"Di rewşa şer de em dikarin xwe bispêrin pêdiviyên zivistanî"

Elya Oglo a 62 salî di demsala havînê de dest bi hişkirina pêdiviyên zivistanê kiriye û derbrê vê yekê de dibêje ku ev pêdiviyên zivistanî yên ew amade dikin wê di rewşên şer ango dorpêçê de sûdeke mezin bide wan.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Çawa pêvajoya zaroktiyê, ciwantî û pîrbûnê di mirovan de heye heman wextê jî ji bo demsalên salê jî wiha ye. Her demsalek zebze û fêkiyên wê yê cûda hene li kêleka wê jî hewaya wê tê guhertin, demsalekê pelê daran şîn tên, çîçek vedibin û demsaleke din jî ew pel zer dibe û diweşe her wiha ew çîçek jî hişk dibe û dikeve. Ji buyî wê jî jin di van demsalan de pir kar û xebatên cûda dikin, ji bo her demsalekê xwe amade dikin. Di demsala havînê de jî jinên navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lez û bez ketine tevgerê ku pêdiviyên zivistanê amade bikin. Dapîra 25 neviyan Elya Oglo bi vî temenê xwe yê 62 salî ji bo ku demsala zivistanê bi dilekî germ û bêxem pêşwazî bike, ketiye nava liv û tevgerê û pêdiviyên zivistanê amade dike. Tu di van rojan de li kîjan malê binêrî tu yê tiştên hişkirî bibînî, her wiha li ser ristan jî dayik dest bi daliqandina becanê reş kirine ku ev dîmen rengekî pir bedew dide gund.

"Berpirsa yekem ya xwezayî ji aboriya malê re jin e"

Elya Oglo got ku berpirsa yekem ya xwezayî ji aboriya malê re jin e û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Her demsalek mûsimeke wê yê zebzeyan heye. Her fêkiyek jî wexteke wê heye. Gotinek heye dibêje; her tişt dema xwe de xweş e. Ev gotin ji bo fêkî û zebzeyan jî derbasdare. Di demala havînê de a ku em têde ne niha, jin pêdiviyên zivistanî amade dike da ku pêwîstiyên wê bi kirîna wan ji bazarê tune be. Ji ber ku rewşa herêmê a ku niha û ev 10 sal in têre derbas dibin kirîzeke aboriyê ya zehmet heye. Zûhabûna erdê, kêmbûna barîna baranê, şer û kirîza aboriyê a ku di nava şer de rûda ye ev hemû dane jî bandor li jinên ku malan birêve dibin, kir."

Jin bi vî awayî xwe ji bo demsala zivistanê amade dikin

Elya Oglo bilêv kir ku wê li gorî derfetên xwe hinek pêdivî çêkiriye û wiha pê de çû: "Miloxiya kesk em ji bazarê dikirin û tînin malê qut dikin û wiha hişk dikin. Baş e ku destên me hene û em dikarin jêdikin û çêkin. Pêwîstiya me pê tune ye ku em ya hazir bînin. Min baxçeyekî xwe li ber derî çandî ye, ji berhemên wê min hinek tişt hişk kiriye. Me hinek îsot, becanê sor û reş çandî ye. Îsotê ku min hişk kiriye  û ez ê paşê hûr bikin ji baxçeyê min e. Pîvaz me kirî ye, lê ji ber becanê sor buha bûn me zêde nekirî û ava becana jî çêkir her wiha me xiyar û îsotê tirşoyê jî çêkir. Mineta ku me li hewşê jî çandibû, me ew jî rakir û hişk kir. Me hinek gîhayên çolê jî wekî zehtera çolê û beybûn ji Çiyayê Kizwanan kom kiriye û hişk kir, ji ber di zivistanê de gelek ji me bi sermê dikevin çêkirin û vexwarina vî gîhayê pir baş e. Mekdûs û gelek tiştên din jî me hazir kiriye, ji buyî wê em bi amadekariyên xwe yên ji pêşwazîkirina zivistanê re amade ne."

"Baxçeyên biçûk yên di hewşa malê de kirîza aboriyê sivik dike"

Elya Oglo da xuya kirin ku buhabûna dolar jî rolekê dilîze û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dibe ku gelek malbatan ev pêdivî amade nekiribin, lê sedema wê jî heye.  Ew jî ji ber ku buhabûna dolar her tişt buha kiriye û kirîzek da ye çêkirin bi rastî. Lê êdî her kes li gorî derfetên xwe çêdike. Bê guman ya ku niha van pêdiviyan amade neke, sibe di zivistanî de wê poşman bibe. Ya din jî axa me dewlemend e lê ger ku baran hebe û av biherike pêwîstiyên me pê namîne ku tiştên xwe ji derve jî bikirin. Ger ku her jinek li ber mala xwe baxçeyekî biçûk biçîne, kirîza aboriyê jî sivik dibe. Ez bi xwe her sal diçînim, par berhemên ku ji baxçeyê min hat pir baş bû lê îsal ji ber germahiya zêde berhem neda. Her ku em girîngiyê bidin erdê, erd berhem dide me."

"Qutkirina ava çemê Xabûrê re, xêr û berket bi xwere bir"

Elya Oglo bal kişand ser qutkirina ava çemê Xabûrê û carcaran ava stasyona Elok a ku jêdera wê ji Serêkaniyê a dagikirî ye û wiha got: "Bi qutkirina ava çemê Xabûrê re, xêr û berket bi xwere bir. Ev bi xwe sûcekî mezin e li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Berê ava Xabûr diherikî û gelek caran lehî radibû, lê bi qutkirina wê re bandorên neyînî bi xwere kaşkir. Carnan jî dewleta tirk a dagirker ava stasyona Elok jî qut dikin. Em ji ava bîrê baxçe av didin, ava bîrê jî şor e lê ji tunebûnê baştire. Qutkirina Xabûr bandor ne tenê li ferd lê belê li tevahî civakê kir her wiha bandora wê li ser aboriya herêmê û Sûriyê tevahî jî heye. Her kes dizane Herêma Cizîrê yekem herêm di Sûriyê de jêdera çandiniya genim, ceh, pembo û darên berhemdar bû. Lê niha tu li daran û axê binêrî tu yê bibînî ku çiqasî tî bûn e. Siyaseta ku Erdogan li dijî me dimeşîne pir qirêj e, lê li hember vê yekê jî gelekî xwedî îrade û sekneke berxwedêr heye. Deweta tirk a ku nêzî bajarê me ye lê nikare ku me ji axa me derîne. Ger ku em bi destên xwe erdê bikolin û avê derxînin û erdê xwe av bidin wê dagirker nikaribin bandorê li me bikin."

"Divê jin ji bo zivistanî û rewşên şer pêdiviyan zêde amade bikin"

Elya Oglo got ku pêdiviyên ji bo zivistanê amade dike wê di rewşên şer de sûdeke mezin jê bigirin û wiha pêl da gotina xwe: "Yên li ser vê axê jiyan dikin, her yek ji wan bi awayekî li ber xwe dide û vê axê diparêze. Şervan li eniyên xwe, mamsote li dibistan û bi pênûsa xwe û karker bi bêra xwe, her kes bi awayekê li ber xwe didê. Em binerdan li malên xwe çêdikin, pêdiviyên zivistanî amade dikin, nan hişk dikin û hiltînin. Da ku rewşeke şer derbikeve an jî em bikevin dorpêçê de em bikarbin xwe pê bidin jiyan kirin. Em ê pêdiviyên din jî hazir bikin. Ger ku em nan û avê bixwin jî em ji malê xwe dernayên. Em berxwedana şervanên xwe ji dil silav dikin, em piştgirê wan in û ger were xwestin jî em ê jî bi vî temenê xwe çekê rakin ax û rûmeta xwe biparêzin."

Elya Oglo bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin ji bo zivistanî û rewşên şer pêdiviyan zêde amade bikin. Her wiha divê her kes vê axê biparêze."