Di sala 2021`ê de bîlançoya tundiyê ya li Kobanê

Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan bîlançoya asta tundiyê, kuştin û xwekuştinê ya di 2021`ê de ku li herêma Firatê pêk hatin, eşkere kir. Qudret Osman bal kişand ku sedemên zêdebûna asta tundiyê gelek in û da zanîn ku di 2022`an de plansazî û projeyên wan ên li dijî tundiyê hene.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê-  Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan, rêxistineke jin û civakî ye ku di rêziknameya xwe de parastina jinan ji tevahî rêbazên tundiyê armanc dike. Rêxistina Sara ku xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêxstin dike, di Mijdara 2015`an de li Kobanê hat vekirin. Ji wê demê ve heta niha Rêxistina Sara kar û xebatên xwe bi rengekî çalak berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de endama komîteya perwerde û hişyariyê ji ajansa me re bîlançoya tundiya li ser jinan di sala 2021’ê de li ser asta herêma Firatê eşkere kir.
Rêxistina Sara çi ye, kar û xebatên xwe çawa dimeşîne?
Em di rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan de kar dikin, rêxistina me jî ji navê xwe diyar e ku kar û xebatên me çi ne. Em weke rêxistin hewl didin bi riya perwerde, hişyarî, zagonî û civakî pirsgirêka tundiyê çareser bikin. Beşa ku ez di nav de kar dikim ya perwerde û hişyariyê ye ji lewre em her tim di nava jinan û malbatan de xelekên goftogoyê li dar dixin. Em bi vî rengî jî rastî gelek jinên ku bi tundiyê re rû bi rû dimînin, tên. Me gelek caran jinên ku ji ber tundiyê, derûniya wan xirab bûye dîtin. Rêxistina Sara herêmî û serbixwe ye lê pêwendiya me bi rêxistina Kongreya Star û dadgeha civakî re heye. Dema ku em behsa tundiyê dikin, herî zêde îşkence û lêdan tê bîra mirov. Lê belê gelek rêbaz û cureyên tundiyê hene. 
Di 2021`ê de li Kobanê tundî di kîjan astê de bû?
Di nava civaka me de jin ji gelek aliyan û kesan ve rastî tundiya fizîkî, derûnî û hwd. tên. Li Kobanê jî hişmendiya baviksalar û paşverû hê heye. Ji ber vê jî jin di bin zexteke malbatî, eşîrî, hişmendî û hwd. de têdikoşin. Li Kobanê herî zêde rêbaza lêdan û axaftinên nexweş tên bikaranîn, ev yek di asta yekem de bandorê li jinan û pişt re jî li zarokan dike. Kesên bi temenê mezin dikarin li ber xwe bidin lê dema ku zarok dibînin dayik ji aliyê bav e rastî tundiyê tê, ew zarok ji aliyê derûnî ve têk diçe. Her wiha taybetmendiyên wî zarokî xirab dibin ku di encamê de zemînê wê malbatê hildiweşe. Me bîlançoya 2021`ê ya herêma Firatê berhev kir. Li ser vê bingehê di nava vê salê di çarçoveya tundiya fizîkî de 80-90 jin, 4, xwekuştin 13 û hewldanên xwekuştinê 16 ne. Her wiha 3 ciwanan jî dawî li jiyana xwe anîn. Ji bo cînayetên qetilkirinê, em her tim di nava liv û tevgerê de bûn. Hinek qatil hatin darizandin û cezayê xwe dikşînin lê mixabin hinek cînayet di pêvajoya lêpirsînê de ne.  
Hûn hevrûkirineke çawa di nava bîlançoya sala borî û ya niha de dikin?
Li gorî rapora me ya sala borî û îsal, hejmar zêdetir e. Lê ev nayê wateya ku bûyer zêdetir bûne lê belê êdî ev bûyer nayên veşartin. Berê bûyerên tundî, xwekuştin û qetilkirinê dihatin veşartin û kes jê agahdar nedibû, bi taybetî jî dema ku jin dihatin qetilkirin bihaneya weke krîza dil derbas kir ango nexweşiyên xwe yên cuda hene ku bûn sedema mirina wê, dihatin gotin. Lê di nava van çend salên borî de êdî jin berê xwe didin rêxistin û saziyên bi mijara tundiyê re têkildar. Bi taybetî jî dema jin digihîjin mafên xwe û parastina wan tê kirin, ew bûyerên ku dijîn parve dikin.
Projeyên we çi ne û peyama we ya ji bo 2022`an çawa ye?  
Ji bo sala 2022`yan projeyên me hene, em ê navendeke alîkariya derûnî vekin. Di nava yek navendê de beşeke ji bo zarokan û beşeke ji bo jinên ku rastî tundiyê tên. Ev navend jî gavendeke gelek girîng e û pêwîstiya civaka me pê heye. Her wiha komxebatên di çarçoveya tundiya li ser jinan de di plansaziya me de ye heye ku em ê tevahî beşên civakê beşdarê bikin. Em dixwazin bi vî rengî pirsgirêka bingehîn bibînin û ji kokê ve çareser bikin. Peyama me ya sala nû jî ew e ku divê em êdî zemînê civaka xwe sererast bikin û bikaribin pêşerojeke bi tendirust ava bikin. Em dikarin bi seatan behsa tundiyê, sedem û bandora wê bikin lê ya girîng encam e. Ji ber vê ya girîng ew e ku her mirovek ji cem xwe ve dest pê bike da ku dawî li bûyera tundiyê were. Her wiha deriyên rêxistina Sara ji bo tevahî civakê vekiriye û em ê bi erka xwe li hemberî wan rabin.