Di saziyên taybet de jin tên îstîsmarkirin

Ji ber rewşa aborî ya xirab wekî gelek welatan li Bexdayê jî jin ji bo kar bibînin neçar in tehemulî helwestên neyînî bikin. Rojnameger Sally Khalil der barê îstîsmarkirina jinan û tengezariyên ku di kar de kê rast tên de dibêje: "Gelek rewşên îstîsmarê hene, bi taybetî dema ku jin lawaz be û dengê xwe neke û hewceyî kar be rastî vê yekê tê.”

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Rewşa aborî ya zehmet dibe sedema kêmbûna derfetên kar, digel wê jî rêjeya bêkariyê sal bi sal zêde dibe. Daîreyên hukmî jî nikarin zêdebûna hejmara xebatkaran bigirin ser xwe loma pisporan tiştên diqewimin wekî bêkarî bi nav kirin. Van hemûyan di sazûmanên taybet de pêşî li îstîsmara xebatkaran re vekir. Ên zêde tên îstîsmarkirin jî jin in, herî zêde ew ji cudakarî û mêtîngeriyê bi bandor bûn.
Ajansa me bi hejmarek jinan re hevpeyvîn pêk anî da ku tecrubeyên xwe û îstîsmara ku di kar de lê rast tên vebêjin.
Xwediyên kar xwe aciz dikin û hêrsa xwe ji serê wan derdixin
Jina bi navê B.C a 24 salî, bakaloryos di wêjeyê de wergirtiye, ew di pargîdaniyek kirûbira danûstendinê de dixebite û wiha dibêje: "Ger mişterî ji bo kirînê îqna nebin an bixwazin di pêşangeha mobîlyayê de bi tena serê xwe bimeşin, rêveberê min ê kar xwe bi ser min de aciz dike û bi rêbazekî nebaş bi min re diaxive. Dema ku xerîder red dike ku ez pê re bimeşim, hin caran ez şerm dikim. Ew dixwaze bi tenê bimeşe û perçeyên mobîlyayê bibîne û ev  yek jî berpirsê kar aciz dike ji ber ku ew difikire ez nikarim ji bo firotinê îqna bikim.” 
Li gorî B.C. dirêjahiya demjimêrên xebatê ne li gorî meaşê mehane ye. Demjimêrên xebatê ji 8 heta 10 demjimêran bi 400 $ mehane ye. Ev jî li gorî rewşa aborî û bihayên giran pir hindik e lê ez mecbûr dimînim bixebitim ji ber ku xwendina min a akademîk ji min re derfetek karekî din peyda nake.”
Jinên ku zarokên wan hene bi zorê ji box we kar dibînin
Li gel Z.T. a 33 salî, hevberdayî û dayika du zarokan ku ji ber şert û mercên malbatî xwendina xwe ya zanîngehê neqedandiye, rewş pir ne cuda ye. Ew dibêje; "Ez gelekî li derfeteke kar a guncaw geriyam ku li gorî rewşa min ku dayika du zarokan im. Min ji bilî xebata di vî warî de nedît ku jêhatîbûnan hewce nake lê di organîzekirin û sazkirinê de lezbûn û cidî hewce dike.” 
Her wiha teqez dike ku ji ber ew dayik e, ji hêla sazî û pargîdaniyan ve hatiye redkirin. Piraniya pargîdaniyan ji bo serlêder şertan ji kar re diyar dikin ku ev jî divê ew tenê be û bê zarok be her wiha ew li herêmek diyarkirî be û temenê wê guncew be.
 Jin hem rastî neheqiyê tên hem jî mehaneyek kêm distînin
Jina bi navê T.K a 26 salî ku bakaloryos di perwerdeya fîzîkî de wergirtiye, dibîne ku kar li sazûmanên taybet xirab e û dibêje; “Jin rastî neheqiyê tên û digel wê jî meaşek kêm distînin. Ez neçar im bixebitim da ku alîkariya malbata xwe bikim, ez di nav malê de keça herî mezin im.”
T.K ku di navendek bedewiyê de di beşa lênêrîn û paqijkirina rû de dixebite, got: "Pir caran, paqijkirina navendê û amadekirina çayê berpirsyariya min e. Tevî ku ev xebat xwedî sernaveke din a kar e û ne pisporiya min e û tê texmînkirin ku ji bo kar veqetandeka darayî were veqetandin lê ji ber nebûna derfetên kar mecbûr mam ku tiştê rêveberê min ji min daxwaz dike bicîh bînim da ku ez ji pirsgirêkan dûr bikevim û ji kar neyêm derxistin.”
“Ji bo teqawidbûnê saziyên hikumetê temînat in lê mercên ên taybet baştir in”
Li ser hûrgiliyên xebata di saziyên taybet de û sedema ku jin karê hikûmetê tercîh dikin, de rojnameger û çalakvana mafên jinan Sally Khalil ku bawer dike karê hukumetê ji ber xala teqawidbûnê ji bo gelek kesan temînat e, ji me re wiha got: "Di destpêkê de, pir kes dihesibînin ku saziyên hukûmetê ji bo wan temînatek e di warê "teqawidbûnê" de piştî xebatê û her wiha pir kes bawer dikin ku saziyên taybet çewisandina jinan saz kirine û navûdengek wan ê nayê qebûlkirin di civakê de heye. Di heman demê de di gelek saziyên hukmî ji aliyê rêveber bi xwe ve tacîz li ser jinan tê kirin, ew jî ji ber hewcedariya kar bêdeng dimînin. Bi dîtina min, saziya taybet ji ya hukumetê çêtir e ji ber ku ew li ser bingeha avakirina karakter û fêrbûna gelek warên jiyanê ye.”
Ji ber ku jin tehemul dikin di saziyên taybet de zêdetir tên tercîhkirin
Khalîl wiha domand: "Em dibînin ku di saziyên taybet de zêdetir jin tên tercîhkirin ji ber ku ew zextên xebatê tehemul dikin. Heya niha di van saziyan de ji zilaman zêdetir derfetên kar ji jinan re hene û sedema sereke ew e ku jin ji zilaman zêdetir zextên kar dipejirînin. Ew hin caran dema ku di kar de zext li ser wan çêdibe, bêdeng dimînin. Her wiha em li ser medyaya civakî dibînin, pir kes li jinek ku ji bo wan xweşik û bi zimanek taktîkî dixebite, digerin.”
Der barê mûçeya mehane ya saziyên taybet û demjimêrên kar de, Sally Khalil dibîne ku piraniya saziyan îtîmadê nadin ser bawernameyan lê bi hejmara demjimêrên xebatê ve girêdayî ne. Sedema vê yekê nebûna derfeta kar di saziyên hukmî de ye lewma yek neçar dibe tevî saetên xebatê yên zêde û mûçeyên kêm di van saziyan de bixebite. 
Der barê îstîsmarkirina jinan û tengezariyên ku di kar de kê rast tên de dibêje: "Gelek rewşên îstîsmarê hene, bi taybetî dema ku jin lawaz be û dengê xwe neke û hewceyî kar be rastî vê yekê tên.”
Rojnameger û çalakvana mafên jinan Sally Khalil, di dawiya axaftina xwe de dibêje ku nehevsengî di wezaretên pêwendîdar ên ku bi saziyên taybet re mijûl nabe de ye û dosyaya xebatê organîze nake û her wiha aktîfkirina Qanûna Ewlehiya Civakî ya bi hejmara 140 a 1964’an paşguh kir.
https://www.youtube.com/watch?v=COo6fOybrhw