyanê bû lê niha ji ber tune ne em ji aliyê debarê ve gelek bi paş ve çûne. Daxwaza me ew e ku ev şer bê rawestandin û em bê tirs bikaribin derbasî nava erdên xwe bibin."

‘Zeytûn sembola Efrîniyan e’

Yek ji şêniyek din a ji gûndê Xirêbkê Medîha Şêx Xelîl jî qala êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk kir û got her çiqas daxwaza dewleta Tirk valakirina heremê bi giştî be jî ewê negihe xeyal û armancên xwe. Medîha Şêx Xelîn bi gotina “Dirûşma me di jiyanê de yan mirinek bi rûmet an jî serkeftin e” destnîşan kir ku ewê rûxmê her tiştî dest ji axa xwe bernedin û wiha domand; “Piranî erdên navçeya Şêrewa yan ketine bin serweriya çeteyan yan jî di xeta sînor de ne, gel nikare derbasî nav bibe. Gelek gelek êşan dikşîne dema nikare zeytûnan biçine. Miletê ji zeytûnan zeyt, etûn derdixistin û bi berhemên wê debara jiyana xwe di seranserî salê de dikirin. Zeytûn sembola Efrîniyan e.”

‘Bi guleyan êrîşê me dikin’

Naziliyê Omer Cimo jî qala hatina demsala zeytûnan kir û got; “Ev bû pênc sal em nikarin zeyta zeytûnan bixwin. Erdogan û çeteyên wî zeytûnên me didizin her wiha darên zeytûnê yên pîroz qut dikin û êzingan difroşin. Em nikarin derbasî nava zevî û erdên xwe bibin da ku xizmet bikin û berhemên xwe biçinin. Em careke tenê derbasî nav erdên xwe bûn ew jî çeteyan bi guleyan êrîşî me kirin.” Naziliyê Omer a got “Em ê heya nefesa xwe ya dawiyê li gundê xwe li ber xwe bidin” destnîşan kir ku ew rojane rastî êrişan tên lê rûxmê her tiştî ewê dest ji xaka xwe bernedin.

‘Xwezî em careke din vegeriyana nava erdên xwe’

Zozan Hebeş ji welatiyên navçeya Mabetaya Efrînê ye û niha bi malbeta xwe re koçber bûye li wargeha Berxwedan li Şehbayê dijî wiha behsa rojên xwe yên li Efrînê bi hatina demsala zeytûnan dike û dibêje; "Li Efrînê jiyana bi aram hebû, bi êrîşên dagirkeriyê re em koçî Şehbayê bûn û li kampan dijîn. Ev mehek gelek bi êş e li ser gelê Efrînê ji ber meha zeytûnan e. Di vê mehê de hemû Efrîniyan berê xwe didan nava zeviyan lê niha li Şehbayê em vê yekê najîn, ji ber darên zeytûnan gelek kêm in. Ji darên zeytûnan me gelek sûd digirt, me êzing, çilo, etûn û zeytûnên şîn ji wan digirt. Bi ruhek komînal em bi hev re derbasî nava erdan dibûn û bi kêfxweşî me zeytûnên xwe kom dikirin. Xwezî em carek din vegeriyana nava erdên xwe û me berhemên xwe di nava aramî û aştiyê de berhev bikira."