Di rûniştinên meclisên rûspiyên êlan de karekterê jinên bi hêz

Endama Komîteya Lihevhatinê ya Meclisa Navçeya Til Temirê Elya Oglo behsa girîngiya kar û xebatên komîteyê kir û da zanîn ku komîteya lihevhatinê, Mala Jinê û Dîwana Edaleta Civakî di çareserkirina dozên gel de roleke birûmet dilîzin û hev temam dikin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Jin di xwezaya xwe de, mafê tu kesê/î naxwe û li gorî rastiyê edaletê dimeşîne her wiha jin di pêkanîna edaletê de hem dil hem jî aqilê xwe bi kar tîne, berovajî sîstema ku dibêje jin ji ber atîfeta wê li pêş e nikare rastiyê bibîne ango edaletê pêk bîne. Wekî ku tê zanîn li Sûriyeyê çareserkirina dozan ango pirsgirêkan, erka rûspiyên êlan bû her wiha hemû jî mêr bûn bêyî ku jinek di nav wan de hebe. Lê di Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an de ku paşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav dibe, ev yek tê guhertin û di çûyîna gel malbatên mexdûr de ku ji bo lihevhatinê pêk tînin mirov rengê jinan, zanist û sekna wan a bi rûmet dibîne. Komîteya Lihevhatinê ya Meclisa Navçeya Til Temirê di sala 2012'an de hatiye avakirin. Ji bo ku em bêtir xebatên vê komîteyê li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bizanibin, Endama Komîteya Lihevhatinê ya Meclisa navçeyê Elya Oglo axivî.

"Rola Komîteya Lihevhatinê, Mala Jinê û Dîwana Edaletê giringe"

Elya Oglo di destpêka axaftina xwe de xebatên xwe wiha pênase dike: "Nêzî sal û nîvekê ye ku ez cihê xwe di vê komîteyê de digrim lê avakirina komîteyê vedigere sala 2012'an. Erka vê komîteyê ew e ku bi pirsgirêk û dozên şêniyan re mijûl bibe. Her wiha wekî Komîteya Lihevhatinê, Mala Jinê û Dîwana Edaleta Civakî di nava koordîneyekê de ne. Çimkî em hev temam dikin, ger ku saziyek ji van saziyan lawaz be bandorê li ya dinê dike. Bêyî westîn em şev û roj ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel dixebitin. Di heman wextê de jî karê me ne tenê di hundirê ofîsa me de ye lê belê li derve jî em bi dozên kuştinê û rûspiyên êlan re mijûl dibin. Her wiha bi koordîneya bi Mala Jinê re jî em pirsgirêkên hevjînan jî bi lihevhatinê çareser dikin."

"Em hewl didin pirsgirêkên civakî bi rêbazên dadwerî çareser bikin"

Elya Oglo da payîn ku ne her doz li Komîteya Lihevhatinê çareser dibe û wiha domand: "Her doz li vir çareser nabe û bi taybetî jî dozên rîpkirin û xapandinê. Piştî hewldanan ku dozên wiha çareser nebin, em dişînin Dîwana Edaleta Civakî û êdî ew pê re mijûl dibin. Lê heya ku ji me tê jî em hewla lihevhatinê didin, ji ber ku lihevhatin çareseriya herî baş e. Piraniya dozên ku tên komîteyê yên pereyan, çandiniyê, paşmak, vegevizandin, destdirêjî û rîpkirin û xapandinê ne. Ger dozeke jinan a taybet were jî em yekser wê rêdikin Mala Jinê ji ber ku ew bi vê yekê re ji nêz ve mijûl dibe. Ji bo ku negihîje asta dadgehan, em hewl didin dozan bi rengekî aştiyane çareser bikin."

"Di 3 salan de 3990 doz hatin ber destên me"

Elya Oglo da xuyakirin ku di van 3 salên dawî de 3990 hatine ber destên wan û wiha sedema wê anî ziman: "Ji ber ku rewşa siyasî bi rewşa aborî ve girêdayî ye, ambargo li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye rewşa aborî ya gel hinekî ketiye ji lewre dozên xapandin û rîpkirinê, destdirêjî û gelek dozên din jî zêde bûne. Di rapora ku me di sersala 2022'an de amade kiribû de hat payin ku 3990 doz hatine ber destên me. Yên ku me li komîteyê çareser kirine 1002 doz bûn ên din jî ji Dîwana Edaletê re hatine şandin."

"Em dozên jinên Aşûrî yên rastî tundiyê tên çareserdikin"

Elya Oglo bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkên jinên Aşûrî û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Karê me ne tenê di hundirê ofîsê de ye lê belê em li ku derê bin em ê erka xwe pêk bînin, di meclisên rûspiyan de ango li civatan bin. Hevdîtin û rûniştinên me bi rûspiyên êlan re jî hene. Di heman wextê de jî doza jineke Aşûrî jî hatiye çareserkirin. Jinên Aşûrî jî wekî jinên neteweyên din, bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Her wiha ji ber ku bi tundiyê û pirsgirêkên hevjîniyê re rû bi rû tên êdî jinên Aşûrî jî hevberdanê dixwazin. Ji ber ku jin jin e, ji kîjan netew ango mezhebî dibe bila bibe, ew sîstem û ew hişmendî li hemberî wê tê meşandin û têkoşîna wê jî li hemberî wî mêrî didome."

"Di dozên lihevhatinê de jin derdikevin pêş”

Elya Oglo bal kişand ser edaleta ku jin pêk tînin û di meclisên rûspiyan de amade dibin û wiha pêde çû: "Rast e jin atîfî ye lê belê aqilê wê ji dilê wê mezintir e. Jin ew xwebûn û zanista xwe diparêze û hebûna xwe dide diyarkirin. Mêr qebûl bike jî qebûl neke dê wê jin xwe bide îsbatkirin rol û erka xwe jî bide lîstin. Jin bi rengekî wekhev edaletê didin meşandin. Li vir bêyî ferq û cudahî em bi hev re nêrîneke hevpar digrin û biryara wê didin. Di 10 salên şoreşê de jin dikaribûn gelek qeyd û bendan bişkînin û di asteke navneteweyî û cîhanî de deng bidin û bala cîhanê jî bikşînin ser xwe. Berê dema ku kuştin çêdibû, tenê serok û rûspiyên êlan mudaxele dikirin û çareser dikirin lê te ji derveyî karekterê mêran karekterê tu kesî din nedidît. Bi destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê re, rewş hat guhertin. Niha di meclisên rûspî û serokên êlan de û di rûniştinên lihevhatinê de em êdî karekterê jinên bi hêz ku bi zanista xwe tijî, cihê biryar û çareseriyê ne dibînin. Dema ku jin nêrîna xwe jî didin her kes li wan guhdar dike û rêzê ji wan re digre."

"Terazûya bingehîn a civakê jin e"

Elya Oglo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Terazû pênaseya jinan dike, ji ber jin terazûya bingehîn a civakê ye. Ger ku tayeke terazûyê daket civak bi tevahî dadikeve her wiha terazû navnîşana jinan û hêza wan e. Spasiyeke min a taybet ji jinên ku di komîteya lihevhatinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi erk û mîsyona xwe ve radibin, heye. Bi hêvî me ku jin hîn bêtir gavên mezintir û bibandortir biavêjin."